Halê Dinyayê wê Çawa Bibe?
Gelo halê dinyayê wê ...
-
eynî bimîne?
-
xerabtir bibe?
-
baştir bibe?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?
“[Xwedê] wê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn” (Peyxam 21:4).
MANEYA GOTINÊN JORÎN
Emê ji hemû karên xwe kêfê bistînin (Îşaya 65:21-23).
Nexweşî û kul û derd wê tune bibin (Îşaya 25:8; 33:24).
Emê bi heval û merivên xwe re heta bi hetayê bijîn (Zebûr 37:11, 29).
GELO EM DIKARIN BI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ BAWER BIKIN?
Belê! Bala xwe bidin van sebeban:
-
Xwedê dikare sozên xwe bîne cih. Qudreta Xwedê bêsînor e. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz wî wek “Karîndarê her tiştî” bi nav dike (Peyxam 15:3). Belê, Xwedê – yê ku navê wî Yehowa ye – dikare sozên xwe bîne cih û halê dinyayê rast bike. Çawa ku Kitêba Pîroz dibêje: “Li cem Xwedê her tişt mimkun e” (Metta 19:26, KP).
-
Xwedê dixwaze sozên xwe bîne cih. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa wê kesên mirî rake (Karên Şandiyan 24:15). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje: “Nêzikî dilşikestiyan e Xudan, ruhê wî rizgar dike bindestan” (Zebûr 34:18). Belê, Xwedê hazir e ku alî xizmetkarên xwe yên hewcedar bike.
Loma em dikarin bawer bin ku Xwedê hem dikare hem jî dixwaze halê dinyayê rast bike! (Zebûr 72:12-14; 145:16; 2. Petrûs 3:9).
HÛN ÇI DIFIKIRIN?
Xwedê wê halê dinyayê çawa rast bike?
Ji bo cewaba vê pirsê, li van ayetên Kitêba Pîroz binêrin: ZEBÛR 46:9; METHELOKÊN SILÊMAN 2:21, 22