Gelo Kul û Derdên Me ji Xwedê ne?
Cewaba Kitêba Pîroz
Na! Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku Xwedê nedixwest ku kul û derd hebin. Lê belê, mirovên pêşîn Adem û Hewayê li hemberî hikumdariya Xwedê serî hilda, çimkî wan dixwest xwe bi xwe qerarê bidin ku çi qenc e û çi xerab e. Loma, ew ji Xwedê dûr ketin.
Îro, em netîceyên vê qerara xerab dibînin. Lê belê, Xwedê tu caran nebû sebeba kul û derdên dinyayê.
Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gava ku tê ceribandin, bila tu kes nebêje: ‘Ez ji aliyê Xwedê ve têm ceribandin.’ Çimkî Xwedê bi tiştên xerab nayê ceribandin û ew bi xwe jî tu kesî naceribîne” (Aqûb 1:13). Tiştên xerab dikarin bên serê her kesî – serê kesên ku Xwedê ji wan razî ye jî.