QISIM 14
Tu Çawa Dikarî Dostê Xwedê Bimînî?
Cem Xwedê be. 1. Petrûs 5:6-9
Ji urf û adetên ku li gor Kitêba Pîroz nerast in dûr bisekine. Ji bo vê mêrxasî lazim e.
Tev li siyasetê mebe, çimkî miletên dinyayê destek nadin Yehowa û Padîşahiya wî.
Meta 7:24, 25
Guh bide Xwedê, çimkî ev e riya rast.Pev Şahidên Yehowa re be; ewê alîkariya te bikin ku tu nêzikî Xwedê bî.
Bi xwendina Kitêba Pîroz dewam bike û emrên Xwedê bîne cih.
Çaxa ku îmana te qewî be, gerek tu soz bidî Yehowa û paşê jî bin av bibî (Meta 28:19).
Guh bide Xwedê. Kitêba Pîroz bixwîne û ji Şahidên Yehowa bixwaze ku ew alîkariya te bikin ku tu wê fehm bikî. Paşê, gotinên Kitêba Pîroz bike. Eger tu wisa bikî, tuyê her bijî (Zebûr 37:29).