Li gor Lûqa 10:1-42
10 Piştî vê, Efendiyê me 70 şagirtên din hilbijartin û ew didu didu di pêşiya xwe de şandin her bajar û cihê ku wî bi xwe dixwest here.
2 Paşê wî ji wan re got: “Belê, şixulê dirûnê gelek e, lê pale hindik in. Loma, ji Xwediyê dirûnê rica bikin ku ew paleyan bişîne şixulê xweyî dirûnê.
3 Herin! Lê hay ji xwe hebin, ez we wek miyan dişînim nav guran.
4 Bi xwe re ne kîsik, ne tûrikê xwarinê, ne jî sol* bibin. Û di rê de silavê* li tu kesî nekin.
5 Li ku derê hûn bikevin malekê, pêşî bibêjin: ‘Bila aştî li ser vê malê be.’
6 Û eger aştîhezek li wê derê hebe, aştiya we wê li ba wî bimîne. Lê eger tune be, aştiya we wê vegere ba we.
7 Li wê malê bimînin û tiştên ku ew li ber we datînin, bixwin û vexwin, çimkî pale hêjayî meaşê xwe ye. Bi dewamî ji malekê derbasî maleke din nebin.
8 Û gava hûn bikevin bajarekî û ew we qebûl bikin, tiştên ku ew li ber we datînin, bixwin
9 û li wê derê kesên nexweş qenc bikin û ji wan re bibêjin: ‘Hukimdariya Xwedê nêzîkî we bûye.’
10 Lê gava hûn bikevin bajarekî û ew we qebûl nekin, derkevin kolanên sereke û bibêjin:
11 ‘Em heta toza ku di bajarê we de bi lingên me ve zeliqî ye, diweşînin. Lê bizanin ku Hukimdariya Xwedê nêzîk bûye.’
12 Ez ji we re dibêjim, wê rojê* halê Sodomê wê ji halê wî bajarî hêsantir bibe.
13 Wey li te, Xorazîn! Wey li te, Beytsayda! Eger mucîzeyên ku di nav we de çêbûn, li Sûr û Saydayê çêbûna, wanê ji zû ve bi kincên şîngirtinê di nav xweliyê de rûniştî tobe bikira.
14 Loma di dema hukim de, halê Sûr û Saydayê wê ji halê we hêsantir bibe.
15 Û tu, Kapernaûm, ma tu difikirî ku tuyê bigihîjî ezmanan? Na, tuyê bikevî gorê*!
16 Yê ku guh dide we, guh dide min. Û yê ku we red dike, min jî red dike. Wekî din, yê ku min red dike, yê ku ez şandime jî red dike.”
17 Paşê 70 şagirt bi dilxweşî vegeriyan û gotin: “Efendiyê me, wexta ku em navê te bi kar tînin, heta cin jî bi ya me dikin.”
18 Hingê wî ji wan re got: “Ez dibînim ku Şeytan çawa wek birûskê ji ezmên ket.
19 Min qudret daye we ku hûn mar û dûpişkan bin pê bikin û qeweta dijmin bin dest bikin, û tu tişt wê zerarê nede we.
20 Lê belê, li ser vê ku cin* bi ya we dikin, dilxweş nebin, lê dilxweş bin ji ber ku navên we li ezmanan hatine nivîsin.”
21 Wê gavê Îsa bi destê ruhê pîroz gelek dilxweş bû û got: “Ey Bavo, Xudanê erd û ezmanan, ez li ber hemûyan rûmetê didim te, çimkî te ev tişt ji kesên bihîkmet û zana veşartine û ji zarokên biçûk re eşkere kirine. Erê Bavo, çimkî ev yek daxwaza dilê te bû.
22 Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji xeynî Bav, tu kes Kur nas nake. Û ji xeynî Kur û kesên ku Kur dixwaze ji wan re rastiya di heqê Bav de eşkere bike, tu kes Bav nas nake.”
23 Piştî vê, gava ew bi şagirtên xwe re bi tenê bû, wî ji wan re got: “Çi qas dilxweş in çavên ku tiştên ku hûn dibînin, dibînin.
24 Çimkî ez ji we re dibêjim, hesreta gelek pêxember û padîşahan ew bû ku tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê wan nedît û tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê wan nebihîst.”
25 Zilamekî ku Qanûn baş dizanî rabû û ji bo ku Îsa biceribîne wisa got: “Mamoste, gerek ez çi bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?”
26 Îsa ji wî pirsî: “Gelo di Qanûnê de çi nivîsî ye? Tu çawa fehm dikî?”
27 Wî cewab da: “‘Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe, bi temamiya qeweta xwe û bi temamiya hişê* xwe hez bikî’ û ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî’.”
28 Îsa ji wî re got: “Cewaba te rast e. Îcar bi dewamî wisa bike, û tuyê jiyanê* bistînî.”
29 Ji ber ku wî zilamî dixwest xwe wek kesekî rast derxe, wî ji Îsa re got: “Ma cîranê min kî ye?”
30 Îsa cewab da: “Zilamekî ku ji Orşelîmê dadiket xwarê û diçû Erîhayê ket destê dizan*. Wan hemû tiştên wî jê standin, li wî xistin û ew nîvkuştî hiştin û çûn.
31 Wê demê, kahînek di wê rêyê re derbas dibû, lê gava wî ew zilam dît, ew derbasî aliyê din bû.
32 Bi eynî awayî, Lêwiyek jî hat wê derê û ew zilam dît, û derbasî aliyê din bû.
33 Lê gava yekî Samerî di eynî rêyê re derbas dibû û ew zilam dît, dilê wî pê şewitî.
34 Ew çû ba wî zilamî, rûn û şerab li birînên wî dan û birînên wî pêçandin. Wî ew li kerê xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û li wî xwedî derket.
35 Roja din, wî 2 dînar dan xwediyê mêvanxaneyê û got: ‘Li wî zilamî xwedî derkeve, eger ev pere têra te neke, gava ez vegerim ezê bidim te.’
36 Bi dîtina te, ji van sisêyan kê wek cîranê zilamê ku ketibû destê dizan*, hereket kir?”
37 Wî got: “Yê ku bi wî re bi dilrehmî hereket kir.” Îcar Îsa ji wî re got: “Tu jî here û wisa bike.”
38 Gava Îsa û şagirtên wî di rê de diçûn, ew ket gundekî. Li wê derê jinikeke bi navê Marta ew li mala xwe kir mêvan.
39 Xwişkeke wê ya bi navê Meryem hebû. Ew li ber lingên Efendiyê me rûnişt û guh dida gotinên wî.
40 Lê Marta bi gelek tiştan mijûl bû. Îcar ew hat ba Îsa û got: “Efendiyê min, ma qet ne xema te ye ku xwişka min hemû îş li ser stûyê min hiştiye? Jê re bêje ku bila ew were û alî min bike.”
41 Efendiyê me cewab da: “Marta, Marta, tu bi gelek tiştan mijûl î û xema wan dixwî.
42 Lê ji me re gelek tişt ne lazim in, tenê yek jî bes e. Meryemê ya herî baş hilbijartiye, û ewê ji wê neyê standin.”
Jêrenot
^ Bi herfî “sandal”.
^ Yan “ji bo silavkirinê hembêz nekin”.
^ Tê maneya Roja Hukim.
^ Yan “Hades”. Cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.
^ Bi herfî “ruh”.
^ Yan “aqil”.
^ Yanî jiyana herheyî.
^ Yan “rêbir”.
^ Yan “rêbir”.