Li gor Marqos 11:1-33

  • Îsa li ser dehşikê dikeve Orşelîmê (1-11)

  • Lanet li dara hêjîrê tê kirin (12-14)

  • Îsa îbadetgehê paqij dike (15-18)

  • Dersa ji dara hêjîrê ya hişkbûyî (19-26)

  • “Tu van tiştan bi çi heqî dikî?” (27-33)

11  Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytface û Beytanyayê li ser Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin 2  û ji wan re got: “Herin gundê ku hûn ji vir dibînin. Gava hûn bikevin hundirê gund, hûnê di cih de dehşikeke girêdayî bibînin, a ku hê kesek lê siwar nebûye. Wê dehşikê vekin û bînin vir. 3  Û eger kesek ji we bipirse: ‘Hûn çima wisa dikin?’, bibêjin: ‘Ew ji Efendiyê me re lazim e, û ewê wê zû vegerîne.’” 4  Hingê şagirt çûn, û wan dehşik li kolanê li ber deriyê malekê girêdayî dît û wan ew vekir. 5  Lê hin kesên ku li wê derê sekinî bûn ji wan re got: “Hûn çi dikin? Hûn çima dehşikê vedikin?” 6  Şagirtan gotinên Îsa dubare kirin, û mirovan dev ji wan berda. 7  Wan dehşik anî ba Îsa, kincên xwe danîn ser pişta wê û ew lê siwar bû. 8  Wekî din, gelek mirovan kincên xwe raxistin ser kolanê. Hin kesên din jî çiqilên ji zeviyan birîn û avêtin ser rê. 9  Kesên ku li pêşiya Îsa diçûn û yên ku li pey wî dihatin gazî dikir: “Xwedê, em rica dikin, wî xelas bike! Yê ku bi navê Yehowa tê bikerem e! 10  Hukimdariya bavê me Dawid, ya ku tê, bikerem e! Yê Jorîn, em rica dikin, wî xelas bike!” 11  Îsa ket Orşelîmê û çû îbadetgehê. Li wê derê, wî li her tiştî nêrî, û ji ber ku êdî dereng bû, ew bi Diwanzdehan* re çû Beytanyayê. 12  Roja din, gava ew ji Beytanyayê derdiketin, Îsa birçî bû. 13  Ji dûr ve wî dareke hêjîrê bi pelan dît û çû ku bibîne ka mêweyên wê hene. Lê gava ew nêzîkî darê bû, wî ji xeynî pelan tu tişt nedît, çimkî ne demsala hêjîran bû. 14  Hingê wî ji darê re got: “Bila êdî tu kes ji te mêwe nexwe.” Û şagirtên wî ev gotin bihîstin. 15  Paşê ew gihîştin Orşelîmê. Îsa ket îbadetgehê û kesên ku li wê derê îşê kirîn û firotinê dikir, avêtin derve. Wekî din, wî maseyên kesên ku pere diguherandin û kursiyên kevokfiroşan avêtin erdê. 16  Wî nehişt ku kesek tiştekî di îbadetgehê re derbas bike. 17  Îsa mirov hîn dikirin û digot: “Ma nehatiye nivîsîn, ‘Ji mala min re wê mala duayê ji bo hemû miletan bê gotin’? Lê we ew kiriye şikefta dizan.” 18  Gava serokên kahînan û qanûnzanan ev yek bihîst, ew li rêyekê digeriyan ku Îsa bidin kuştin, çimkî ew ji wî ditirsiyan, ji ber ku temamiya xelkê bi hînkirina wî ecêbmayî dima. 19  Gava bû êvar, ew bi şagirtên xwe re ji bajêr derket. 20  Serê sibehê, gava ew di ber dara hêjîrê re derbas bûn, wan dît ku dar ji kokê ve hişk bûye. 21  Petrûs ev anî bîra xwe û ji Îsa re got: “Mamoste, binêre! Dara ku te nifir lê kiribû, hişk bûye.” 22  Îsa ji wan re got: “Baweriya xwe bi Xwedê bînin. 23  Bi rastî, eger kesek ji vî çiyayî re bibêje: ‘Rabe û xwe bavêje behrê’, û di dilê xwe de şik neke, lê bawer bike ku gotina wî wê bê cih, ev yek wê çêbe. 24  Ji ber vê yekê, ez ji we re dibêjim, her tiştê ku hûn di duayên xwe de dixwazin, bawer bikin ku we standiye, û hûnê bistînin. 25  Û dema ku hûn sekinî dua dikin, eger li hember kesekî gazineke we hebe, wî efû bikin, da ku Bavê weyî li ezmanan jî sûcên we efû bike.” 26  ——* 27  Ew dîsa hatin Orşelîmê. Gava Îsa di îbadetgehê de digeriya, serokên kahînan, qanûnzan û rîspî hatin 28  û ji wî pirsîn: “Tu van tiştan bi çi heqî dikî? Yan kê îzin daye te ku tu van tiştan bikî?” 29  Îsa ji wan re got: “Pirseke min jî heye. Ka cewaba min bidin, û ezê ji we re bibêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim. 30  Wexta ku Yehya* mirov vaftîz dikirin*, gelo wî ev heq ji Xwedê* yan ji mirovan stand? Cewaba min bidin.” 31  Hingê ew di nav xwe de şêwirîn, û wan got: “Eger em bibêjin ‘Ji Xwedê*’, ewê bipirse ‘Îcar we çima ji wî bawer nedikir?’ 32  Lê eger em bibêjin ‘Ji mirovan’, çi wê bê serê me?” Ew ji xelkê ditirsiyan, çimkî ew gişt difikirîn ku Yehya* bi rastî pêxember bû. 33  Loma wan ji Îsa re got: “Em nizanin.” Îsa jî ji wan re got: “Îcar ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim.”

Jêrenot

Yanî 12 şandî.
Ayeta 26an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”.
Bi herfî “ji ezmên”.
Bi herfî “ji ezmên”.
Yan “Yûhena”.