Li gor Marqos 13:1-37

  • ROJÊN DAWÎN ÊN VÊ DINYAYÊ (1-37)

    • Şer, erdhej, xela (8)

    • Mizgînî wê bê belavkirin (10)

    • Tengasiya mezin (19)

    • Hatina Kurê Mirov (26)

    • Mîsala dara hêjîrê (28-31)

    • Hişyar bimînin (32-37)

13  Gava Îsa ji îbadetgehê derdiket, yek ji şagirtên wî ji wî re got: “Mamoste, ka li van kevir û avahiyên xweşik binêre!” 2  Lê belê, Îsa ji wî re got: “Tu van avahiyên mezin dibînî? Li vir kevir wê li ser kevir nemîne. Her tişt wê wêran bibe.” 3  Gava Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê li pêşberî îbadetgehê rûniştî bû, Petrûs, Aqûb, Yûhena û Andreas bi tena serê xwe çûn ba Îsa û jê pirsîn: 4  “Ka ji me re bibêje, ev tişt wê kengê çêbin? Çi wê bibe nîşan ku dawiya van hemû tiştan nêzîk e?” 5  Îsa dest pê kir ku ji wan re bibêje: “Hay ji xwe hebin ku tu kes we nexapîne. 6  Gelek kes wê bi navê min werin û bibêjin, ‘Ez im Mesîh’ û wê gelekan bixapînin. 7  Wekî din, gava hûn dengê şeran û xeberên li ser şeran bibihîzin, netirsin. Gerek ev tişt çêbin, lê ev hê ne dawî ye. 8  Milet wê li hember milet rabe û hukimdarî wê li hember hukimdariyê rabe. Li gelek cihan erdhej wê çêbin û xela jî wê çêbin. Ev tişt destpêka êş û janan in. 9  Lê hûn hay ji xwe hebin. Mirov wê we teslîmî mehkemeyan bikin, û ewê di sînagogan de li we bixin. Ji ber min hûnê li ber walî û padîşahan bisekinin, da ku ew di heqê baweriya we de bibihîzin. 10  Wekî din, gerek pêşî mizgînî di nav hemû miletan de bê belavkirin. 11  Û wexta ku ew we bigirin û bidin destê wan, ji berê ve xeman nexwin ka hûnê çi bibêjin. Lê di wê demê de çi ji we re bê dayîn, vêya bibêjin, çimkî ne hûn, lê ruhê pîroz wê xeber bide. 12  Bira wê birayê xwe û bav wê zarokê xwe bide kuştin, û zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin. 13  Ji ber navê min hemû mirov wê ji we nefret bikin. Lê yê ku heta dawiyê sebir* bike, ewê xelas bibe. 14  Gava hûn tiştê pîs, ê ku wêran dike, li cihê ku gerek ew li wê derê nebe, sekinî dibînin (bila xwendevan baş fehm bike), hingê yên ku li Cihûstanê ne, bila birevin çiyayan. 15  Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û nekeve hundirê mala xwe, da ku tiştekî hilde. 16  Û yê ku li nav zeviyê be, bila venegere ku kirasê xwe hilde. 17  Wey li jinên bihemle û li yên ku di van rojan de zarokê xwe dimêjînin! 18  Tim dua bikin ku ew ne li zivistanê be. 19  Çimkî ew roj wê bibin rojên tengasiyê. Ji destpêka ku Xwedê dinya çêkiriye heta niha, tiştekî wisa çênebûye û wê careke din çênebe. 20  Eger Yehowa wan rojan kin neke, tu mirov wê xelas nebe. Lê ji bo xatirê hilbijartiyên xwe, wî ew roj kin kirine. 21  Hingê, eger kesek ji we re bibêje: ‘Ka binêre, Mesîh li vir e!’ yan ‘Binêre, ew li wê derê ye!’, bawer nekin. 22  Çimkî Mesîhên sexte û pêxemberên sexte wê derkevin, û ewê mucîze û nîşanan çêkin, da ku eger mumkin be yên hilbijartî bixapînin. 23  Loma hay ji xwe hebin, min ji berê ve her tişt ji we re got. 24  Di wan rojan de, piştî wê tengasiyê, roj wê tarî bibe û heyv wê ronahiya xwe nede. 25  Stêr wê ji ezmanan bikevin, û qudretên li ezmanan wê bên hejandin. 26  Hingê ewê Kurê Mirov, ê ku di nav ewran de bi qudreta mezin û rûmetê tê, bibînin. 27  Ewê melekên xwe bişîne û ji her çar aliyên dinyayê ve*, ji aliyekî erdê ve heta aliyekî ezmên, hilbijartiyên xwe top bike. 28  Ji dara hêjîrê vê dersê bistînin: Wexta ku çiqilên wê mezin dibin û pelên wê şîn dibin, hûn fehm dikin ku havîn êdî nêzîk bûye. 29  Bi eynî awayî, gava hûn dibînin ku ev tişt çêdibin, bizanin ku ew* nêzîk e, erê, li ber derî ye. 30  Bi rastî, ev hemû tişt wê bên cih berî ku ev nesil* derbas bibe. 31  Erd û ezman tune bibin jî, peyvên min wê her û her bimînin. 32  Lê belê, tu kes nizane ku ew roj yan ew saet wê kengê be, ne melekên li ezmanan, ne jî Kur, bi tenê Bav dizane. 33  Hay ji xwe hebin, hişyar bin, çimkî hûn nizanin ku wexta ku Xwedê hilbijartiye kengê ye. 34  Ev yek dişibe zilamekî ku mala xwe hişt, emanetî xulamên xwe kir û çû cihekî dûr. Wî wezîfeyek da her kesî û emir da nobedar ku hişyar bimîne. 35  Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin ku xwediyê malê wê kengê bê, ma êvarê, nîvê şevê, berbangê yan serê sibehê, 36  nebe ku ew ji nişka ve were û we di xewê de bibîne. 37  Lê tiştê ku ez ji we re dibêjim, ez ji her kesî re dibêjim: Hişyar bimînin.”

Jêrenot

Yan “tehemul”.
Bi herfî “ji çar bayan ve”.
Yanî Kurê Mirov.
Yan “nifş”.