Li gor Marqos 14:1-72
-
Kahîn dixwazin Îsa bidin kuştin (1, 2)
-
Rûnê bêhnxweş li ser serê Îsa tê rijandin (3-9)
-
Cihûda Îsa dide dest (10, 11)
-
Cejna Derbasbûnê ya dawîn (12-21)
-
Şîva Xudan a pêşîn (22-26)
-
Îsa dibêje ku Petrûs wê wî înkar bike (27-31)
-
Îsa li baxçeyê Gêtsemaniyê dua dike (32-42)
-
Îsa tê girtin (43-52)
-
Îsa li ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan disekine (53-65)
-
Petrûs Îsa înkar dike (66-72)
14 Du roj mabûn ku bibe Cejna Derbasbûnê û Cejna Nanê Bêhevîrtirş*. Serokên kahînan û qanûnzan li rêyekê digeriyan ku Îsa bi hîle bigirin û bikujin,
2 lê wan digot: “Bila em di dema cejnê de vêya nekin, çimkî di nav xelkê de belkî tevlihevî çêbe.”
3 Wexta ku ew li Beytanyayê li mala Şîmûnê ku berê bi nexweşiya cuzamê* ketibû, şîv dixwar, jinikek hat wê derê. Li ba wê şîşeyeke biçûk ji mermerê bi rûnê bêhnxweş û giranbiha ji nardîna saf hebû. Wê serê şîşeyê şikand û rûn li ser serê Îsa rijand.
4 Hingê hin kes aciz bûn, û wan got: “Çima ev rûnê bêhnxweş wisa hat rijandin?
5 Kesekî dikaribû ev rûnê bêhnxweş ji zêdetirî 300 dînarî bifirota û ev pere di nav feqîran de belav bikira.” Û ew li ser jinikê hêrs ketin.
6 Lê Îsa got: “Wê rihet bihêlin. Hûn çima barê wê giran dikin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir.
7 Kesên feqîr her tim li ba we ne, û hûn kengê bixwazin dikarin qenciyê li wan bikin, lê ezê ne her tim li ba we bim.
8 Çi ji destê wê hat wê kir. Wê rûnê bêhnxweş ji berê ve ji bo defnkirinê* li ser min rijand.
9 Bi rastî, li temamiya dinyayê, li her cihê ku mizgînî bê belavkirin, ji bo bîranîna vê jinikê behsa kirinên wê jî wê bê kirin.”
10 Hingê Cihûdayê Îsxeryot, yek ji Diwanzdehan*, çû ba serokên kahînan, da ku Îsa bide destê wan.
11 Gava wan ev yek bihîst, ew şa bûn û soz dan ku pereyên zîvî bidin wî. Ji wê demê ve, ew li fersendekê digeriya ku wî bide dest.
12 Di roja pêşîn a Cejna Nanê Bêhevîrtirş* de, gava qurbana Cejna Derbasbûnê li gor adetê dihat pêşkêşkirin, şagirtan ji Îsa pirsî: “Tu dixwazî ku em herin ku derê û haziriyê bikin ku tu xwarina Cejna Derbasbûnê bixwî?”
13 Hingê Îsa du şagirtên xwe şandin û ji wan re got: “Herin bajêr. Zilamekî ku cerekî avê hildigire wê rastî we bê. Li pey wî herin,
14 û ew zilam bikeve kîjan malê, hûn ji xwediyê wê malê re bibêjin: ‘Mamoste dibêje: “Odeya mêvanan li ku derê ye, da ku ez tê de bi şagirtên xwe re xwarina Cejna Derbasbûnê bixwim?”’
15 Hingê ewê li qata jorîn odeyeke mezin lihevdayî û hazirkirî nîşanî we bide. Li wê derê xwarinê hazir bikin.”
16 Şagirt çûn û ketin bajêr, û wan her tiştê ku Îsa ji wan re gotibû, eynî wisa dît. Û wan hemû tişt ji bo Cejna Derbasbûnê hazir kirin.
17 Gava bû êvar, Îsa bi Diwanzdehan re hat.
18 Wexta ku ew li ser sifrê rûniştibûn û xwarin dixwarin, Îsa got: “Bi rastî, yek ji we, yê ku bi min re xwarinê dixwe, wê min bide dest.”
19 Ew li ber xwe ketin, û wan yek bi yek ji wî pirsî: “Tu behsa min nakî, ne?”
20 Wî ji wan re got: “Ew kes, yek ji Diwanzdehan e, yê ku bi min re nanê xwe dike nav tasê.
21 Çawa ku hatiye nivîsîn, Kurê Mirov wê here. Lê wey li wî kesê ku Kurê Mirov dide dest! Ji bo wî kesî wê çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.”
22 Gava wan hê dixwar, Îsa nan hilda, dua kir*, nan şikand, da şagirtên xwe û got: “Kerem kin, vî nanî bixwin. Ev bedena min temsîl dike.”
23 Piştre wî kasek hilda, şikir kir, da wan û hemûyan jê vexwar.
24 Û wî ji wan re got: “Ev kas ‘xwîna min a peymanê’ temsîl dike. Ewê ji bo gelekan bê rijandin.
25 Bi rastî: Êdî ezê qet ji vê şerabê venexwim heta roja ku ez di Hukimdariya Xwedê de şeraba nû vexwim.”
26 Piştî ku wan ji bo pesnê Xwedê stran gotin*, ew derketin û çûn Çiyayê Zeytûnê.
27 Îsa ji wan re got: “Hûnê hemû terka min bikin*. Çimkî wisa hatiye nivîsîn: ‘Ezê li şivên bixim, û mî wê ji hev belav bibin.’
28 Lê piştî ku ez ji mirinê bêm rakirin, ezê berî we herim Celîleyê.”
29 Lê Petrûs ji wî re got: “Eger hemû kesên din terka te bikin jî, ezê terka te nekim*!”
30 Hingê Îsa ji wî re got: “Bi rastî, îşev, berî ku dîk du caran bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.”
31 Lê Petrûs li ser gotina xwe ma û got: “Eger lazim be ku ez bi te re bimirim jî, ezê te tu caran înkar nekim.” Û hemûyan jî eynî tişt got.
32 Piştre ew hatin cihekî bi navê Gêtsemanî, û Îsa ji şagirtên xwe re got: “Li vir rûnin, ezê herim dua bikim.”
33 Wî Petrûs, Aqûb û Yûhena bi xwe re birin. Îsa bikeser bû, û dilê wî pir teng bû.
34 Wî ji wan re got: “Ezê ji derdê xwe bimirim. Li vir bisekinin û hişyar bimînin.”
35 Îsa çend gav bi pêş ve çû, ket ser çokan û ji bo vê yekê dua kir ku eger bibe, bila ev saet ji wî re derbas bibe.
36 Û wî got: “Abba*, Bavo, ji bo te her tişt mumkin e. Vê kasê ji min dûr bixe. Lê bila ne wek ku ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî, bibe.”
37 Gava ew vegeriya, wî dît ku ew bi xew re çûne. Û wî ji Petrûs re got: “Şîmûn, tu razayî? Ma te nikaribû bi tenê saetekê hişyar bimayayî?
38 Hişyar bimînin û bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê. Rast e, dil* dixwaze, lê beden sist e.”
39 Îsa dîsa çû û ji bo eynî tiştî dua kir.
40 Gava ew dîsa hat, wî şagirt di xewê de dîtin, çimkî çavên wan ji xewê giran bûbûn, û wan nizanibû ku çi ji wî re bibêjin.
41 Gava Îsa cara sisêyan vegeriya, wî ji wan re got: “Hûn çawa dikarin di zemanekî wisa de razin û îstirihetê bikin! Bes e! Wext hatiye! Kurê Mirov tê dayîn destê gunehkaran.
42 Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bûye.”
43 Di eynî demê de, gava ew hê dipeyivî, Cihûdayê ku yek ji Diwanzdehan bû bi gelek mirovan re hat. Ew ji aliyê serokên kahînan, qanûnzan û rîspiyan ve hatibûn şandin, û di destê wan de şûr û dar hebûn.
44 Îcar vî xayînî ji bo ku nîşanekê bide wan wisa got: “Ez kê maç bikim, ew e. Wî kesî bigirin û hay jê hebin ku ew nereve.”
45 Ew rasterast çû ba Îsa, nêzîkî wî bû û got, “Mamoste!”, û wî Îsa bi awayekî nerm maç kir.
46 Hingê wan Îsa girt.
47 Lê yek ji wan, ê ku li wê derê bû, şûrê xwe hilda û guhê xulamê kahînê mezin jêkir.
48 Îsa ji wan re got: “Ma ez yekî sûcdar im ku hûn bi şûr û daran hatin ku min bigirin?
49 Her roj ez di nav we de di îbadetgehê de bûm û min hîn dikir. Lê dîsa jî we ez negirtim. Lê belê her tişt wisa çêbû, da ku Nivîsarên Pîroz bên cih.
50 Hingê hemûyan ew hişt û reviyan.
51 Lê xortekî ciwan ji nêzîk ve li pey wî diçû. Wî bi tenê xeftanekî ji kitanê xas li bedena xwe kiribû. Û gava wan dixwest wî bigirin,
52 wî xeftanê xwe ya kitanî hişt û tazî* reviya.
53 Wan Îsa bir ba kahînê mezin, û hemû serokên kahînan, rîspî û qanûnzan li wê derê li hev top bûn.
54 Lê Petrûs ji dûr ve li pey Îsa diçû, heta hewşa kahînê mezin. Ew bi xulamên malê re rûnişt û xwe li ber êgir germ dikir.
55 Serokên kahînan û temamiya Mehkemeya Bilind a Cihûyan li dijî Îsa li şahidiyê digeriyan, da ku wî bidin kuştin, lê wan tu kes nedît.
56 Gelek kesan li dijî wî şahidiya derewîn dikir, lê gotinên wan hevdû nedigirtin.
57 Wekî din, çend kes rabûn û li dijî wî şahidiya derewîn dikir û digot:
58 “Me bihîst ku wî got: ‘Ezê vê îbadetgeha ku bi destan hatiye avakirin, hilweşînim û di nav sê rojan de ezê yeke din, a ku ne bi destan hatiye çêkirin, ava bikim.’”
59 Lê di vê yekê de jî, gotinên wan ne wek hev bûn.
60 Hingê kahînê mezin di nav wan hemûyan de rabû ser lingan û ji Îsa pirsî: “Ma tu naxwazî cewabê bidî? Ma tu nabihîzî ku ev zilam li dijî te çi dibêjin?”
61 Lê Îsa tu tişt negot û bêdeng ma. Îcar kahînê mezin dîsa ji wî pirsî: “Ma tu Kurê Xwedayê Pîroz, Mesîh î?”
62 Îsa got: “Erê, ez im. Û hûnê bibînin ku Kurê Mirov li aliyê rastê yê Xwedayê Biqudret rûniştî ye û bi ewrên ezmanan tê.”
63 Hingê kahînê mezin kincên xwe çirandin û got: “Ma hewceya me bi şahidên din heye?
64 We bi xwe bihîst ku ew kufir dike. Qerara we li ser vê yekê çi ye?”* Hemûyan ew mehkûm kir û got ku heqê wî mirin e.
65 Hin kesan dest pê kir ku li wî tif bikin, wan ser û çavê wî girêda, bi kulman li wî xist û ji wî re got: “Eger tu pêxember î, ka bibêje kê li te xist.” Nobedaran Îsa girt û bi sîleyan li rûyê wî xist.
66 Gava Petrûs li jêr di hewşê de bû, keçikeke ji xizmetkarên kahînê mezin hat wê derê.
67 Gava wê dît ku Petrûs xwe germ dike, wê li wî nêrî û got: “Tu jî bi yê Nasirayî re, bi Îsa re bûyî.”
68 Lê wî ev yek înkar kir û got: “Ez ne wî nas dikim û ne jî fehm dikim ku tu behsa çi dikî.” Û ew ji wê derê derket û çû ber deriyê hewşê.
69 Gava vê keçika xizmetkar ew dît, wê dîsa ji yên ku li wê derê bûn re got: “Ew yek ji wan e.”
70 Petrûs dîsa înkar kir. Piştî wexteke kin, kesên ku li wê derê sekinî bûn ji Petrûs re got: “Bi rastî tu yek ji wan î. Çimkî tu ji Celîleyê yî.”
71 Lê wî nifir li xwe kir û sond xwar: “Ez zilamê ku hûn behsa wî dikin nas nakim!”
72 Di cih de dîkekî cara diduyan bang da. Wê demê Petrûs anî bîra xwe ku Îsa ji wî re çi gotibû: “Berî ku dîk du caran bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.” Êşeke mezin ket dilê wî, û ew giriya.
Jêrenot
^ Yan “Nanê Şkeva”.
^ Nexweşiyeke çerm.
^ Yan “veşartinê”, “binaxkirinê”.
^ Yanî 12 şandî.
^ Yan “Nanê Şkeva”.
^ Yan “xêr û bereket xwest”.
^ Yan “zebûr stiriyan”.
^ Bi herfî “ji ber min bên terpilandin”.
^ Bi herfî “Eger hemû kesên din ji ber te bên terpilandin jî, ezê neyêm terpilandin”.
^ Ev peyveke Îbranî yan Aramî ye, ya ku tê maneya “Bavo”.
^ Bi herfî “ruh”.
^ Yan “nîv tazî”, “tenê bi binkirasê xwe”.
^ Yan “Hûn çi difikirin?”.