Li gor Marqos 15:1-47
15 Serê sibehê zû, serokên kahînan, rîspî û qanûnzan – belê, temamiya Mehkemeya Bilind a Cihûyan – bi hev re şêwirîn. Paşê Îsa girêdan, birin û dan destê Pîlatos.
2 Pîlatos ji wî pirsî: “Gelo Padîşahê Cihûyan tu yî?” Wî cewab da: “Te bi xwe got.”
3 Lê serokên kahînan, Îsa bi gelek tiştan sûcdar kir.
4 Îcar Pîlatos dîsa ji wî pirsî: “Ma tu naxwazî cewabê bidî? Binêre ku ew li dijî te çi qas tişt dibêjin.”
5 Lê Îsa êdî tu cewab neda, û Pîlatos bi vê yekê şaş ma.
6 Li her cejnê, wî li gor dilê xelkê girtiyek berdida.
7 Wê demê, zilamekî bi navê Barabas bi serhildêrên din re di hebsê de bû, çimkî wan li dema serhildanê mirov kuştibûn.
8 Xelk li hev top bû û xwest ku Pîlatos mîna her car tiştekî ji bo wan bike.
9 Wî ji wan re got: “Gelo hûn dixwazin ku ez Padîşahê Cihûyan berdim?”
10 Çimkî Pîlatos dizanibû ku serokên kahînan Îsa ji ber hesûdiya xwe teslîm kiribû.
11 Lê serokên kahînan ji xelkê re got ku bila ew bi dewamî ji Pîlatos bixwazin ku ew li şûna wî Barabas berde.
12 Dîsa Pîlatos ji wan re got: “Îcar yê ku hûn jê re dibêjin Padîşahê Cihûyan, ez çi li wî bikim?”
13 Wan dîsa bi dengekî bilind got: “Wî li darê îşkenceyê bixe*!”
14 Lê Pîlatos pirsî: “Çima? Wî çi xerabî kiriye?” Lê wan bi dengekî hê bilindtir gazî kir: “Wî li darê îşkenceyê bixe!”
15 Ji ber ku Pîlatos dixwest xelkê razî bike, wî Barabas berda. Piştre wî ferman da ku Îsa bidin ber qamçiyan û li ser darê îşkenceyê îdam bikin.
16 Hingê eskeran Îsa bir hewşa qesra walî, û wan temamiya koma eskeran top kir.
17 Wan kincekî binefşî li wî kir û ji striyan tacek çêkir û danî ser serê wî.
18 Û wan bi dengekî bilind jê re got: “Silav li te, ya Padîşahê Cihûyan!”
19 Wekî din, wan bi qamîşekî li serê wî xist, tif li wî kir û ketin ser çokan û xwe li ber wî tewandin.
20 Piştî ku wan qerfên xwe bi wî kirin, wan kincê binefşî ji wî kir û kincên wî dîsa li wî kirin. Û ew birin ku wî li ser darê îşkenceyê bizmar bikin*.
21 Wan zor li zilamekî, yê ku ji nav zeviyan hatibû û li wê derê derbas dibû, kir ku ew darê îşkenceyê yê Îsa hilgire. Navê wî zilamî Şîmûnê Kirênî bû, û ew bavê Îskender û Rûfûs bû.
22 Û wan ew bir cihê bi navê Golgota, ya ku wergera vî navî ev e: “Qoqê Serî.”
23 Li wê derê wan şeraba bi mur* tevlihevkirî dan wî, lê wî venexwar.
24 Wan ew li ser darê îşkenceyê bizmar kir* û pişk avêt, da ku kincên wî di nav xwe de parve bikin û qerar bidin ku kî çi bistîne.
25 Gava wan ew li ser darê îşkenceyê bizmar kir, saet sisê* bû.
26 Li ser nivîsekê sebebê sûcdarkirina wî nivîsî bû: “Padîşahê Cihûyan.”
27 Wekî din, li kêleka wî du dizên zalim* jî li darê îşkenceyê hatin xistin, yek li aliyê çepê û yê din jî li aliyê rastê.
28 ——*
29 Kesên ku di ber wî re derbas dibûn çêrî wî dikir*. Wan serê xwe dihejand û wisa digot: “Ey tu, te dixwest îbadetgehê hilweşînî û di nava sê rojan de dîsa ava bikî.
30 Îcar xwe xelas bike û ji darê îşkenceyê dakeve xwarê!”
31 Bi eynî awayî, serokên kahînan tevî qanûnzanan di nav xwe de qerfên xwe bi wî dikirin û digotin: “Wî kesên din xelas kirin, lê nikare xwe xelas bike!
32 Bila Mesîh, Padîşahê Îsraîlê niha ji darê îşkenceyê dakeve xwarê, da ku em bibînin û bi wî bawer bikin.” Heta zilamên ku li kêleka wî li darê îşkenceyê hatin xistin jî, qerfên xwe bi wî kirin.
33 Gava bû saet şeş*, tariyek ket ser rûyê erdê û heta saet neh* dewam kir.
34 Di saeta nehan de, Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn: “Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?” ku wergera vê ev e: “Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez terk kirim?”
35 Hin kesên ku nêzîkî wê derê sekinî bûn, ev yek bihîst û wisa got: “Binêrin! Ew gazî Êlyas dike.”
36 Hingê kesek bi lez çû û sungêrek* xist nav şeraba tirş, bi qamîşekî bilind kir û da Îsa ku ew jê vexwe, û wî got: “Dev jê berdin! Ka em bibînin, gelo Êlyas wê bê ku wî bîne xwarê.”
37 Lê Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û mir*.
38 Û perdeya cihê pîroz ji serî heta binî çiriya û bû du parçe.
39 Gava fermandarê ku li pêşberî Îsa sekinî bû, dît ku ew çawa mir, wî got: “Bi rastî ev zilam Kurê Xwedê bû.”
40 Wekî din, hin jinan ji dûr ve mêze dikir. Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûbê Biçûk û Yosês, û Salome jî di nav wan de bûn.
41 Gava Îsa li Celîleyê bû, ew jin bi wî re bûn û ji wî re xizmet kiribû. Û gelek jinên din jî hebûn, ên ku bi wî re hatibûn Orşelîmê.
42 Êdî berê êvarê bû, û ji ber ku roja Hazirkirinê*, yanî roja berî roja Sebtê* bû,
43 Ûsivê Arîmetyayî, yê ku endamekî qedirgiran ê Mehkemeya Bilind a Cihûyan bû û bi xwe li benda Hukimdariya Xwedê bû, bi dilekî xurt çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest.
44 Pîlatos şaş ma ku Îsa êdî miribû. Wî gazî fermandar kir û jê pirsî ka Îsa bi rastî miriye yan na.
45 Piştî ku Pîlatos ji gotinên fermandar fehm kir ku Îsa miriye, wî cesedê Îsa da Ûsiv.
46 Piştî ku wî kitanekî xas kirî, wî cesedê Îsa anî xwarê, di nav vî kitanî de pêçand û ew li mezelê ku li zinar hatibû kolan, danî. Paşê wî kevirekî mezin danî ber deriyê mezel.
47 Lê Meryema Mejdelanî û Meryema diya Yosês bi dewamî li cihê ku cesedê Îsa hatibû danîn, dinêrî.
Jêrenot
^ Yan “li ser darê îşkenceyê îdam bike”.
^ Yan “mix bikin”.
^ Maddeyek ku tesîra narkotîk tê de hebû.
^ Yan “mix kir”.
^ Sibeh, li dora saet neh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
^ Yan “rêbir”.
^ Ayeta 28an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
^ Yan “peyvên pîs digotin”.
^ Nîvro, li dora saet diwanzdeh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
^ Piştî nîvro, li dora saet sisê. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
^ Yan “îsfenc”.
^ Yan “nefesa xwe ya dawîn berda”.
^ Wê rojê, Cihûyan xwe ji bo roja Sebtê hazir dikir.
^ Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.