Li gor Marqos 16:1-8

  • Îsa ji mirinê tê rakirin (1-8)

16  Piştî ku roja Sebtê* derbas bû, Meryema Mejdelanî û Meryema diya Aqûb, û Salomeyê giyayên bêhnxweş kirîn, da ku herin û li cesedê Îsa bidin. 2  Di roja pêşîn a hefteyê de, serê sibehê zû, gava roj hilat, ew hatin ser mezel. 3  Wan ji hevdû re got: “Kî wê ji bo me kevirê li ber mezel bide aliyekî?” 4  Lê gava wan li jor nêrî, wan dît ku kevir çi qas mezin bû jî, ji cihê xwe hatibû gêrkirin. 5  Gava ew ketin mezel, wan xortekî bi xeftanekî spî dît, ê ku li aliyê rastê rûniştî bû, û ew pir şaş man. 6  Wî ji wan re got: “Şaş nemînin. Hûn li Îsayê Nasirayî, yê ku li ser darê îşkenceyê hatibû îdamkirin, digerin. Ew ji mirinê hatiye rakirin. Ew ne li vir e. Va ye, cihê ku cesedê wî lê bû. 7  Lê herin ba şagirtên wî û ba Petrûs û ji wan re bibêjin: ‘Ew berî we diçe Celîleyê. Hûnê wî li wê derê bibînin, wek ku wî ji we re gotibû.’” 8  Piştî ku ew derketin, ew ji tirsan lerizîn û şaş man û bi lez ji mezel çûn. Wan ji tu kesî re tu tişt negot, çimkî ew ditirsiyan.*

Jêrenot

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Li gor destnivîsên kevin ên pêbawer, Kitêba Marqos bi gotinên ayeta 8an xelas dibe.