Li gor Marqos 5:1-43

  • Îsa cinan dişîne nav xenzîran (1-20)

  • Keça Yayîros; jinikek dest dide kincên Îsa (21-43)

5  Hingê ew derbasî aliyê din ê behrê bûn û gihîştin herêma xelkê Gerasînayê. 2  Gava Îsa ji qeyîkê* peya bû, di cih de zilamekî ku bi cin* ketibû ji nav goristanê derket û hat pêşiya wî. 3  Ew di nav goristanê de dijiya, û heta wê demê tu kesî nikaribû wî bi zincîran girêde. 4  Dest û lingên wî gelek caran bi zincîran hatibûn girêdan, lê wî her car zincîr qetandibûn. Û tu kesî nikaribû ew zeft bikira. 5  Ew bi şev û roj her tim di nav goristanê de û li ser çiyayan diqîriya û xwe bi keviran birîndar dikir. 6  Lê gava wî Îsa ji dûr ve dît, ew bi lez hat û li ber wî ket ser çokan 7  û bi dengekî bilind qîriya: “Ya Îsa, Kurê Xwedayê Jorîn, tu ji min çi dixwazî? Bi Xwedê sond bixwe ku tuyê ezabê nedî min!” 8  Çimkî Îsa ji cin* re gotibû: “Ji vî zilamî derkeve!” 9  Îsa ji wî pirsî: “Navê te çi ye?” Wî cewab da: “Navê min Lejyon* e, çimkî em gelek in.” 10  Û wî bi dewamî ji Îsa rica dikir ku ew cinan* neşîne derveyî herêmê. 11  Li wê derê, li ser çiyê gelek xenzîr* diçêriyan. 12  Îcar cinan* ji wî rica kir: “Me bişîne nav xenzîran û bihêle ku em bikevin nav wan.” 13  Îsa jî îzin da wan. Hingê cin* ji zilam derketin û ketin nav xenzîran. Kerî weke 2.000 xenzîr bû, û wan xwe ji kendalê avêt behrê û di avê de xeniqîn. 14  Şivanên wan reviyan û ev xeber li bajar û gundan belav kirin. Îcar mirov hatin ku bi çavê xwe bibînin ku çi qewimî. 15  Gava mirov hatin ba Îsa, wan zilamê ku bi lejyoneke* cinan ketibû rûniştî dît. Kincên wî lêkirî bûn, û ew li ser hişê xwe bû. Hingê ew pir tirsiyan. 16  Wekî din, şahidên vê serpêhatiyê ji mirovan re got ku çi hatibû serê zilamê ku bi cinan ketibû û serê xenzîran. 17  Loma wan ji Îsa rica kir ku ew ji herêma wan here. 18  Gava Îsa li qeyîkê* siwar dibû, zilamê ku bi cinan ketibû rica kir ku bi wî re here. 19  Lê Îsa nehişt ku ew bi wî re here û jê re got: “Vegere mala xwe, cem merivên xwe. Ji wan re behsa hemû tiştên ku Yehowa ji bo te kirine û rehma ku wî li te kiriye, bike.” 20  Zilam jî çû û di Dêkapolîsê* de dest pê kir ku behsa hemû tiştên ku Îsa ji bo wî kirine bike, û her kes ecêbmayî ma. 21  Îsa bi qeyîkê* dîsa derbasî aliyê din ê behrê bû. Gava ew hê li ber behrê sekinî bû, gelek mirov li dora wî top bûn. 22  Yek ji serokên sînagogê* jî, yê ku navê wî Yaîros bû, hat û dema ku wî Îsa dît, xwe avêt ber lingên wî. 23  Wî gelek caran ji Îsa rica kir û got: “Keçika mine biçûk li ber mirinê ye. Ji kerema xwe re were û destên xwe deyne ser wê, da ku ew qenc bibe û bijî.” 24  Îcar Îsa bi wî re çû. Gelek mirov jî li pey wî diçûn û derdora wî teng dikir. 25  Li wê derê jinikek hebû, ya ku 12 salan xwîn jê diçû. 26  Wê ji destê gelek hekîman pir êş kişandibû û hemû hebûna xwe xerc kiribû. Dîsa jî halê wê ne baştir, lê hê jî xerabtir bû. 27  Gava wê xeberên li ser Îsa bihîstin, ew di nav xelkê de ji pişt ve hat û dest da kincên wî. 28  Çimkî wê ji xwe re digot: “Eger ez tenê dest bidim kincên wî, ezê qenc bibim.” 29  Di cih de xwîna ku jê diçû sekinî, û wê hîs kir ku ew ji vê nexweşiya giran qenc bûye. 30  Îsa di cih de fehm kir ku qewet ji wî çû. Ew li pişt xwe zivirî, li xelkê nêrî û pirsî: “Kê destê xwe da kincên min?” 31  Lê şagirtan ji wî re got: “Ma tu nabînî ku li derdora te tijî xelk e, û tu hê jî dipirsî: ‘Kê destê xwe da min?’” 32  Lê Îsa li derdora xwe nêrî, da ku bibîne kê ev yek kir. 33  Jinika ku fehm kiribû ku ew qenc bûye, ji tirsan lerizî. Loma ew hat û xwe avêt ber lingên wî û hemû tişt bi eşkereyî ji wî re gotin. 34  Îsa ji wê re got: “Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi selametî here û ji derdê vê nexweşiya giran qenc be.” 35  Îsa hê dipeyivî, hin zilam ji mala vî serokê sînagogê* hatin û gotin: “Keçika te mir! Êdî zehmetê nede mamoste.” 36  Lê Îsa pê hesiya û ji vî serokê sînagogê* re got: “Netirse, bi tenê bawer bike!” 37  Ji xeynî Petrûs, Aqûb û Yûhenayê birayê Aqûb, wî nehişt ku tu kes bi wî re here. 38  Gava Îsa gihîşt mala vî serokê sînagogê*, wî kesên ku bi hawar û axîn digirîn û dikir qîrîn, dîtin. 39  Ew ket hundir û ji wan re got: “Hûn çima digirîn û dikin hawar? Zarok nemiriye, lê razayî ye.” 40  Hingê ew bi wî keniyan. Lê piştî ku Îsa ew hemû derxistin derve, wî dê û bavê zarokê û şagirtên ku bi wî re bûn bi xwe re birin û çû cihê ku zarok lê bû. 41  Wî destê zarokê girt û jê re got: “Talîta qûmî”, ya ku tê maneya: “Keçê, ez ji te re dibêjim: ‘Rabe!’” 42  Hema wê gavê keçik rabû û meşiya. (Ew 12 salî bû.) Îcar ew ji kêfan firiyan. 43  Lê Îsa dîsa û dîsa li wan emir kir ku ew vê yekê ji tu kesî re nebêjin. Û wî ji wan re got ku bila ew xwarinê bidin keçikê.

Jêrenot

Yan “belem”.
Bi herfî “ruhê nepak”.
Bi herfî “ruhê nepak”.
Di demên berê de, lejyonek di Hukimdariya Romayê de komeke eskeran bû ku di nav wê de bi qasî 4000 heta 6000 esker hebûn. Peyva lejyon di Nivîsarên Pîroz de ji bo hejmareke mezin jî tê bikaranîn.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Yan “beraz”.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Di demên berê de, di Hukimdariya Romayê de lejyonek komeke eskeran bû ku di nav wê de bi qasî 4000 heta 6000 esker hebûn. Di Nivîsarên Pîroz de ji bo hejmareke mezin jî peyva lejyon tê bikaranîn.
Yan “belem”.
Yan “Herêma Deh Bajaran”.
Yan “belem”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.