Li gor Marqos 6:1-56

  • Îsa li bajarê xwe nayê qebûlkirin (1-6)

  • Îsa rêberiya ji bo xizmetê dide Diwanzdehan (7-13)

  • Mirina Yehyayê Vaftîzkar (14-29)

  • Îsa 5.000an têr dike (30-44)

  • Îsa li ser avê dimeşe (45-52)

  • Îsa li Genesaretê mirovan qenc dike (53-56)

6  Îsa ji wê derê çû û gihîşt herêma xwe, û şagirtên wî li pey wî çûn. 2  Di roja Sebtê* de, wî di sînagogê* de dest bi hînkirinê kir, û piraniya kesên ku guh da wî pir ecêbmayî man û gotin: “Gelo vî zilamî ev tişt ji ku derê anîne? Çima ev hîkmet ji wî re hat dayîn, û çima mucîzeyên wisa bi destê wî tên çêkirin? 3  Ma ew ne xerat e, kurê Meryemê û birayê Aqûb, Ûsiv, Cihûda û Şîmûn, ne wisa ye? Û ma hemû xwişkên wî li ba me najîn? Loma wan nexwest bi wî bawer bikin*. 4  Lê Îsa ji wan re got: “Qedrê pêxemberekî li her derê tê girtin, lê ne li bajarê wî û di nav malbat û merivên wî de.” 5  Ji ber vê yekê, wî li wê derê mucîze çênekirin, wî bi tenê destên xwe danî ser hin kesên nexweş û ew qenc kirin. 6  Îsa ji ber bêbaweriya wan şaş ma. Û ew li gundên derdorê digeriya û hîn dikir. 7  Hingê wî gazî Diwanzdehan* kir, û ew didu didu şandin û qudreta li ser cinan* da wan. 8  Û wî emir da wan ku ew ji bo rêwîtiyê ji xeynî gopal tu tiştî bi xwe re nebin, ne nan, ne tûrikê xwarinê û ne jî di qayîşê de pere*. 9  Wî got ku bila ew solên* xwe û tenê yek dest kiras* li xwe bikin. 10  Paşê wî ji wan re got: “Gava hûn bikevin malekê, li wê derê bimînin, heta ku hûn ji wî cihî herin. 11  Û li cihê ku we qebûl nekin yan guh nedin we, gava hûn ji wê derê derkevin, toza lingên xwe biweşînin, da ku ji wan re bibe şahidî.” 12  Hingê ew bi rê ketin û ji xelkê re gotin ku bila ew tobe bikin. 13  Û wan gelek cin derdixistin û rûn li gelek nexweşan didan û ew qenc dikirin. 14  Hêrodês Padîşah ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa belav bûbû û xelkê digot: “Yehyayê* Vaftîzkar* ji nav miriyan hatiye rakirin, û ji ber vê yekê ew dikare mucîzeyan çêke.” 15  Lê hin kesên din digot: “Ew Êlyas e.” Û hin kesên din jî digot: “Ew pêxember e, wek yek ji pêxemberên berê.” 16  Lê gava Hêrodês ev yek bihîst, wî got: “Yehyayê* ku min serê wî jêkir, ji mirinê hat rakirin.” 17  Hêrodês ji ber Hêrodiyasa jina birayê xwe Filîpos, ya ku ew pê re zewicîbû, bi xwe Yehya* bi zincîran dabû girtin û avêtibû hebsê. 18  Çimkî Yehya* ji Hêrodês re digot: “Ev yek ku te jina birayê xwe ji xwe re aniye, li dijî qanûnê ye.” 19  Loma Hêrodiyasê di dilê xwe de kîn girt û dixwest wî bide kuştin, lê wê nikaribû. 20  Ji ber ku Hêrodês ji Yehya* ditirsiya û ew wek mirovekî rast û pîroz didît, wî ew diparast. Her cara ku Hêrodês guh dida wî, wî nizanibû çi bike. Lê dîsa jî wî bi kêfxweşî guh dida wî. 21  Lê rojekê fersend çêbû. Di rojbûna Hêrodês de, wî ji karmendên xwe yên bilind re, ji fermandaran re û ji zilamên herî bi nav û deng ên Celîleyê re sifre danî. 22  Keça Hêrodiyasê ket hundir û reqisî. Ev yek li Hêrodês û mêvanên wî xweş hat, û padîşah ji keçikê re got: “Tu ji min her çi bixwazî, ezê bidim te.” 23  Wî sond xwar: “Her tiştê ku tu bixwazî, ezê bidim te, heta nîvê padîşahiya xwe jî.” 24  Îcar keçik derket û ji diya xwe pirsî: “Ez çi bixwazim?” Wê got: “Serê Yehyayê* Vaftîzkar* bixwaze.” 25  Keçik hema bi lez çû ba padîşah û daxwaza xwe got: “Ez dixwazim ku tu niha serê Yehyayê* Vaftîzkar* li ser sêniyekê bidî min.” 26  Padîşah pir xemgîn bû, lê wî ji ber sonda xwe û mêvanên ku li ser sifrê rûniştî bûn, nexwest daxwaza keçikê red bike. 27  Loma padîşah di cih de nobedarek şand û emir da ku serê Yehya* bîne. Nobedar jî çû, di hebsê de serê wî jêkir 28  û li ser sêniyekê anî û da keçikê. Wê jî ew bir û da diya xwe. 29  Gava şagirtên Yehya* ev yek bihîst, ew hatin, cesedê wî hildan û kirin mezel. 30  Şandî vegeriyan ba Îsa û hemû tiştên ku wan kiribûn û hîn kiribûn ji wî re gotin. 31  Ji ber ku gelek kes dihatin û diçûn, wexta wan tunebû ku xwarinê jî bixwin. Loma Îsa ji wan re got: “Ka werin em herin cihekî tenha, da ku hûn hinekî bêhna xwe vedin.” 32  Îcar ew bi qeyîkê* çûn cihekî tenha, da ku ew bi tena serê xwe bin. 33  Lê xelkê dît ku ew diçin û gelek kes bi vê yekê hesiyan. Mirov ji hemû bajaran bi lez ketin rê û berî wan gihîştin wê derê. 34  Gava Îsa ji qeyîkê peya bû, wî gelek mirov dîtin, û dilê wî bi wan şewitî, çimkî ew wek miyên bê şivan bûn. Û wî dest pê kir ku gelek tiştan hînî wan bike. 35  Ji ber ku êdî dereng bû, şagirtên wî hatin ba wî û gotin: “Ev der tenha ye, û êdî dereng e. 36  Wan bişîne, bila ew herin sûk û gundên derdorê û ji xwe re xwarinê bikirin.” 37  Îsa ji wan re got: “Hûn xwarinê bidin wan.” Wan jî got: “Ma em herin û bi 200 dînarî nên bikirin û bidin wan?” 38  Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene? Ka herin binêrin!” Piştî ku wan nêrî, wan got: “Pênc nan û du masî.” 39  Îsa ji mirovan re got ku bila ew kom bi kom li ser giyê rûnin. 40  Ew jî bi 100an û bi 50yan kom bi kom rûniştin. 41  Îsa ew pênc nan û du masî hildan, li ezmên nêrî û dua kir*. Paşê wî nan şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew li mirovan belav bikin. Wî ew du masî jî bi eynî awayî dan belavkirin. 42  Hemûyan xwar û têr bûn. 43  Û wan ji xeynî masiyan, 12 selik pariyên ku zêde mabûn dan ber hev. 44  Kesên ku nan xwar 5.000 mêr bûn. 45  Hema piştî vê yekê, Îsa ji şagirtên xwe re got ku bila ew li qeyîkê* siwar bin û herin aliyê din ê behrê û derbasî Beytsaydayê bibin. Lê ew li wê derê ma ku xelkê bişîne. 46  Piştî ku wî xatir ji xelkê xwest, ew hilkişiya çiyê ji bo ku dua bike. 47  Gava bû êvar, qeyîk di nava behrê de bû, lê Îsa hê li wê derê bi tenê bû. 48  Gava Îsa dît ku li şagirtên wî zor tê ku ew li dijî bayê ku rabû bêrikan bikişînin, ew nêzîkî serê sibehê* li ser avê meşiya û çû ba wan. Lê wisa xuya dibû qey ewê di ber wan re derbas bibe. 49  Gava wan dît ku Îsa li ser avê dimeşe, ew fikirîn: “Ev xeyalet e!” Û wan kir qîrîn. 50  Wan hemûyan ew dît, û tirs ket dilê wan. Lê Îsa di cih de ji wan re got: “Netirsin, ez im!” 51  Hingê ew li ba wan li qeyîkê siwar bû, û ba sekinî. Şagirt bi vê yekê ecêbmayî man, 52  çimkî wan maneya mucîzeya bi nên hê jî fehm nekiribû. Dilê wan ji bo fehmkirinê hê ne hazir bû. 53  Gava ew derbasî aliyê din bûn, ew gihîştin Genesaretê, û wan lenger avêt. 54  Lê wexta ku ew ji qeyîkê* peya bûn, di cih de mirovan Îsa nas kir. 55  Mirov li seranserê herêmê geriyan, û wan kesên nexweş li ser darbestan* dibirin cihê ku wan bihîst Îsa li wê derê ye. 56  Û li her gund, bajar û sûka ku Îsa diçû, mirovan kesên nexweş li meydanê dianîn. Û wan ji wî lava dikir ku tenê destê xwe bidin rîşiyên kincê wî. Û her kesê ku destê xwe dida kincê wî qenc dibû.

Jêrenot

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “ew bi wî terpilîn”.
Yanî 12 şandî.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Bi herfî “sifir”.
Bi herfî “sandal”.
Bi herfî “ne du dest kiras”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “belem”.
Yan “xêr û bereket xwest”.
Yan “belem”.
Bi herfî “di nobedariya çaran a şevê de”. Yanî serê sibehê saet sisê heta saet şeş.
Yan “belem”.
Nivîneke ji bo hilgirtina kesên nexweş.