Li gor Meta 2:1-23

  • Stêrnas (1-12)

  • Revîna welatê Misrê (13-15)

  • Hêrodês kurên biçûk dide kuştin (16-18)

  • Vegerîna bajarê Nasirayê (19-23)

2  Piştî ku Îsa di rojên Hêrodês Padîşah de li Beytlehema Cihûstanê hat dinyayê, stêrnas ji Rojhilatê hatin Orşelîmê 2  û pirsîn: “Padîşahê Cihûyan, ê ku hat dinyayê, li ku ye? Gava em li Rojhilatê bûn, me stêra wî dît, û em hatin ku hurmetê bidin wî*.” 3  Gava Hêrodês Padîşah ev yek bihîst, tirs ket dilê wî û temamiya Orşelîmê. 4  Wî hemû serokên kahînan û qanûnzan li hev kom kirin û ji wan pirsî: “Gerek Mesîh li ku derê bihata dinyayê?” 5  Wan ji wî re got: “Li Beytlehema Cihûstanê, wek ku pêxember ji berê ve nivîsîbû: 6  ‘Ey tu, Beytlehema li welatê Cihûdayê, tu li ber hukimdarên Cihûdayê qet ne bajarê herî bêqîmet î, çimkî ji te hukimdarek wê derkeve, û ewê şivantiya miletê min Îsraîlê bike.’” 7  Paşê Hêrodês bi dizîka gazî stêrnasan kir, da ku bizane ku stêr kengê ji wan re xuya bû. 8  Wî ew şandin Beytlehemê û ji wan re got: “Herin û li wî zarokî baş bigerin. Gava we ew dît, xeberekê bidin min, da ku ez jî hurmetê bidim wî*.” 9  Piştî ku wan guh da padîşah, ew ketin rê. Stêra ku wan li Rojhilatê dîtibû, li pêşiya wan çû û li ser cihê ku zarok lê bû, sekinî. 10  Gava stêrnasan dît ku stêr sekinî, ew pir kêfxweş bûn. 11  Wexta ku ew ketin hundirê malê, wan zarok li cem diya wî Meryemê dît û ew ketin ser çokan ku hurmetê bidin wî. Wan zêr, bixûr û rûnê bêhnxweş derxistin û pêşkêşî wî kirin. 12  Û ji ber ku Xwedê di xewnekê de ferman da wan ku ew venegerin ba Hêrodês, ew di rêyeke din re vegeriyan welatê xwe. 13  Piştî çûyîna stêrnasan, melekê Yehowa di xewnê de ji Ûsiv re xuya bû û got: “Rabe, zarok û diya wî bi xwe re bibe û bireve Misrê. Li wê derê bimîne heta ku ez xeberê bidim te. Çimkî Hêrodês li vî zarokî digere û dixwaze wî bikuje.” 14  Îcar Ûsiv rabû, wê şevê zarok û diya wî bi xwe re birin û çû Misrê, 15  û heta mirina Hêrodês li wê derê ma. Bi vî awayî, gotina ku Yehowa bi devê pêxemberê xwe gotibû hat cih: “Ji Misrê min gazî kurê xwe kir.” 16  Gava Hêrodês fehm kir ku ew ji aliyê stêrnasan ve hatiye xapandin, ew pir hêrs ket. Li gor melûmata ku wî ji stêrnasan standibû, wî emrê zarok tê derxist û ferman da ku li Beytlehemê û li derdora wê hemû kurên du salî û biçûktir bên kuştin. 17  Hingê ev gotina ku bi devê Yêremya pêxember hatibû gotin hat cih: 18  “Li Ramayê qîr û hawareke bilind hat bihîstin. Ew Rahel bû ku şîna zarokên xwe digirt, û wê qet nedixwest ku dilê wê bê rihetkirin, çimkî êdî zarokên wê nemabûn.” 19  Piştî mirina Hêrodês, melekê Yehowa li Misrê di xewnê de ji Ûsiv re xuya bû 20  û got: “Rabe, zarok û diya wî bi xwe re bibe û vegere welatê Îsraîlê, çimkî yên ku dixwest zarok bikujin, êdî mirin.” 21  Îcar ew rabû, zarok û diya wî bi xwe re birin û vegeriya welatê Îsraîlê. 22  Lê gava Ûsiv bihîst ku Arxêlaos di cihê bavê xwe Hêrodês de bûye hukimdarê Cihûstanê, ew tirsiya ku here wê derê. Wekî din, ji ber ku wî di xewnekê de ji aliyê Xwedê ve ferman standibû, ew çû herêma Celîleyê. 23  Gava ew gihîşt wê derê, ew li bajarekî bi navê Nasira* cihwar bû, da ku ev gotina pêxemberan bê cih: “Ji wî re yê Nasirayî wê bê gotin.”

Jêrenot

Yan “xwe li ber wî bitewînin”.
Yan “xwe li ber wî bitewînim”.
Yan “Nisret”.