Pesnê Yehowa Bidin
“Pesnê Xudan bidin! Çiqas qenc û xweş e ku em . . . pesnê Xwedayê xwe bidin!” (ZEB. 147:1).
KILAM: 59, 3
1-3. a) Zebûr 147 bi îhtimaleke mezin kengê hat nivîsandin? b) Em ji vê zebûrê çi dikarin bielimin?
ÇAXA kesek şixulekî rind dike an tam li gor Kitêba Pîroz dijî, ew dibe layiqî pesn. Madem ku hin însan layikî pesn in, Yehowa Xwedê çi qas zêdetir layiqî pesn e! Mesela, wek ji tiştên afirandî tê dîtin, qudreta wî bêsînor e. Qurbanbûna Kurê wî nîşan dide ku ew ji mirovan çi qas hez dike. Belê, gelek sebeb hene ku em pesnê Yehowa bidin.
2 Nivîskarê Zebûr 147 hem bi dil û can pesnê Yehowa da hem jî kesên din teşwîq kirin ku ew jî tevî wî pesnê Xwedê bidin (Zebûr 147:1, 7, 12 bixwîne).
3 Em nizanin ku ev zebûr ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin. Bi îhtimaleke mezin, zebûrbêj li dema ku Yehowa miletê Îsraêl ji sirgûna Babîlê azad kir û rê vekir ku ew vegerin Orşelîmê, dijiya (Zeb. 147:2). Belê, nûkirina îbadeta rast bi rastî jî sebebeke mezin bû ku zebûrbêj pesnê Yehowa bide. Lê sebebên din jî hebûn. Gelo ev sebeb çi ne? Û kîjan sebebên me hene ku em jî bibêjin “Halelûya”? (Zeb. 147:1, jêrnot, KP).
YEHOWA DILŞIKESTIYAN BAŞ DIKE
4. Çaxa Koreş Padîşah miletê Îsraêl ji sirgûnê azad kir, halê wan çawa bû?
4 Bîne ber çavê xwe ku li Babîlê, halê Îsraêliyên sirgûnkirî çawa bû. Ên ku li wan zilm dikir bi wan dikeniyan û digotin: “Straneke Sîyonê ji bo me bêjin.” Li wê demê, Orşelîm hatibû wêran kirin, û wan êdî nikaribûn li wê derê bi şahî ji Yehowa re xizmet bikin (Zeb. 137:1-3, 6). Ji bo vê, wan nedixwest stranan bibêjin. Dilê wan şikestî bû, û ji wan re teselî lazim bû. Bi zeman re, pêxembertiya Xwedê hat cih, û padîşahê Farsê Koreş ew azad kirin. Wexta ku wî Babîl bi dest xist, wî wisa got: “XUDAN . . . li Orşelîma ku li Cihûdayê ye, ji bo ez xaniyekî jê re ava bikim, emir da min. Ji hemûya netewa wî her kî di nav we de hebe, bila Xwedayê wî XUDAN bi wî re be û bila derkeve” (2. Dîr. 36:23). Ev yek ji bo Îsraêliyên ku li Babîlê rûdiniştin bêguman teseliyeke mezin bû!
5. Yehowa çawa şîfa dide mirovan?
5 Wexta ku Yehowa teselî da miletê Îsraêl, wî ne tenê ji civakê re, lê ji ferdan re jî teselî da. Îro jî Xwedê wisa dike. Zebûrbêj got ku Xwedê “dilşikestiyan baş dike, û birînên wan dipêçe” (Zeb. 147:3). Belê, Yehowa bi kesên ku ji aliyê bedenî an zîhnî ve nexweş in re eleqedar dibe. Yehowa îro jî hazir e ku ew teselî bide me û birînên dilê me baş bike (Zeb. 34:18; Îşa. 57:15). Ji xeynî vê, ew hîkmet û qewet dide me ji bo ku em karibin serî bi derdên xwe re derxînin (Aqûb 1:5).
6. Gotinên Zebûr 147:4 çawa alî me dikin? (Li rêsmê ewilî binêre.)
6 Paşê, zebûrbêj bala xwe da ezmanan û got ku Yehowa “hejmara stêran kifş dike, bi navê her yekê ji wan, bang lê dike” (Zeb. 147:4). Zebûrbêj çima behsa stêrkan kir? Wî stêrk didîtin, lê wî nizanibû ku bi rastî çi qas stêrk hene. Bi alîkariya teleskopan em êdî dikarin gelek stêrkan bibînin. Li gor hin texmînan, bes di galaksiya me de bi milyaran stêrk hene. Wekî din, di temamiya kaînatê de bi trilyonan galaksî hene! Bi rastî jî, em nikarin hejmara stêrkan hesab bikin! Lê Afirandêr navê her yekî wan dizane. Belê, di çavê Yehowa de, her stêrk bêemsal e (1. Kor. 15:41). Gelo Yehowa li mirovan çawa dinêre? Xwedê hemû stêrkan nas dike, û ew te jî nas dike. Ew her tim dizane ku tu li ku derê yî, halê te çawa ye û ji te re çi lazim e!
7, 8. a) Gava Yehowa xizmetkarên xwe ji tengahiyan difilitîne, ew çi ji bîr nake? b) Yehowa çawa alî mirovên qisûrdar dike? Mîsalekê bidin.
7 Yehowa bi her yekî me re eleqedar dibe, û ew hem dixwaze hem jî dikare alî me bike ku em serî bi tengahiyên jiyanê re derxînin (Zebûr 147:5 bixwîne). Dibe ku halê me pir xerab e û em difikirin ku barê me bi zêdeyî giran e. Lê Xwedê sînorên me dizane û “bibîr tîne ku em ax in” (Zeb. 103:14). Ji ber ku em qisûrdar in, em gelek caran eynî şaşiyan dikin. Paşê, em poşman dibin ji bo ku me tiştekî nebaş got, em li pey xwestekên bedenî ketin an me dexesî kir. Yehowa şaşiyên wisa nake, lê ew dîsa jî halê me bi temamî fehm dike (Îşa. 40:28).
8 Yehowa hîç destê te girt û di tengahiya te de alî te kir? (Îşa. 41:10, 13). Mesela, piştî ku xwişkeke pêşeng a bi navê Kyoko çû cihekî nû, ew pir aciz bû. Yehowa çawa alîkariya wê kir? Xwişk û birayên civata wê ya nû halê Kyokoyê rind fehm dikir. Wekî ku Yehowa jê re wisa got: “Ez ji te hez dikim, ne tenê ji bo ku tu pêşeng î, lê çimkî tu qîza min î û te ji min re xizmet dikî. Ez dixwazim ku tu wek Şahîdeke min ji jîyana xwe kêf bistînî!” Di jiyana te de, Yehowa çawa nîşan da ku “sînor ji têgihîştina wî re nîne”?
YEHOWA HEWCEDARIYÊN ME TEDAREK DIKE
9, 10. Yehowa ewilî çawa alî me dike? Mîsalekê bide.
9 Hewcedariyên me yên bedenî hene. Mesela, dibe ku em carinan ji bo xwarinê endîşe bikin. Lê gerek em ji bîr nekin ku yê ku tebîat wisa afirand ku em jê xwarinê bistînin, Yehowa ye. Belê, Yehowa têjikên qirê jî têr dike (Zebûr 147:8, 9 bixwîne). Madem ku Xwedê van teyrikan têr dike, em dikarin bawer bin ku ewê hewcedariyên me jî tedarek bike (Zeb. 37:25).
10 Yehowa ewilî ji aliyê ruhî ve alî me dike û “aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye” dide me (Flp. 4:6, 7). Mesela, birayê me Mutsuo û pîreka wî piştî tsûnamiya ku li sala 2011an di Japonyayê de rabû, ji Yehowa alîkarî stand. Gava tsûnamî hat, ew hilkişiyan serê xaniyê xwe û wisa sax man, lê wan hema hema her tişt winda kir. Li şeva tarî û sar, ew li qata jor a mala xweye wêrankirî man. Serê sibehê, wan xwest tiştekî teşwîkdar bixwînin. Wan tenê Yearbook a sala 2006an dît. Çaxa Mutsuo kitêb vekir, sernivîsa “The Deadliest Tsunamis Ever Recorded” (“Tsûnamiyên Herî Xerab ên ku Hatine Qeyd Kirin”) bala wî kişand. Meqale behsa zelzeleyekê dike, ya ku li sala 2004an di Sumatrayê de qewimîbû. Ev zelzele bû sebeba tsûnamiyên herî xerab ên ku heta niha hatine qeyd kirin. Gava Mutsuo û pîreka wî serpêhatiyên kesên ku li wê derê bûn xwendin, ew bi girî ketin. Xwedê bi rastî jî bi wan eleqedar bû û kengê hewcedariya wan hebû, ew ji aliyê ruhî ve teşwîq kirin. Wekî din, Yehowa hewcedariyên wan ên madî jî tedarek kirin. Wan bi destê xwişk û birayên xwe kinc û xwarin standin. Lê ji bo wan, tiştê herî muhîm ev bû ku temsîlkarên teşkîlata Xwedê çend caran hatin civata wan. Mutsuo wisa dibêje: “Yehowa em qet tenê nehiştin. Wî her tim xema me dixwar û dilê me rihet dikir.” Belê, Xwedê berê hewcedariyên me yên rûhî û paşê jî hewcedariyên me yên fîzîkî tedarek dike.
XWEDÊ ME DIFILITÎNE
11. Em çawa dikarin alîkariya Xwedê bistînin?
11 Zebûrbêj got ku Yehowa “bindestan radike” (Zeb. 147:6a). Gelo em çawa dikarin alîkariya wî bistînin? Lazim e ku Xwedê me wek dostên xwe bibîne. Ji bo vê, gerek em dilnizm bin (Tsf. 2:3). Kesên dilnizm li benda Xwedê dimînin ku ew her neheqiyê rast bike û hemû zerar û ziyanan telafî bike. Yehowa ji kesên wisa razî dibe.
12, 13. a) Ji bo ku Xwedê alî me bike, gerek em ji çi dûr bisekinin? b) Yehowa ji kê razî ye?
12 Xwedê “xiraban li bin gohê erdê dixe” (Zeb. 147:6b). Ji bo ku tiştekî wisa neyê serê me, gerek em ji tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike, nefet bikin (Zeb. 97:10). Mesela, gerek em ji bêexlaqiya cinsî nefret bikin. Maneya vê ev e ku divê em ji her tiştê ku dikare me ber bi bêexlaqiyê bibe – mesela ji pornografiyê – dûr bisekinin (Zeb. 119:37; Met. 5:28). Micadele çi qas zor be jî, gerek em xîret bikin ku em bereketa Yehowa bistînin.
13 Gerek em vê micadeleyê bi alîkariya Yehowa bikin, ne tenê bi qeweta xwe. Yehowa naxwaze ku em li “hêzdariya hespê” an “lingên mirov” bigerin ku ew me bifilitînin. Em nikarin xwe bifilitînin, û mirovên din jî nikarin me bifilitînin (Zeb. 147:10). Gerek em alîkariya Yehowa bixwazin. Em jê re çi qas dua bikin jî, ew ji niyazên me qet aciz nabe. Yehowa “ji yên ku ji wî ditirsin, ji yên ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin, razî ye” (Zeb. 147:11). Em dikarin bi hezkirina wî bawer bin. Belê, ewê her tim li ba me bisekine û alî me bike ku em ji xwestekên xwe yên nerast bifilitin.
14. Zebûrbêj ji çi emîn bû?
14 Yehowa soz dide ku ewê alî xizmetkarên xwe bike. Çaxa wext hat ku Orşelîm ji nû ve bê ava kirin, zebûrbêj der heqê Yehowa de wisa got: “Wî, hesinên deriyên te zexim kir, zarokên nav te pîroz kir. Ew aştiyê dide sînorên te” (Zeb. 147:13, 14). Belê, zebûrbêj emîn bû ku Xwedê wê deriyên bajar bizeximîne ku ew xizmetkarên xwe biparêzin!
15-17. a) Dibe ku em tengahiyên xwe carinan çawa bibînin, lê Yehowa bi saya Peyva xwe çawa alî me dike? b) Peyva Xwedê çawa “zû belav dibe”?
15 Gava tu li tengahiyan rast têyî, dibe ku tu endîşe bikî. Yehowa dikare hîkmet bide te ku tu karibî serî bi van tengahiyan re derxînî. Zebûrbêj wisa got: “[Xwedê] fermana xwe dişîne dinê, peyva wî zû belav dibe. Ew, wek livvayê berfê dibarîne, wek xweliyê cemedê direşîne. Ew zîpika gir ji jor ve dibarîne. Kî dikare li ber serma wî bisekinîne?” (Zeb. 147:15-18). Bi hîkmet û qudreta xwe ya bêsînor, Xwedê dikare alî te bike ku tu li hemberî hemû tengahiyan serkeftî bibî.
16 Îro Yehowa bi navgîniya Kitêba Pîroz rêberiya me dike. “Peyva wî zû belav dibe”, yanî her ku em hewceyî rêberiyê dibin, ewê alî me bike. Bi rastî jî em ji xwendina Kitêba Pîroz, ji lêkolînkirina weşanên “xulamê dilsoz û şehreza”, ji temaşekirina JW Broadcasting, ji malpera jw.org, ji alîkariya kalên civatê û ji ligelheviya xwişk û birayan çi qas feyde distînin! (Met. 24:45). Ma tu nedîtiye ku Yehowa çi qas zû rêberiyê dide?
17 Xwişka me Simone qeweta Peyva Xwedê li ser xwe hîs kiriye. Wê xwe pir
bêqîmet didît, û wê guman dikir ku Xwedê jê razî ye. Dîsa jî, li demên ku cesareta wê winda dibû, wê her tim dua dikir ku Yehowa alî wê bike. Wekî din, wê qet dev ji lêkolînkirina Kitêba Pîroz berneda. Simone wisa dibêje: “Min her tim qewet û rêberiya Yehowa didît.” Vê yekê alî Simoneyê kir ku ew nêrîna pozîtîf xwedî bike.18. Çi îmtiyaza me heye, û em çima dixwazin pesnê Yehowa bidin?
18 Zebûrbêj zanibû ku îmtiyaza wan xizmetkarên Xwedê çi qas mezin bû. Tenê wî miletî “peyva” Xwedê û “qanûn û rêznameyên” wî standibûn (Zebûr 147:19, 20 bixwîne). Îmtiyaza me jî mezin e. Li hemû dinyayê, tenê em bi navê Xwedê tên bi nav kirin. Em Yehowa nas dikin û Peyva wî rêberiya me dike. Bi ser de, em dikarin bibin dostên wî. Wek nivîskarê Zebûr 147, sebebên me jî gelek in ku em pesnê Yehowa bidin û kesên din jî teşwîq bikin ku ew jî pesnê wî bidin.