Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 13

Îsa Mesîh ji Me re Mînak e

Îsa Mesîh ji Me re Mînak e

(1. Petrûs 2:21)

  1. 1. Xwedê çi qas qenc e,

    ew ji me hez dike.

    Wî Kurê xwe şand ji bo me wek fîdye.

    Li dinyayê, Îsa

    bi dil û can hewl da

    ji bo rûmeta navê Yehowa.

  2. 2. Îsa qîmet dida

    qanûnên Yehowa.

    Wî rêya Xwedê ji me re nîşan da.

    Her çi qas zor bû jî,

    Îsa bi dilxwazî

    daxwaza Xwedê tim pêk dianî.

  3. 3. Em emsal digirin

    Mamosteyê Mezin.

    Em jî dixwazin pesnê Xwedê bidin.

    Li ser rêya ronak

    Îsa bûye mînak.

    Bila em mîna wî bimînin pak.

(Li van ayetan jî binêre: Yûh. 8:29; Ef. 5:2; Flp. 2:5-7)