KILAM 131
Xwedê Ew Kirine Yek
-
1. Zewaca jin û mêr
benekî sê qat e.
Gava soz didin hevdû
sondeke pîroz e.
(DÎSGOTIN 1)
Li ber Xwedê wî sond xwar
ku ji wê hez bike.
Xwedê ew kirine yek,
kes wan ji hev neke!
-
2. Her tim xîret bikin
ku guh bidin Xwedê.
Tu caran xera nekin
vê sonda zewacê.
(DÎSGOTIN 2)
Li ber Xwedê wê sond xwar
ku ji wî hez bike.
Xwedê ew kirine yek,
kes wan ji hev neke!
(Li van ayetan jî binêre: 1. Mû. 2:24; Waiz 4:12; Ef. 5:22-33)