KILAM 78
Em Peyva Xwedê Hîn Dikin
-
1. Em hîn dikin Peyva Xwedê
li gor emrê Îsa.
Em gazî mirovan dikin
ser rêya Yehowa.
Em digihîjin însanan
bi xebera xêrê.
Em alî wan dikin ku ew jî
bibin dostên Xwedê.
-
2. Wek mamosteyên rastiyê
armanca me ev e
ku em ronahiyê bidin,
wek Îsa gotiye.
Em rastiya Peyva Xwedê
rind lêkolîn dikin,
da ku em hem mirovên dilpak
hem jî xwe hîn bikin.
-
3. Yehowa alî me dike
li xizmeta pîroz.
Ew hazir e ku guh bide
evdên xwe yên dilsoz.
Em hêvîdar in ku mirov
bibînin rastiyê.
Emê Peyva Xwedê hîn bikin
hetanî dawiyê.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 119:97; 2. Tîm. 4:2; Tît. 2:7; 1. Yûh. 5:14)