Çi Cûre Îsa Xilazkarê Me ye?
Caba Kitêba Pîroz
Îsa emirê xwe kire qurban û bi vê yekê rê merivên aminra vekir, ku jîyîna heta-hetayê bistînin (Metta 20:28). Lema jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Îsa “Xilazkirê dinyayê” ye (1 Yûhenna 4:14). Ev usa jî dibêje: “Bi kesekî mayîn xilazbûn tune, çimkî bin perê ezmênda navekî din merivara nehatiye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin” (Karên Şandiya 4:12).
Îsa bona her kesên ku baweriya xwe wî tînin, emirê xwe da (Îbranî 2:9; Yûhenna 3:16). Paşê: “Xwedê ew ji mirinê rakir”, û Îsa ça kesê ruhanî vegeriya ser ezmana (Karên Şandiya 3:15). Ji ezmên Îsa wê “wan xilaz ke, yêd ku bi destê wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî ew timê sax e, ku bona wan lava-navçêtiyê bike” (Îbranî 7:25).
Çima em hewce ne, wekî Îsa bona me lava-navçêtiyê bike?
Her kes ji me gunekar e (Romayî 3:23). Gune sînor danî orta me û Xwedê, û ev meriva berbi mirinê dibe (Romayî 6:23). Lê Îsa bû “piştgirê” wan, yên ku baweriya xwe wî tînin (1 Yûhenna 2:1). Ew ber Xwedê lava dike, wekî duayê me bibihê, û ser hîmê qurbanbûna wî gunê me bibaxşîne (Metta 1:21; Romayî 8:34). Ev lavayên Îsa li gora qirara Bavê wî bûn, lema jî Yehowa ev qebûl kirin. Xwedê Îsa şande ser erdê “wekî dinya pê wî xilaz be” (Yûhenna 3:17).
Gelo tenê baweriya hindava Îsa dikare me xilaz ke?
Na. Hemikî, seva ku xilaz bin, lazim e baweriya xwe Îsa bînin, lê xêncî vê yekê dîsa dewakirin hene (Karên Şandiya 16:30, 31). Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Çawa qalib bê ruh mirî ye, usa jî bawerî bêyî kira mirî ye” (Aqûb 2:26). Seva ku xilaz bin lazim e:
Îsa û Bavê wî Yehowa, nas kin (Yûhenna 17:3).
Baweriya xwe hindava wan qewî kin (Yûhenna 12:44; 14:1).
Pê qanûn û prînsîpên Xwedê bijîn (Lûqa 6:46; 1 Yûhenna 2:17). Îsa digot, wekî ne her kesên ku wîra bêjin “Xudan” wê xilaz bin, lê tenê “yê ku emirê Bavê [wîyî] Ezmana diqedîne” (Metta 7:21).
Çetinayada jî baweriya xwe xwey kin. Çimkî Îsa got: “Kî ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be” (Metta 24:13).