Kitêba Pîroz Derheqa Deheka Çi Dibêje?
Caba Kitêba Pîroz
Seva ku piştgiriya hebandina rast bikin, Îsraêliyên berê gerekê dehek a bidana, dêmek ji dehe para, pareke hebûkê, kîjan ku her sal distandin. Xwedê gote wan: “Haş ji xwe hebe çi ku tu bi hemû toximê xwe her sal ji erdê distînî, dehekê başqe kî” (Qanûna Ducarî 14:22).
Temiya derheqa deheka, pareke Qanûna Mûsa bû, kîjan ku Xwedê bi saya Mûsa dabû cimeta Îsraêlê. Ji Mesîhiya nayê dewakirinê, wekî ewana qanûna Mûsa bînin sêrî, lema jî nelazim e ku ewana deheka bidin (Kolosî 2:13, 14). Lê dewsê bi hebûka xweye matêrîalî, “dilê her kesîra çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdariyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike” (2 Korintî 9:7).
“Peymana Kevinda” Derheqa Deheka çi tê gotinê?
Peymana Kevinda derheqa deheka çend cara tê gotinê. Û heçî zef ew wan derecava girêdayî bûn, çaxê Qanûna Mûsa qewatêda bû. Lê du derece diha wedê berêva girêdayî ye, dêmek pêşiya Qanûna Mûsa.
Pêşiya Qanûna Mûsa
Li gora Kitêba Pîroz merivê pêşin, kîjan ku dehek dabû, Abram bû (Birahîm). (Destpêbûn 14:18-20; Îbranî 7:4). Ewî ew dehek ça pêşkêş, tenê carekê dabû padşê bajarê Şelîmê, kîjan ku usa jî kahîn bû. Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, wekî paşê wê yekê Birahîm û zarên wî dîsa jî dehek didan.
Merivê duda kîjan ku dehek dabû Aqûb bû, nebiyê Birahîm. Ewî soz da, ku hergê Xwedê wî kerem ke, ewê ji hemû tiştî deheka bide Xwedê (Destpêbûn 28:20-22). Hine nivîskarên Kitêba Pîroz difikirin, wekî dehekên ku Aqûb dabû, heywan bûn kîjan ku ewî qurban kiribû. Rast e Aqûb sozê xwe anî sêrî û dehek da, lê yeke ewî nekire stûyê neferên xwe, wekî ewana jî usa bikin.
Dayîna Deheka ser Hîmê Qanûna Mûsa
Ji Îsraêliyên berê, dihate dewakirinê, wekî ewana deheka bidin, seva ku piştgiriya hebandina rast bikin.
Dehek didane Lêwiya, usa jî kahîna, kîjan ku temamiya wedê xwe tesmîlî xizmetkirinê dikirin û erdê wan jî tune bû (Jimar 18:20, 21). Çaxê cimetê dehek didan Lêwiya, kîjan ku kahîn nîbûn hingê ew Lêwî “dehêka ji wê dehêkê” didane kahîna (Jimar 18:26-29).
Ça tê kifşê deheka duda jî hebû, ya her salî, ev yek ça bona hewcê Lêwiya bû, usa jî ne Lêwiya (Qanûna Ducarî 14:22, 23). Malbetên Îsraêliya ew dehek didane xebatê, seva ku bi wan xercên cejinên hersalî dadin, lê hebûn salên usa ku malbeta ew dehek didane merivên destteng seva ku aliyê wan bikin (Qanûna Ducarî 14:28, 29; 26:12).
Hesabê deheka ça têderdixistin? Îsraêliya her sal ji dehe para parek ji deremeta zeviya xwe, ça dehek didan (Qanûna Kahîntiyê 27:30). Hergê Îsraêlî dixwest pê pera dehek bida, hingê gerekê 20 selef ser qîmetê dehekda zêde kira (Qanûna Kahîntiyê 27:31). Îsraêlî usa jî gerekê “dehekên ji dêwêr yan pêz” bidana (Qanûna Kahîntiyê 27:32).
Seva ku dehek bidana, Îsraêliya gerekê ji hemû cûre heywanên xwe, dehek bidana. Li gora qanûnê îzina wan tunebû, ew heywan bicêribandana, dewsa wan yên din hildana, yan jî dewsê pere bidana (Qanûna Kahîntiyê 27:32, 33). Lê deheka duda kîjan bona cejina hersalî bû, dikaribûn dewsê pere bidana, bi saya wê yekê Îsraêliyên ku ji ciyê derbazkirina cejinê dûr dijîtin dikaribûn hêsa dehek tevî xwe baniyana (Qanûna Ducarî 14:25, 26).
Îsraêlî kengê dehek didan? Îsraêliya her sal dehek didan (Qanûna Ducarî 14:22). Tenê her saleke hefta wana dehek nedida. Ew sala şemiyê bû, yanê sala hêsabûnê, çaxê Îsraêlî zeviyada nedixebitîn û tu tişt nediçandin (Qanûna Kahîntiyê 25:4, 5). Ji bo wan derecên mexsûs, wê salê dehek top nedikirin. Her sala sisiya û şeşa, Îsraêliya pareke deheka duda, didane merivên destteng û Lêwiya (Qanûna Ducarî 14:28, 29).
Hergê meriv dehek nedida, gelo ew dihate cezakirinê? Qanûna Mûsada nedihate gotinê, ku meriv gerekê bê cezakirinê hergê deheka nede. Xwedê dixwest wekî Îsraêlî dehek bidin, ne ji bo tirsa cezakirinê, lê ewî dixwest wekî ewana ferzbûna wê dewakirinê fem bikin. Seva ku Xwedê Îsraêlî kerem kirana, wana gerekê ber wî eyan kirana ku wana dehek bi temamî da (Qanûna Ducarî 26:12-15). Hergê kesekî dehek nedida, ev bona Xwedê mîna wê yekê bû, ku ça bêjî ew kes ji wî didize (Malaxî 3:8, 9).
Gelo dehek bona cimetê bargiranî bû? Na. Xwedê soz dabû, ku hergê Îsraêlî timê deheka bidin, wê wana kerem ke û ewana wê hewcê tu tiştî nîbin (Malaxî 3:10). Lê çaxê cimetê dehek nedidan, ewana diçerçirîn. Ça tê kifşê Îsraêlî xwexa neheq bûn, çaxê Xwedê wana kerem nedikir. Xêncî wê yekê gava kahîn û Lêwî bê alîkariya matêrîalî diman, ewana mecbûr bûn bixebitin seva ebûra xwe bikin. Lema jî wana nikaribû xizmet kira (Nehemiya 13:10; Malaxî 3:7).
“Peymana Nûda” Derheqa Deheka çi tê gotinê?
Çaxê Îsa ser erdê bû, hingê jî gerekê dehek bidana. Lê paşî mirina wî ew dewakirin hate hildanê.
Wedê Îsa
Ji peymana Nû tê kifşê, ku Îsraêliya berdewam dikirin dehek didan hingê jî, gava Îsa ser erdê bû. Ji giliyê Îsa tê kifşê, ku eseyî bû wekî cimet deheka bide. Lê Îsa sûcdar dikir wan serwêrên rêlîgiya, yên ku ev qanûn hûr bi hûr dianîne sêrî, lê ew tişt çi ku diha ferz bû, pişt guhê xweva davîtin, dêmek “heqiyê, remê û baweriyê” (Metta 23:23).
Paşî mirina Îsa
Paşî mirina Îsa, Qanûna Mûsa hate hildanê. Lema jî îda nelazim bû “ji cimetê dehekê bistînin” (Îbranî 7:5, 18; Efesî 2:13-15; Kolosî 2:13, 14).
a Ferhengeke Kitêba Pîrozda, derheqa deheka usa tê gotinê: “Dehek ew ji dehe para, pareke hebûkê ye, kîjan ku bona nêtên mexsûs başqe dikirin. . . . Dehek, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, bona hewcên hebandinê didane xebatê” (Harper’s Bible Dictionary, rûpêla 765).