Îsa Rûva Yekî Çawa bû?
Caba Kitêba Pîroz
Tu kes sed selefî nizane Îsa rûva yekî çawa bû, çimkî Kitêba Pîrozda derheqa wê yekê nayê gotinê. Dêmek ew yek ferz nîne. Lê dîsa jî ji Kitêba Pîroz em dikarin derheqa wê yekê hine tişt pêbihesin.
Çiv-çînê wî: Îsa Cihû bû û diqewime ji diya wî çiv-çînê Îbraniya derbazî wî bibûn (Îbranî 7:14). Ça tê kifşê rûyê wî mexsûs nîbû. Hergê usa nîbûya, ewî wê nikaribûya dizîva ji Celîlê heta Orşelîmê biçûya (Yûhenna 7:10, 11). Usa jî eyan e ku ew rûva ji şagirtên xwe cude nedibû, çawa yekî mexsûs. Bînin bîra xwe ewê derecê, çaxê Cihûda eskerara nîşan da, ku Îsa kîjan e (Metta 26:47-49).
Dirêjaya porê wî: Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Porê dirêj rewşa mêr davêje”, lema jî porê Îsa wê dirêj nîbûya (1 Korintî 11:14).
Riyê wî: Riyê Îsa hebû. Ewî dianî sêrî ev yek, çi ku qanûna Cihûya dewa dikir, dêmek wekî mêr “serê rûdana xwe nebire” (Qanûna Kahîntiyê 19:27; Galatî 4:4). Usa jî pêxembertiya derheqa cefên Îsa dida kifşê, wekî wê riyê wî hebe (Îşaya 50:6).
Bejn-bal: Hilbet Îsa aliyê fîzîkîda yekî gelek qewî bû. Ewî wedê xizmetiya xwe gelek rêwîtî dikir (Metta 9:35). Ewî du cara paristgeha Cihûya temiz kir, ku textê bazirgana weldigerand û carekê pê qamçî pez û dewarê wan ji paristgehê derxist (Lûqa 19:45, 46; Yûhenna 2:14, 15). Kitêbekêda “McClintock and Strong’s Cyclopedia” usa tê gotinê: “Ji çar kitêbên Mizgîniyê tê kifşê, wekî [Îsa] yekî sihet-qewat bû” (Derxistina IV, rûpêla 884).
Beşera wî: Îsa yekî dilgerm û dilşewat bû, bêşik ew yek ji beşera wî jî dihate kifşê (Metta 11:28, 29). Hemû cûre meriv diçûne bal wî, ku ji wî berdilî û alîkariyê bistînin (Lûqa 5:12, 13; 7:37, 38). Hela hê zara jî xwe bal wî rihet texmîn dikir in (Metta 19:13-15; Marqos 9:35-37).
Nihêrandina nerast ku Îsa rûva yekî çawa bû
Nihêrandina nerast: Ji bo wê yekê ku kitêba Eyantîda porê Îsa beramberî hiriyê dibe û nigê wî jî beramberî “sifirê” xas, hinek difikirin, wekî Îsa eslê xweda ji Afrîkayê bû (Eyantî 1:14, 15).
Îzbatî: Kitêba Eyantî bi sîmbola nivîsar e (Eyantî 1:1). Porê Îsa ku mîna hiriyê ye û nigên wî mîna sifirê xas in, bi sîmbolîk didine kifşê hunurên Îsa paşî saxkirina wî ji mirinê. Lê ew yek nade kifşê, ku ew rûva yekî çawa bû gava ser erdê bû. Eyantî 1:14-da ku tê gotinê: “Porê serê wî mîna hiriya qerqaş û mîna berfê sipî bû”, dîna me dide ne ku ser cûrê por, lê ser reng. Rengê sipî sîmbola bîlaniyê ye, ku çiqas salên emir zêde dibin, bîlanî jî hê zêde dibe (Eyantî 3:14). Vê rêzêda porê Îsa ne ku tenê beramberî hiriyê dibe, lê usa jî beramberî berfê.
Nigên Îsa beramberî “sifirê xasî ji kûra agir derxistî” dibin (Eyantî 1:15). Usa jî rûyê wî “mîna royê bû ku temamiya qewata xweva şewq” dida (Eyantî 1:16). Tû miletekî usa tuneye ku rengê çermê wan wî cûreyî be, lema jî ew yek bi sîmbolîk dide kifşê ku Îsayê saxkirî “nava ronayiyêda ye” (1 Tîmotêyo 6:16).
Nihêrandina nerast: Îsa yekî sist û belengaz bû.
Îzbatî: Îsa mêrekî qewî û zor bû. Mesele çaxê esker hatin ku wî bigirin, ew bi mêrxasî ber wan sekinî (Yûhenna 18:4-8). Îsa usa jî diqewime fîzîkîda qewî bû, çimkî ew necar bû û bi hacetên necariyê, yên desta, dixebitî (Marqos 6:3).
Lê çima Îsara alîkarî lazim bû, gava ewî stûna xweye cefê dibir? Û çima ew ji du qaçaxa zûtir mir? (Lûqa 23:26; Yûhenna 19:31-33) Ew cêribandinên ku pêşiya mirinê rastî Îsa hatin, gelek qewat ji wî standin. Ew temamiya şevê ji bo halê xweyî giran raneza (Lûqa 22:42-44). Wê şevê Cihûya qerfê xwe wî dikirin, lê sibetirê Romaya wî gelek diçerçirandin (Metta 26:67, 68; Yûhenna 19:1-3). Evan hemû tişta mirina wî lez xistin.
Nihêrandina nerast: Îsa timê medekirî û mitalada bû.
Îzbatî: Îsa pir baş xeyset-hunurên Bavê xweyî ezmanî, Yehowa, kîjan ku Kitêba Pîrozda tê navkirinê “Xwedêyê xwezilî”, eyan dikir (1 Tîmotêyo 1:11; Yûhenna 14:9). Xêncî wê yekê, Îsa merivên din jî hîn dikir, ku çi bikin wekî bextewar bin (Metta 5:3-9; Lûqa 11:28). Ev îzbatî nîşan dikin, wekî beşera Îsa timê xweş û şa bû.