Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 40

KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost

Yehowa “Dilşkestîya Qenc Dike”

Yehowa “Dilşkestîya Qenc Dike”

“Dilşkestîya qenc dike û birînên wan dipêçe” (ZEBÛR 147:3).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin, ku Yehowa merivên dilşkestî dibe xweyî û ber dilê wanda tê, û usa jî alî me dike wekî em jî ber dilê kesên dinda bên.

1. Yehowa hindava xizmetkarên xweda çawa ne?

 YEHOWA her tiştî divîne, him şabûna me him jî derdên me (Zebûr 37:18). Gava ew divîne ku em çetinayada jî berdewam dikin jêra xizmet kin, ew gelekî şa dibe. Usa jî ew hazir e ber dilê meda bê û alî me bike.

2. Yehowa bona kesên dilteng çi dike, û em çawa dikarin ji alîkariya wî karê bistînin?

2 Zebûr 147:3 dibêje, wekî Yehowa birînên dilşkestiya dipêçe. Ev rêz nîşan dike, ku Yehowa çawa kesên xemgîn dibe xweyî. Gelo em gerekê çi bikin, wekî ji alîkariya Yehowa karê bistînin? Were em dîna xwe bidine vê meselê: Doxdirekî baş û hoste dikare alî kesekî birîndar bike, wekî ew qenc be. Lê dîsa jî lazim e, wekî kesê birîndar rind guh bide temiyên doxdir. Vê gotarêda emê bivînin ku bi saya Kitêba Pîroz, Yehowa merivên diltengra çi dibêje, û em çawa dikarin guh bidine şîretên wî.

YEHOWA ME QÎMET DIKE

3. Hine meriv çira xwe bêqîmet hesab dikin?

3 Îro nava merivada hezkirin sar bûye û gelek kes xwe bêqîmet hesab dikin. Xûşkeke bi navê Hêlên, a usa dibêje: “Ez malbeteke usada mezin bûme kîderêda hezkirin tune bû. Bavê min yekî sert bû û timê digote min, ku ez hêjayî tiştekî nînim”. Gelo tiştên usa hatine serê te jî? Hergê erê, dibeke tera çetin e bawer kî, ku kesek bi rastî te hez dike.

4. Li gora Zebûr 34:18, Yehowa çi soz dide me?

4 Hergê hine meriva xirabî li te kirine, dîsa jî bawer be wekî Yehowa gelekî te hez dike û te qîmet dike. Belê, Ew “nêzîkî dilşkestîya ye” (Bixûne Zebûr 34:18). Hergê tu xwe bêqîmet hesab dikî, bîne bîra xwe wekî Yehowa çawa dilê teda qencî dît û tu kişandî berbi xwe (Yûhenna 6:44). Ew hertim hazir e bê hewara te, çimkî tu bona wî gelek qîmet î.

5. Em çi hîn dibin ji vê yekê, ku Îsa hindava van merivada çawa bû, yên ku xwe nimiz hesab dikirin?

5 Ji mesela Îsa em dikarin derheqa hestên Yehowa pêbihesin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî dîna xwe dida wan meriva, kîjan ku xwe nimiz hesab dikirin, û dilê wî ser wan dişewitî (Metta 9:9-12). Gava jinikeke nexweş dest da kincê wî, çimkî difikirî ku usa ewê ji nexweşiya xwe qenc be, Îsa ber dilê wêda hat û bona baweriya wê payê wê da (Markos 5:25-34). Îsa bi temamî çev dide bavê xwe Yehowa (Yûhenna 14:9). Lema jî bawer be ku Yehowa te qîmet dike û hunurên teye baş divîne. Mesele, ew baweriya te divîne û zane wekî tu wî hez dikî.

6. Hergê em xwe bêqîmet hesab dikin, em çi dikarin bikin?

6 Hergê tu carna xwe bêqîmet hesab dikî, tu çi dikarî bikî? Rêzên ku nîşan dikin, wekî Yehowa çiqasî me qîmet dike, bixûne û ser wan kûr bifikire b (Zebûr 94:19). Xwe beramberî kesên din neke û dîna xwe nede ser van tişta, çi ku tu nikarî bikî. Yehowa yekî dilovan e û van tişta ji me dewa nake, çi ku ji qewata me der e (Zebûr 103:13, 14). Hergê kesekî xirabî li te kiriye, bona vê yekê xwe sûcdar neke. Ev yek neheqiya te nîne! Bîr neke ku Yehowa wê dîwana kesên neheq bike, ne ku yên zirardîtî (1 Petrûs 3:12). Sandra, ya ku zarotiyêda rastî neheqiyê dihat, usa dibêje: “Ez timê ji Yehowa alîkariyê dixwazim, wekî van xeyset-hunurên baş nav xweda bivînim, yên ku Ew nav minda divîne”.

7. Çi dikare alî me bike halê meriva fem kin?

7 Yehowa dikare te bide xebatê, wekî alî kesên din bike. Şixulê belakirina mizgîniyêda tu hevalkarê Yehowa yî (1 Korintî 3:9). Ev yek ku tu emirê xweda rastî gelek tengasiya hatî, tu dikarî halê kesên din diha baş fem kî. Tu dikarî cûre-cûre aliyada alî meriva bikî. Xûşka me Hêlênê ji kesên din alîkarî standiye û niha xwexa jî hazir e alî kesên din bike. Ew dibêje: “Berê min xwe bêqîmet hesab dikir, lê Yehowa nîşanî min kir, wekî kesên din min hez dikin û ez yeke qîmet im”. Niha Hêlên bi şabûnê ça pêşengê hertim xizmet dike.

YEHOWA DIBAXŞÎNE ME

8. Îşaya 1:18-da Yehowa çi dibêje me?

8 Hine xizmetkarên Yehowa ji bo şaşiyên, ku wana yan berê yan paşî nixumandinê kiribûn, gelek dilteng in. Lê em gerekê bîr nekin, wekî Yehowa qurbaneke qîmet bona me daye, çimkî ew me hez dike û ew dixwaze ku em pêşkêşa wî qebûl kin. Yehowa mera dibêje, ku hergê me ‘doza’, c dêmek problêma orta xwe û wîda safî kiriye, ew gunên me bi temamî dibaxşîne (Bixûne Îşaya 1:18). Belê, Yehowa gelek dilovan e û ew gunên meye berê nayne bîra xwe! Him jî ew tu car qenciya me bîr nake (Zebûr 103:9, 12; Îbranî 6:10).

9. Çima ferz e wekî em hiş-aqilê xwe nedine ser tiştên berê?

9 Hergê tu ji bo şaşiyên xweye berê dilteng dibî, xîret bike wekî tu hiş-aqilê xwe bidî ser roja îroyîn û axiriyê, ne ku ser tiştên berê. Were em mesela Pawlosê şandî şêwir kin. Hemikî ew poşman dibû ji bo vê yekê, ku ewî Mesîhî dizêrandin, lê ewî zanibû ku Yehowa baxşandiye wî (1 Tîmotêyo 1:12-15). Paşî vê yekê, gelo ew dîsa jî ser gunên xweye berê difikirî? Em zanin ku Pawlos ser pêşdaçûyînên xweye berê nedifikirî, çaxê ew Fêrisîkî xweyîqedir bû. Bê şik, ewî usa jî hiş-aqilê xwe nedida ser şaşiyên xweye berê (Fîlîpî 3:4-8, 13-15). Pawlos diha zêde hiş-aqilê xwe dida ser xizmetiya xwe û dîna xwe dida ser axiriyê. Çawa Pawlos, tu jî nikarî kirên xweye berê biguhêzî. Lê tu dikarî îroda rûmetê bidî Yehowa û hîviyê bî heta ew sozên xwe bîne sêrî.

10. Hergê me berê zirar daye hine kesa, em çi dikarin bikin?

10 Dibeke tu dilteng dibî, çimkî te zirar daye kesên din, yan dilê wan êşandiye. Dereca usada gelo tu çi dikarî bikî? Çiqas ji destê te tê, her tiştî bike wekî heleqetiya xwe tevî wan baş kî û ji dil baxşandinê bixwazî (2 Korintî 7:11). Xêncî vê yekê, ji Yehowa hîvî ke, wekî ew alî wan meriva bike, dilê kîjana te êşandiye. Yehowa dikare sebir û edilayê him bide te, him jî kesên ku te dilê wan êşandiye.

11. Em dikarin ji serhatiya Ûnis pêxember çi hîn bin? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Ji şaşiyên xweye berê dersê hîn be û îzinê bide, ku Yehowa te li gora nêta xwe bide xebatê. Serhatiya Ûnis pêxember bînin bîra xwe. Dewsa ku guh bide Xwedê û here Nînewayê, Ûnis revî çû alîkî din. Ew ji aliyê Yehowava hate şîretkirinê û ji şaşiya xwe ders stand (Ûnis 1:1-4, 15-17; 2:7-10). Yehowa ew înkar nekir, lê dîsa mecal da wî, wekî ew here Nînewayê. Hingê îda Ûnis guh da Xwedê. Rast e ew bona şaşiya xwe poşman dibû, lê ew dîsa jî hazir bû, ku vê cabdariyê ji Yehowa qebûl ke (Ûnis 3:1-3).

Çaxê Ûnis pêxember sax-silamet ji zikê mesiyê mezin derket, Yehowa jêra dîsa got ku gerekê ew here Nînewayê û fermana wî elam ke (Binihêre abzasa 11)


YEHOWA BI SAYA RUHÊ PÎROZ DILBÎNIYÊ DIDE ME

12. Gava em rastî derdekî giran tên, Yehowa çawa dilbîniyê dide me? (Fîlîpî 4:6, 7)

12 Gava tiştekî xirab tê serê me, Yehowa bi saya ruhê pîroz dilbîniyê dide me. Dîna xwe bidine serhatiya Karol û Ron. Ewana gelek dilşkestî bûn, çimkî kurê wan xwe kuşt. Ewana dibêjin: “Berê jî em rastî hine tengasiya hatibûn, lê ew derdekî lapî giran bû. Gelek cara xew nedikete çevê me û me Yehowara dua dikir. Hingê edilayîke usa dikete dilê me, çawa Fîlîpî 4:6, 7-da tê gotinê” (Bixûne). Gava tu rastî derdekî giran têyî, tu dikarî dilê xwe Yehowara vekî û çiqas dixwazî jêra xeber dî (Zebûr 86:3; 88:1). Timê lava ke, wekî ew ruhê xweyî pîroz bide te. Yehowa wê tu car xwestina te pişt guhê xweva nevêje (Lûqa 11:9-13).

13. Ruhê pîroz ça dikare alî me bike, ku em bi aminî Yehowara xizmet kin? (Efesî 3:16)

13 Gelo tu ji bo tengasîke xwe qidûm ketî? Ruhê pîroz dikare qewatê bide te, wekî tu bikaribî bi aminî Yehowara xizmet kî (Bixûne Efesî 3:16). Dîna xwe bidê, çi hatibû serê xûşkeke me bi navê Flora. Ewê tevî mêrê xwe ça mîsyonêr xizmet dikir. Lê paşê mêrê wê lê hîşt û ewana ji hev qetiyan. Flora dibêje: “Ji bo neaminiya wî, ez gelek dilşkestî bûm û ew yek ji hişê min dernediket. Min ji Yehowa lava dikir, ku ew ruhê pîroz bide min, wekî ez bikaribim teyax kim. Yehowa birîna dilê min qenc kir û ez ji vî halê bêçare derxistim”. Baweriya Florayê diha qewî bû, û ew zane ku ew rastî çi tengasiya jî bê, Yehowa wê kêleka wê be û alî wê bike. Ew dibêje wekî ev giliyên Kitêba Pîroz nîşan dikin, ku ça Yehowa alî wê kiriye: “Ezê bibezim rîya emirên Teda, gava zêde kî min aqilda” (Zebûr 119:32).

14. Em ça dikarin îzinê bidin, wekî ruhê pîroz alî me bike?

14 Hergê tu dixwazî ku Yehowa ruhê pîroz bide te, gelo tu çawa dikarî li gora vê xwestinê hereket bikî? Ji bo vê yekê, gerekê tu kirên usava mijûl bî, yên ku rê vedikin wekî tu hê zêde ruhê pîroz bistînî. Mesele, gerekê tu herî civîna û merivara mizgîniyê bela kî. Usa jî tu gerekê Kitêba Pîroz her roj bixûnî, wekî fikirên Yehowa bikevine dilê te (Fîlîpî 4:8, 9). Gava tu Kitêba Pîroz dixûnî, dîna xwe bide kesên ku rastî tengasiya dihatin, û têderxe ku Yehowa çawa alî wan dikir, wekî ewana sebir kin. Sandra, ya ku rastî çend tengasiyên giran hatibû, usa dibêje: “Serhatiya Ûsiv bi rastî jî dilê min qewî dike. Ewî îzin nedida ku tengasî û neheqî dostiya wî tevî Yehowa sist kin” (Destpêbûn 39:21-23).

YEHOWA BI SAYA XÛŞK-BIRA DILBÎNIYÊ DIDE ME

15. Em ji kê dikarin berdiliyê bistînin, û ewana çawa dikarin alî me bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Gava em derdekî dikişînin, em dikarin ji xûşk-bira dilbînîke mezin bistînin (Kolosî 4:11). Yehowa hezkirina xwe mera bi saya xûşk-birên me eyan dike. Gava xûşk-bira guh didine me, kêleka me disekinin, rêzeke xweş nîşanî me dikin, yan tevî me dua dikin, em berdiliyê distînin d (Romayî 15:4). Carna dibeke xûşk yan birak bîne bîra me, ku nihêrandina Yehowa Xwedê çi ye, û bi vî cûreyî dilê me rihet ke. Hine xûşk-bira bi cûrên din jî dikarin alî me bikin. Mesele, gava em tengasiyêda nin, dibeke ewana bona me xwarinê hazir kin, yan jî bona hewcên meye din xem bikin.

Dostên bi îtbar û cêribandî dikarin alîkarî û dilbîniyê bidine me (Binihêre abzasa 15)


16. Seva ku em alîkariyê bistînin, dibeke lazim be em çi bikin?

16 Seva ku em alîkariya kesên din bistînin, dibeke lazim be wekî em raste-rast alîkariyê ji wan bixwazin. Xûşk-bira me hez dikin û hazir in alî me bikin (Metelok 17:17). Lê dibeke ewana nizanin ku em çi texmîn dikin, yan hewcê çi ne (Metelok 14:10). Lema jî dilê xwe hevalên xwera veke û derdê xwe wanra gilî ke. Wanra bêje tu hewcê çi yî. Tu usa jî dikarî tevî rûspîk yan du rûspiya xeber dî, tevî kîjana tu nêzîk î. Hine xûşk dilbînî standine, gava tevî xûşkeke gihîştî xeber dane.

17. Çi dikare bibe sebeb, ku em ji xûşk-bira hêlanê nestînin, û em gerekê çi bikin?

17 Ji bo problêmên xwe, dibeke tu carna dixwazî tenê bimînî. Diqewime xûşk-bira carna te nerast fem kin yan jî bi giliyên xwe dilê te bêşînin (Aqûb 3:2). Dîsa jî xwe ji xûşk-bira dûr negire. Rûspîkî bi navê Gavîn, yê ku ji dêprêsiyayê diçerçire, usa dibêje: “Gelek car ez qe naxwazim tevî hevalên xwe wede derbaz kim”. Dîsa jî Gavîn nakeve heyra hestên xwe, û ew ji xeberdana tevî hevalên xwe karê divîne. Xûşkeke bi navê Êmî usa dibêje: “Rûyê tiştên berêda ku hatibûn serê min, minra çetin e îtbariya xwe meriva bînim. Lê ez hîn dibim, ku mîna Yehowa xûşk-bira hez bikim û îtbariya xwe wan bînim. Ez zanim ku ev yek dilê Yehowa şa dike, û ev yek dilê min jî şa dike”.

SOZÊN YEHOWA DILBÎNIYÊ DIDINE ME

18. Zûtirekê Yehowa wê çi bike, û îro em çi dikarin bikin?

18 Zûtirekê Yehowa wê me bi temamî qenc ke û ji hemû kul-derda xilaz ke (Eyantî 21:3, 4). Hingê tiştên berê wê îda neyêne bîra me (Îşaya 65:17). Çawa me dît, Yehowa niha jî birînên me dipêçe. Ew bi gelek cûra alî me dike û dilbîniyê dide me. Lema jî alîkariya wî qebûl ke û tu car dudilî nebe, ku ‘ew bona te xem dike’! (1 Petrûs 5:7)

KILAMA 7 Yehowa Qewata Me ye

a Navên vê gotarêda hatine guhastinê.

b Binihêre çargoşe “ Yehowa Te Qîmet Dike”.

c Seva ku em ‘doza’ orta xwe û Yehowada safî kin, gerekê em ji dil tobe bikin, ji wî baxşandinê bixwazin û xwe rast kin. Usa jî hergê me gunekî giran kiriye, em gerekê ji rûspiyên civatê alîkariyê bixwazin (Aqûb 5:14, 15).

d Mesele binihêre hine rêzên ji edebyeta bi navê Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike, binserî “Xemgînî” û “Berdilî”.