Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo bilindaya eywana paristgeha Silêman çiqas bû?

Wedê berê meriv vî eywanîra derbaz dibûn, ku bikevine ciyê pîroz li paristgehê. Li gora derxistina Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”, yên ku pêşiya sala 2023 hatibûne welgerandinê, tê gotinê wekî dirêjaya eywana pêşiya malê, 20 enîşk bû, ku lo gora beraya malê bû û bilindaya wî 120 enîşk bû (2 Dîrok 3:4). Hine welgerandinên dinda jî tê gotinê, ku bilindaya eywan “120 enîşk” bû, dêmek 53 mêtr bû.

Lê Kitêba Pîrozda Welgerandina “Dinya Teze”, ya neşirkirina sala 2023-da, derheqa eywana paristgeha Silêman usa tê gotinê: “Bilindaya wî 20 enîşk bû”, dêmek weke 9 mêtr. a Gelo meniya vê guhastinê çi ye?

1 Padşatî 6:3 besa bilindaya eywan nake. Vê rêzêda, Yêremya pêxember, yê ku nivîskarê vê kitêbê bû, besa dirêjayî û kûrahiya eywanê kir, lê ewî besa bilindaya eywan nekir. Paşê serê dinda, ewî hûr bi hûr besa hine parên din yên paristgehê kir. Mesele, ewî besa hewza hesin kir, deh lingdanka û du stûnên ji tûnc kir, yên ku derva li ber eywanê bûn (1 Padşatî 7:15-37). Hergê bilindaya eywan bi rastî jî zêdetirî 50 mêtra bûya û ji parên din yên paristgehê bilindtir bûya, wekî usa ne Yêremya çira besa bilindaya wî nekir? Çend qirna şûnda jî, nivîskarên Cihû gotin ku bilindaya eywan ji parên din yên paristgeha Silêman bilindtir nîbû.

Bi nihêrandina hine zandara, dîwarên paristgehê wê nikaribûna eywanekî 120 enîşkî bigirtana. Wedê berê avayên bilind, yên ku ji kevir û kelpîça dihatine avakirinê, jêra van fire bûn û çiqas ber bi jor diçûn haqas zirav dibûn, mesele dergehên Misirê. Lê paristgeha Silêman usa nîbû. Li gora nihêrandina zandara, qalimaya dîwara, herî zêde 6 enîşk bû, dêmek 2,7 mêtr. Lema jî terîxzanekî arkîtêktûrayê, Têodor Bûsînk usa got: “Li gora qalimaya dîwara [sivdera paristgehê], ne logîkî ye ku [bilindaya] eywan 120 enîşkî bûya”.

Dibeke giliyên ji 2 Dîrok 3:4 nerast hatine kopîkirinê. Rast e, li gora hine destnivîsarên kevin, vê rêzêda tê gotinê “120”, lê hine destnivîsarên bi îtbar, mesele Kodêksa Alêksandrîda, ya ku qirna pêncada hatiye nivîsarê, û Kodêksa Ambrosiyanûs, ya ku qirna şeşada hatiye nivîsarê, tê gotinê “20 enîşk”. Ser zimanê Îbranî, xebera “sed” gelekî mîna xebera “enîşk e”. Lema jî, dibeke nivîskarekî dewsa xebera “enîşk” xebera “sed” nivîsiye.

Em çiqas jî xîret dikin ku van dêtala hûr bi hûr fem kin û paristgeha Silêman ser şikila rast nîşan kin, bona me tiştê herî ferz ev e, ku ev paristgeh tê hesabê siya paristgeha ruhanî. Em gelek ji Yehowa razî ne, ku ewî gazî me kiriye, wekî em vê paristgeha mezinda jêra xizmet kin! (Îbranî 9:11-14; Eyantî 3:12; 7:9-17)

a Spartinek nîşan dike, ku “hine destnivîsarên kevinda tê gotinê ‘120’, lê hine destnivîsar û hine welgerandinada tê gotinê ‘20 enîşk’”.