Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

BONA LÊKOLÎNÊ

Merivên Amin Xweyê Sozên Xwe ne

Merivên Amin Xweyê Sozên Xwe ne

Bixûne Hakimtî 11:30-40, wekî pêbihesî ku Yeftah û qîza wî ça xweyê sozê xwe bûn.

Dîna xwe bide kontêkstê. Îsraêliyên amin hindava sondên xweda ça bûn? (Jimar 30:2) Yeftah û qîza wî ça baweriya xwe nîşan kirin? (Hakimtî 11:9-11, 19-24, 36)

Diha kûr lêkolîn ke. Gava Yeftah sond xwar, dibeke nêta wî çi bû? (w16.04 7 ¶12) Yeftah û qîza wî çi kirin, wekî sonda wî baniyana sêrî? (w16.04 7-8 ¶14-16) Roja îroyîn Mesîhî çi sond dixwin? (w17.04 5-8 ¶10-19)

Bifikire ku ça vê yekê bidî xebatê, çi ku hîn bûyî. Ji xwe bipirse:

  • Çi dikare alî min bike, wekî sonda xweye tesmîlbûyînê, ku heta-hetayê Yehowara xizmet kim, bînim sêrî? (w20.03 13 ¶20)

  • Seva ku ez hê zêde Yehowara xizmet kim, gelo ez çi dikarim bikim?

  • Çi dikare alî min bike, ku sonda xweye zewacê neteribînim? (Metta 19:5, 6; Efesî 5:28-33)