Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 49

KILAMA 147 Emirê Heta-Hetayê Sozdayî

Tu Gerekê Çi Bikî, wekî Jîyîna Heta-Hetayê Bistînî?

Tu Gerekê Çi Bikî, wekî Jîyîna Heta-Hetayê Bistînî?

“Her kesê ku Kur qebûl dike û wî bawer dike, [] jîyîna heta-hetayê bistîne” (YÛHENNA 6:40).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin ku him kesên bi ruh bijartî, him jî pezên din, ji qurbana Îsa çawa karê distînin.

1. Hine kes derheqa jîyîna heta-hetayê çi difikirin?

 GELEK meriv bona sihet-qewata xwe xwarina baş dijbêrin û sportêva mijûl dibin. Dîsa jî ewana zanin, ku ev yek wê alî wan neke, wekî timê cahil bimînin û nemirin. Ewana diqewime difikirin ku jîyîna heta-hetayê tiştekî nebûyî ye. Lê Yûhenna 3:16 û 5:24-da, Îsa got ku “jîyîna heta-hetayê” rêalî ye.

2. Kitêba Yûhenna serê 6 derheqa jîyîna heta-hetayê çi dibêje? (Yûhenna 6:39, 40)

2 Rojekê Îsa bi saya keremetekê bi hezara jin, mêr û zar pê nan û mesiya têr kir. a Meriv ser vê keremetê ecêbmayî man, lê tiştên ku ewî rojek şûnda gotin, hê ecêbmayî bûn. Meriv pey wî çûne Kepernahûmê, nêzîkî Celîlê. Wêderê ewî wanra got, ku meriv dikarin ji mirinê bêne rakirinê û jîyîna heta-hetayê bistînin (Bixûne Yûhenna 6:39, 40). Bifikire ku ew yek bona heval û merivên teye hezkirî, yên ku mirine, çi tê hesabê. Giliyên Îsa nîşan dikin, ku gelek kes wê ji mirinê bêne rakirinê, û him tu him jî hezkiriyên te, dikarin heta-hetayê bijîn. Lê paşê Îsa tiştekî din jî got, û gelek kesa gotinên wî fem nekirin. Heta îro jî, gelek meriv van giliya fem nakin. Were em binihêrin ku ewî çi gotibû.

3. Li gora Yûhenna 6:51, Îsa derheqa xwe çi got?

3 Merivên Kepernahûmêda hevgirêdana nanê ku Îsa dabû wan û mana, ku Yehowa dabû kal-bavên wan, dîtin. Kitêba Pîrozda mana tê navkirinê nanê “ji ezmên” (Zebûr 105:40; Yûhenna 6:31). Ser hîmê vê yekê, Îsa hine tiştên ferz ewana hîn kirin. Rast e mana keremeta ji Xwedê bû, lê kesên ku ev mana dixwarin, axiriyêda dîsa jî dimirin (Yûhenna 6:49). Lê Îsa xwe nav kir ça “nanê rast ji ezmên”, “nanê Xwedê” û “nanê jîyînê” (Yûhenna 6:32, 33, 35). Îsa dîna guhdara kişande ser firqiya mezine orta xwe û manayê, ya ku Xwedê dabû Îsraêliya. Ewî got: “Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê û jîyînê dide, ez im. Hergê kesek vî nanî bixwe, ewê heta-hetayê bijî” (Bixûne Yûhenna 6:51). Cihûya fem nekir ku Îsa çira xwe nav kir “nanê” ji ezmên û çira ew ji manaya ku Xwedê dabû kal-bavên wan, çêtir e. Hingê Îsa usa got: “Ev nan bedena min e, ya ku ezê bidim wekî dinya bijî”. Gelo ev gilî çi têne hesabê? Gelek ferz e wekî em wan giliyên Îsa rind fem bikin, çimkî usa emê bizanibin ku ça dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin. Were em niha derheqa vê yekê şêwir kin.

NANÊ KU JÎYÎNÊ DIDE Û BEDENA ÎSA

4. Hine meriv çira ser giliyên Îsa ecêbmayî man?

4 Gava Îsa got ku ewê bedena xwe berva bide, “wekî dinya bijî”, guhdarên wî ecêbmayî man. Ewana dibeke difikirîn, ku Îsa wê raste-rast bedena xwe ça xwarin bide wan (Yûhenna 6:52). Serda jî Îsa usa got: “Ez rast wera dibêjim, hergê hûn ji bedena Kurê însên nexwin û xûna wî venexwin, hûnê jîyînê nestînin” (Yûhenna 6:53).

5. Em ji ku zanin ku Îsa nedixwest bigota, wekî meriv gerekê raste-rast xûna wî vexwin?

5 Rojên Nuhda, Xwedê vexwarina xûnê qedexe kiribû (Destpêbûn 9:3, 4). Yehowa ew qedexa derheqa xûnê vê Qanûnêda jî wekiland, ya ku ewî dabû miletê Îsraêlê, û cezaya teribandina vê qanûnê, mirin bû (Qanûna Kahîntiyê 7:27). Îsa jî merivara digot, wekî ewana xwe li Qanûnê bigirin (Metta 5:17-19). Lema jî gotina Îsa nedihate hesabê, ku ewana gerekê raste-rast bedena wî bixwin yan xûna wî vexwin. Bi rastî Îsa bi van giliya dixwest meriv hîn kirana, ku ewana ça dikarin “jîyîna heta-hetayê” bistînin (Yûhenna 6:54).

6. Em ji ku zanin ku giliyên Îsa derheqa xwarina bedena wî û vexwarina xûna wî bi sîmbolîk bûn?

6 Eşkere ye, wekî Îsa ev gilî bi sîmbolîk digotin, ne ku raste-rast. Ew yek usa jî tê kifşê ji xeberdana Îsaye tevî jinikeke Samerî. Ewî jêra gotibû: “Kî ku ji wê avê vexwe ya ku ezê bidimê, wê tu car tî nebe. Ew av wê nav wîda bibe kanîke ku jîyîna heta-hetayê dide” (Yûhenna 4:7, 14). b Îsa hemikî nedixwest bigota ku bona qazanckirina jîyîna heta-hetayê, tenê lazim e ku kulfeta Samerî avekê vexwe. Çawa ku ev giliyên Îsa bi sîmbolîk bûn, giliyên wîye Kepernahûmêda jî bi sîmbolîk bûn. Ewî merivara nedigot ku bona jîyîna heta-hetayê, ewana gerekê raste-rast bedena wî bixwin û xûna wî vexwin.

FIRQIYA ORTA DU DERECADA

7. Hine meriv derheqa giliyên Îsa ji Yûhenna 6:53 çi dibêjin?

7 Hine merivên rêlîgî dibêjin, ku Yûhenna 6:53-da, Îsa daye kifşê, wekî meriv gerekê wedê Şîva Xudan çi bikin, çimkî tiştên ku Îsa wedê Bîranînê gotin, mîna giliyên wîye berê bûn (Metta 26:26-28). Lema jî ewana dibêjin, wekî her kesê ku tê Bîranînê, gerekê ji nan û şerava ku tê derbazkirinê, bixwin. Lê gelo ev yek rast e? Her sal bi mîlyona meriv tevî me bona Bîranîna Mirina Îsa top dibin, lema jî ferz e wekî em caba vê pirsê bizanibin. Were em dîna xwe bidine çend firqiyên orta giliyên ji Yûhenna 6:53 û giliyên Îsa derheqa Şîva Xudan.

8. Hine firqiyên orta du derecada çi ne? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Were em dîna xwe bidine du firqiyên orta van derecada. Ya yekê, kengê û kîderê Îsa giliyên ku Yûhenna 6:53-56-da nivîsar in, got? Ewî sala 32 D.M.-da, Celîlêda tevî Cihûya xeber dida, dêmek weke salek pêşiya ku ewî Şîva Xudan cara pêşin Orşelîmêda derbaz kir. Ya duda, ewî kêra xeber dida? Nêta gelek guhdarên wîye Celîlêda, ev nîbû ku derheqa Yehowa û Padşatiya wî hê zêde hîn bin, lê ev bû ku ji Îsa nan bistînin (Yûhenna 6:26). Serda jî, gava wana giliyên Îsa fem nekir, ewana çûn û îda guh nedane wî. Hela hê hine şagirtên wî jî ew hîştin çûn (Yûhenna 6:14, 36, 42, 60, 64, 66). Weke salek şûnda, sala 33 D.M.-da, gava Îsa Şîva Xudan cara pêşin derbaz kir, derece usa nîbû. Hingê 11 şandiyên wîye amin tevî wî bûn. Rast e wana jî hine tiştên ku Îsa digotin, fem nedikirin, lê dîsa jî mîna gelek merivên Celîlêda nekirin. Ewana bawer bûn, ku Îsa Kurê Xwedê ye, yê ku ji ezmên bû (Metta 16:16). Lema jî Îsa payê wan da û got: “Yên ku tengasiyên minda tevî min mane, hûn in” (Lûqa 22:28). Ji van du firqiya zelal tê femkirinê, ku Îsa Yûhenna 6:53-da nedigot, wekî wedê Şîva Xudan gerekê çi bê kirinê. Xêncî vê yekê, îzbatkirinên din jî hene.

Kitêba Yûhenna serê 6-da tê gotinê, ku Îsa li Celîlê çi gote elaletê (aliyê çepê). Salek şûnda, ew li Orşelîmê tenê tevî şandiyên xweye amin xeber dide (aliyê rastê) (Binihêre abzasa 8)


GILIYÊN ÎSA BONA TE ÇI TÊNE HESABÊ?

9. Wedê Şîva Xudan Îsa derheqa kîjan komê xeber da?

9 Wedê Şîva Xudan, Îsa nanê bê hevîrtirşk da şandiyên xwe û wanra got, ku ev nan bi sîmbolîk tê hesabê bedena wî. Paşê ewî şerav da wan û got ku ev şerav bi sîmbolîk tê hesabê ‘xûna peymanê’ (Markos 14:22-25; Lûqa 22:20; 1 Korintî 11:24). Giliyên Îsa derheqa peymanê gelek ferz in. Peymana teze ne ku tevî hemû însanetê hate girêdanê, lê tenê tevî mala Îsraêla ruhanî, ya ku wê bikeve Padşatiya Xwedê (Îbranî 8:6, 10; 9:15). Hingê şandiya ev yek fem nedikirin, lê gelek wext derbaz nebû ku ewana bi ruhê pîroz hatine bijartinê û ketine nava peymana teze, ya ku rê vekir wekî ewana li ezmana tevî Îsa bin (Yûhenna 14:2, 3).

10. Giliyên Îsa yên ku ewî li Celîlê gotibûn û giliyên wîyî wedê Şîva Xudan, çida cude dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Wedê Şîva Xudan, Îsa besa “keriyê biçûk” kir. Kesên pêşin, yên ku bûne para vê koma biçûk, şandiyên wî bûn, yên ku wê odêda tevî wî bûn (Lûqa 12:32). Şandî û kesên dine vê komêda gerekê nan bixwin û şeravê vexwin. Ewana wê li ezmana kêleka Îsa bin. Ça tê kifşê, tiştên ku Îsa şandiyên xwera gotibûn, ji tiştên ku ewî merivên Celîlêra gotibûn, cude bûn. Giliyên wîyî wedê Şîva Xudan tenê vê koma biçûk dikevin, lê giliyên wî, yên ku ewî merivên Celîlêra gotibûn, her kesî dikevin.

Kesên ku îzina wan heye, wekî nan bixwin û şeravê vexwin hindik in, lê her kes dikare baweriya xwe Îsa Mesîh bîne û jîyîna heta-hetayê bistîne (Binihêre abzasa 10)


11. Îsa Celîlêda çi got, ku dide kifşê wekî ewî hingê besa komeke biçûk nedikir?

11 Gava Îsa sala 32 D.M.-da, li Celîlê bû, heçî zef merivên ku guh didane wî ji wî nan dixwestin. Lê Îsa dîna wan kişande ser tiştekî din, çi ku ji nan ferztir e. Ewî wanra got, ku ewana ça dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin. Usa jî ewî got, wekî kesên ku dimirin dikarin roja xilaziyê ji mirinê bêne rakirinê û heta-hetayê bijîn. Wedê Şîva Xudan ewî tenê besa hine kesên bijartî kir, lê li Celîlê ewî besa keremeke usa kir, ya ku her kes dikare bistîne. Ewî got: “Ev nan bedena min e, ya ku ezê bidim wekî dinya bijî” (Yûhenna 6:51).

12. Seva ku meriv vê keremê bistîne, derheqa kîjanî ku Îsa gotibû, ew gerekê çi bike?

12 Îsa Cihûyên li Celîlêra negot, wekî her kesê ku bê bûyînê, wê bê keremkirinê. Tenê yên ku ‘vî nanî bixwin’, dêmek yên ku baweriya xwe Îsa tînin, wê evê keremê bistînin. Îro gelek meriv dibêjin, wekî ewana Îsa bawer dikin, û wî ça xilazkarê xwe hesab dikin (Yûhenna 6:29). Lê ev yek bes nîne. Rojên Îsada jî gelek meriva wî bawer dikirin, lê paşê wana ew hîştin û çûn. Gelo çira?

13. Seva ku kesek bi rastî bibe şagirtê Îsa, ew gerekê çi bike?

13 Gelek meriv pey Îsa diçûn, çimkî ewî xwestinên wan dianîn sêrî. Wana dixwest wekî Îsa bi keremetî wana qenc ke, bê pere xwarinê bide wan û wana li gora dilê wan hîn ke. Lê seva ku kesek bi rastî bibe şagirtê wî, ev yek bes nîne. Nêta hatina Îsa ne tenê ev bû, ku xwestinên wan bîne sêrî. Ewana gerekê ‘biçûna cem wî’, dêmek hemû giliyên wî qebûl kirana û guhdariya wî bikirana (Yûhenna 5:40; 6:44).

14. Seva ku em ji beden û xûna Îsa karê bistînin, em gerekê çi bikin?

14 Îsa hîn dikir ku ewê beden û xûna xwe qurban ke û usa riya jîyîna heta-hetayê veke. Meriva gerekê ev rastî bawer kirana (Yûhenna 6:40). Seva ku em li gora Yûhenna 6:53 ji beden û xûna Îsa Mesîh karê bistînin, em gerekê baweriya xwe qurbana wî bînin. Belê, her kes dikare ji vê qurbanê karê bistîne (Efesî 1:7).

15-16. Em ji kitêba Yûhenna serê 6 çi hîn dibin?

15 Giliyên ji kitêba Yûhenna serê 6 bona me û bona merivên meye hezkirî gelek qîmet in. Ji vî serî em divînin, ku Îsa meriva hez dike. Gava ew li Celîlê bû, ewî kesên nexweş qenc dikirin, mizgîniya Padşatiya Xwedê bela dikir û bona hewcên merivaye sereke xem dikir (Lûqa 9:11; Yûhenna 6:2, 11, 12). Ya here ferz, ewî meriv hîn dikirin, ku ew e “nanê jîyînê” (Yûhenna 6:35, 48).

16 Kesên ku Îsa ew ça “pezên din” nav dikirin, gerekê ji nan û şerava li Şîva Xudan nexwin, ya ku her sal tê derbazkirinê (Yûhenna 10:16). Ewana baweriya xwe qîmeta qurbana Îsa tînin, lema jî ji beden û xûna wî karê distînin (Yûhenna 6:53). Ji aliyê dinva jî, kesên ku gerekê nan û şeravê bixwin, nîşan dikin ku ewana ketine peymana teze, ya ku rê vekiriye, wekî ewana Padşatiya ezmana war bin. Lema jî, firqî tune ku em kesên bijartî ne, yan pezên din in, em gerekê nêta giliyên ji kitêba Yûhenna serê 6 rind fem bikin. Ev serî nîşanî me dike, wekî seva ku em jîyîna heta-hetayê bistînin, em gerekê baweriya xwe qurbanê bînin.

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

a Gotara pêşiya vêda Yûhenna 6:5-35 hatiye şirovekirinê.

b Ava ku Îsa besa wê kir, tê hesabê ev hemû tişt, çi ku Yehowa kiriye, wekî meriv bikaribin emirê heta-hetayê bistînin.