Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Wedê Çetinaya Şkestî Bimînin

Wedê Çetinaya Şkestî Bimînin

“Yehowa çi ji te dewa dike? . . . bi milûktiyê tevî Xwedêyê xwe rê herî” (MÎX. 6:8, DT).

KILAMÊN: 48, 80

1-3. Pêxemberê ji Cihûdayê çi şaşî berda û ew yek çi axirî jêra anî? (Binihêre şiklê ewlin.)

YEHOWA pêxemberek ji Cihûdayê şande cem Yerovam Padşa, seva ew here û wî padşê neaminra derheqa dîwana Xwedê elam ke. Ew pêxemberê milûk usa kir ça Xwedê jêra gotibû, ew çû û derheqa dîwana Xwedê elam kir. Çaxê padşa ser wî pêxemberî hêrs ket û dixwest wî ceza ke, Yehowa ew pêxember xwey kir (1 Padş. 13:1-10).

2 Yehowa temî da wî pêxemberî, wekî nan nexwe û ne jî avê vexwe, û rêke dinra vegere mala xwe. Lê çaxê ew diçû mala xwe, rêva mêrekî emirda mezin rastî wî hat. Ewî mêrî got wekî yançi ew pêxemberê Yehowa ye, û got wekî ew tevî wî here mala wî û nan bixwe. Pêxember temiya Yehowa neanî sêrî, çimkî çû mala wî mêrikî û nan xwar. Ji bo wê yekê hêrsa Yehowa rabû. Paşê, çaxê ew pêxember diçû mala xwe, şêr derket û ew pêxember kuşt (1 Padş. 13:11-24).

3 Çira ew pêxember ku şkestî û milûk bû, bi serî xwe tevî mêrekî derewîn çû? Kitêba Pîrozda nayê gotinê çira. Lê tê kifşê wekî ewî pişt guhê xweva avît ku Yehowa ji wî dewa dikir, wekî ew “bi milûktiyê tevî Xwedêyê xwe rê” here. (Bixûne Mîxa 6:8.) Kitêba Pîrozda giliyê tevî Xwedê “rê herin” tê hesabê, îtbariya xwe wî bînin, piştgiriya serwêrtiya wî bikin û pey rêberiya wî herin. Merivê milûk zane wekî gerekê timê Xwedêra dua bike, çimkî ew Bavê himzor e. Hergê ew pêxemberê Yehowa milûk bûya, ewî wê ji Yehowa bipirsiya hela rast Yehowa ew mêrik şandiye bal wî yan na. Lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê wekî ewî ji Yehowa pirsî. Cara mera jî lazim e safîkirinên ferz bikin, û dibeke em nizanibin ku ça rast safî kin. Lê hergê em milûk û şkestî ne, emê alîkarî û rêberiyê ji Yehowa bixwazin û şaşiyên mezin nekin.

4. Vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

4 Têma pêşiya vêda, em pêhesiyan ku çira Mesîhî gerekê şkestî bin û ça ewana dikarin ewî hunurî nav xweda pêşda bînin. Lê gelo çi derecada em dikarin bêne cêribandinê û îda şkestî nîbin? Û ça wedê cêribandina em dikarin dîsa jî şkestî bimînin? Seva caba wan pirsa bistînin, emê vê têmayêda şêwir kin derheqa sê dereca, kîjanada milûktiya me dikare bê cêribandinê. Usa jî emê bivînin ku çawa em dikarin wan her sê derecada şkestî bimînin (Metlk. 11:2).

ÇAXÊ DERECÊN ME TÊNE GUHASTINÊ

5, 6. Barzîlla ça şkestî ma?

5 Çaxê derecên me, yan cabdariyên me têne guhastinê, em dikarin têderxin hela em bi rastiyê merivne şkestî ne yan na. Were bînin bîra xwe serhatiya Barzîlla. Dawid gote Barzîlla yê ku 80 salî bû, wekî ew qesira wîda bijî, û dikarin bêjin wekî bona Barzîlla ew qedirekî gelek mezin bû. Hergê ewî teglîfkirina Dawid qebûl kira, ew wê timê tevî padşa bûya. Lê Barzîlla got wekî ew wê neçe, çimkî ew emirda mezin e û naxwaze wekî bibe bargiranî bona padşa. Ewî gote Dawid, wekî hê baş e dewsa wî Kîmham here, kîjan ku dibeke kurê wî bû (2 Sam. 19:31-37).

6 Barzîlla merivekî şkestî bû, lema ewî safîkirineke rast kir, ew tevî Dawid neçû. Çira neçû? Menî ew nîbû ku ew difikirî wekî wê nikaribe şixulê zêde hilde ser xwe, yan jî dixwest kalbûna xweda rihet bijî. Lê ewî fem dikir ku qewata wî çiqas e, û lema hilneda ser xwe haqas, çiqas ku nikare. (Bixûne Galatî 6:4, 5.) Em jî gerekê çev bidine Barzîlla. Hergê em dikevine heyra navê xwe, mesele, navê xwe bilind dikin seva gişk me qebûl kin, hingê em dikarin bibine kubar, û merivara bikevine lecê. Lê ew yek xêncî zirarê, wê karê mera neyne (Galt. 5:26). Lê çaxê em şkestî bin, emê hemû tiştî bikin seva Xwedê rûmet kin û çiqas dikarin alî merivên din bikin (1 Korn. 10:31).

7, 8. Hergê em şkestî ne, emê ser xwe ça bifikirin?

7 Çaxê cabdariya meye mezin heye, yan jî em şixulekî mezin dikin, mera dikare nehêsa be, wekî milûk bimînin. Serhatiya Nehemiya dikare derseke baş bide me. Çaxê Nehemiya pêhesiya ku cimeta Orşelîmê tengasiyên mezinda nin, ewî bi dua-drozga ji Yehowa lavaya dikir, wekî alî wan bike (Nehem. 1:4, 11). Yehowa caba duayê wî da. Yehowa usa kir wekî Padşa Artahşaşt, Nehemiya kifş kir ça weliyê Cihûstanê. Lê hela hê vê derecêda jî, çaxê Nehemiya bilind kirin û ew bû yekî navdar û hin jî dewletî, ew tu car qure nebû û îtbariya xwe hiş-aqilê xwe nedianî. Ew dîsa jî bi milûktî riya Xwedêda diçû, rêberiya Yehowa digeriya û timê Qanûna Xwedê dixwend (Nehem. 8:1, 8, 9). Nehemiya xwe ser merivara nedigirt, û ciyê xweyî bilind ne dida xebatê seva kara xwe, lê bona kara yên mayîn (Nehem. 5:14-19).

8 Em ji serhatiya Nehemiya hîn dibin, wekî çaxê em cabdariyên zêde distînin, yan çaxê kifşkirina me tê guhastin, em dikarin milûk bimînin û îtbariya xwe hiş-aqilê xwe neynin. Lê gelo çi cûreyî em dikarin îtbariya xwe hiş-aqilê xwe bînin? Mesele, rûspî dikare îtbariya xwe hiş-aqilê xwe bîne ku ew cêribandî ye, û şixulê civatê safî ke bêy dua Yehowara. Yan mesele, xûşk yan birak tiştek îda safî kiriye û paşê Yehowara dua dike wekî safîkirina wî kerem ke. Lê gelo ew tê hesabê wekî ewana milûk in? Merivê milûk rind fem dike, wekî ew ber Xwedê çi cî digire û şixulê wî teşkîleta Xwedêda çi ye. Gelek ferz e wekî em îtbariya xwe aqilê xwe û feresetên xwe neynin. Îlahî çaxê em rastî derece yan çetinayên usa tên kîjan ku mera nas in, em gerekê fesal bin, wekî pê aqilê xwe tişta safî nekin. (Bixûne Metelok 3:5, 6.) Em neferê malbeta Xwedê ne, û lema em gişk gerekê rind cabdariyên xwe bînin sêrî çawa malbeta xweda usa jî civatêda. Teşkîleta Xwedêda em gerekê nekevine heyra navê xwe û ciyê bilind negerin (1 Tîmt. 3:15).

ÇAXÊ QERFA ME DIKIN YAN JÎ PAYA DIDIN

9, 10. Çida milûktî dikare alî me bike çaxê qerfa me dikin?

9 Mera dikare gelek çetin be hêrs nekevin çaxê qerfa me dikin yan jî me bêhurmet dikin. Lê serhatiya Hanna derseke baş e bona me. Hanna gelek car digiriya û dilê wê diêşiya, çimkî hewiya wê Pênînna, timê qerfê xwe wê dikir û pê dikeniya. Rast e mêrê Hannayê gelek Hanna hiz dikir, lê ew dilşkestî bû çimkî bêzuret bû. Carekê, Hanna çû kon, seva bi dua dilê xwe Xwedêra veke. Serekkahîn Elî wêderê bû û çaxê ewî Hannayê nihêrî, ewî Hanna neheq kir yançi ew vexwerî ye. Bidine hesabê xwe ça dilê wê êşiya. Lê hela hê vê derecêda jî, Hannayê xwe girt, hêrs neket, û bi qedir caba Elî da. Duayê wêye dilsax, Kitêba Pîrozda hate nivîsarê. Wî duayîda rind tê kifşê ewê ça Xwedê bawer dikir, rûmet dikir û hiz dikir (1 Sam. 1:5-7, 12-16; 2:1-10).

10 Milûktî alî me dike wekî em “bi qenciyê” ser “xirabiyê” kevin (Rom. 12:21). Dinya Şeytan bêrem û zulm e. Lema çaxê kesek neheqiyê me dike, em gerekê miqatî xwe bin wekî em nebine merivne zulm, ji bo kirên wan merivên xirab (Zeb. 37:1). Lê çaxê kesek civatêda me dixeyîdîne, wî çaxî dilê me hê zef dêşe. Hergê em milûk û şkestî ne, emê çev bidine Îsa. Kitêba Pîroz ser Îsa dibêje: “Gava dihate rezîlkirinê, ji berva kes rezîl nedikir . . . lê xwe spartibû hakimê ser rastiyê” (1 Pet. 2:23). Îsa fem dikir wekî heyfhildan destê Yehowada ye (Rom. 12:19). Û lema çawa Mesîhî, em jî gerekê milûk bin û “ji ber xirabiyêva xirabiyê nekin” (1 Pet. 3:8, 9).

11, 12. a) Em ça dikarin milûk bimînin, çaxê payê me didin? b) Ça bi kinc, xemilandin û rabûn-rûniştina xwe em dikarin bidine kifşê wekî em milûk in?

11 Çaxê kesek payê me dide, wî çaxî mera dikare çetin be milûk bimînin. Were dîna xwe bidin serhatiya Ester. Ester gelek bedew bû, hin jî salekê qesirêda ser wê tiştên gelek biha xerc dikirin û ber wê diçûn-dihatin. Ew nava gelek jinada bû, yên ku ji temamiya Împêriya Farisê bûn, û yên ku gelek dixwestin wekî padşa wan begem ke. Lê padşa bona xwe Ester bijart wekî bibe jin-padşa wî, û hela hê wî çaxî jî ew nehate guhastinê. Ew ne bû yeke xwehiz û qure, lê ew milûk û nerm ma û usa jî qedirê meriva digirt (Est. 2:9, 12, 15, 17).

Gelo bi kincxwekirin û xemilandina xwe em nîşan dikin, wekî qedirê Yehowa û meriva digirin? (Binihêre abzasa 12)

12 Hergê em milûk in, kinc, xemilandin, û rabûn-rûniştina me wê bi namûsî, maqûl û bi qedir be. Çaxê em milûk in, hingê em dikarin dilê meriva bikirin, ne ku hergê em xwe qure kin yan payê xwe bidin. (Bixûne 1 Petrûs 3:3, 4; Yêrem. 9:23, 24). Çi jî em dilê xweda derheqa xwe difikirin, ew wê eyan be bi kirên me. Mesele, em dikarin xwe usa bidin kifşê, wekî em şixulekî mexsûs dikin, yan wekî em tiştekî konfîdênsiyal zanin, yan jî em rind nas dikin birên cabdar. Yan jî dibeke em xwe qure dikin ku me xwexa şixulekî mezin kiriye, lê bi rastiyê merivên din jî alî me kirine. Lê were em dîna xwe bidine ser mesela Îsa. Îsa tu car xwe nîşan nedikir wekî ew çiqas aqil û bîlan e. Ewî timê giliyên ji Xebera Xwedê digot, çimkî ewî nedixwast, wekî meriv wî rûmet kin. Nêta wî ew bû, wekî gişk bizanibin giliyên wî ji Yehowa ne û wekî meriv Xwedê rûmet kin (Yûhn. 8:28).

ÇAXÊ DUDILÎ NE

13, 14. Ça milûktî dikare alî me bike safîkirinên rast bikin?

13 Milûktî dikare alî me bike ku em safîkirinên baş bikin. Were bînin bîra xwe dereca Pawlos. Gawa Pawlos Qeyseryayêda bû, Hagabo pêxember gote wî, ku hergê ew here Orşelîmê, wê bê girtinê û dibeke bê kuştinê jî. Bira lavaya Pawlos dikirin, wekî ew neçe Orşelîmê, çimkî bona wî berxwe diketin. Lê yeke Pawlos safî kir wekî here. Ewî usa safî kir ne ku çimkî ew xweda bawer bû, lê ewî bi temamî îtbariya xwe Yehowa dianî. Ew hazir bû wekî şixulê Xwedê bike, û Yehowa wî kuda bişîne, ewê here. Bira ku ew yek bihîstin, xwexa jî milûktî dane kifşê û piştgiriya safîkirina Pawlos kirin, wekî ew here Orşelîmê (Kar. Şand. 21:10-14).

14 Milûktî usa jî dikare alî me bike, wekî em safîkirinên rast bikin, hela hê hingê jî, çaxê em nizanin dereca me paşê wê çawa be. Mesele, dibeke em destpêkin xizmet kin ça xizmetkarên hertim, lê hergê em nexweş kevin, kê wê miqatî me be? Yan emê çi bikin hergê dê-bavê mera ku emirda mezin in, alîkarî lazim be? Yan emê ça xwe xwey kin çaxê kal yan pîr bin? Caba wan pirsa em nikarin bistînin, hergê jî dua bikin yan gelek bifikirin (Waîz 8:16, 17). Lê hergê em îtbariya xwe Yehowa bînin, emê fem bikin wekî çi destê me tê û çi destê me nayê. Em gerekê lêkolîn bikin, şîretê bixwazin ji merivên din, û dua bikin wekî Xwedê rêberiya me bike. Paşê em gerekê pey rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz herin. (Bixûne Waîz 11:4-6.) Paşê, Yehowa dikare safîkirina me kerem ke, yan jî alî me bike, wekî em nêtên xwe biguhêzin (Metlk. 16:3, 9).

EM ÇA DIKARIN MILÛK BIN

15. Çaxê em derheqa Yehowa difikirin, ça ew yek alî me dike, wekî em milûk bimînin?

15 Ça em dikarin hê şkestî û milûk bin? Were derheqa çar tişta şêwir kin ku dikarin vê yekêda alî me bikin. Ya ewlin, em gerekê kûr bifikirin derheqa Yehowa, ku ew Xwedêkî ça ne û çiqas bilind e (Îşa. 8:13). Bîr nekin wekî em tevî Xwedêyê Himzor rê diçin, ne ku tevî milyaket yan meriv. Çaxê em ser vê yekê bifikirin, emê hêlan bin wekî “xwe bin destê Xwedêyî hêzdar nimiz bikin” (1 Pet. 5:6, ÎM).

16. Çaxê em difikirin derheqa hizkirina Xwedê, ça em hêlan dibin wekî milûk bin?

16 Ya duda, çaxê em difikirin ku Yehowa ça me hiz dike, ew yek alî me dike wekî em şkestî û milûk bin. Pawlosê şandî civat beramberî bedena meriva kir û nîşan kir, wekî ber çevê Yehowa hemû endemên bedenê qîmet in (1 Korn. 12:23, 24). Dêmek, em gişk qîmet in bona Yehowa. Ew me beramberî yên din nake û zane em çiqas dikarin û çiqas nikarin bikin. Û çaxê em şaşiya dikin, ew dîsa jî berdewam dike me hiz bike. Firqî tune em kîderê xizmet dikin, em timê bawer in wekî Yehowa me hiz dike û em bin perê wîda nin.

17. Hergê em nav merivên dinda hunurên baş bigerin, ew yek wê çi karê mera bîne?

17 Ya sisiya, emê hê milûk bin, hergê em çev bidine Xwedê vê yekêda, ku nav merivên dinda hunurên baş bigerin. Hergê em usa bikin, emê dîna meriva nekişînin ser xwe û ne jî wanra bêjin, wekî ewana çi bikin çi nekin. Dewsê emê bi milûktî şîreta ji wana hildin û guh bidine giliyên wan (Metlk. 13:10). Emê xûşk-birara şa bin çaxê ewana cabdarî û kifşkirinên teze bistînin. Usa jî emê Yehowa rûmet bikin çaxê bivînin, ku ew ça hemû xûşk-birên me nav temamiya dinyayêda kerem dike (1 Pet. 5:9).

18. Em ça dikarin îsafa xwe hîn kin, wekî namûs, maqûl û bi qedir bin?

18 Ya çara, çaxê em îsafa xwe hîn kin li gora prînsîpên Kitêba Pîroz, emê namûs, maqûl û bi qedir bin. Çaxê em hîn bin ser tişta binihêrin bi çevê Yehowa, emê serwaxt bin. Hergê em timê Kitêba Pîroz û edebyetên me bixûnin, dua bikin, û çi ku hîn dibin bidine xebatê, bi vê yekê emê îsafa xwe rast hîn kin (1 Tîmt. 1:5). Emê hîn bin pêşiyê bikevine heyra kara merivên din, ne ku heyra kara xwe. Hergê em aliyê xweda hemû tiştî dikin, Yehowa soz dide, wekî wê me “kamil ke”, û alî me bike wekî em milûk bin û hunurên din jî nav xweda pêşda bînin (1 Pet. 5:10).

19. Ça em dikarin milûk bimînin, niha usa jî axiriyêda?

19 Pêxemberê ji Cihûdayê emirê xwe û qebûlkirina Xwedê unda kir, çimkî şaşî berda. Ew heta xilaziyê milûk ne ma û bû yekî bi serî xwe. Lê bi rastiyê meriv dikare milûk bimîne hela hê cêribandinada jî. Meselên merivên amin û şkestî, hin yên berê hin jî niha, eyan dikin, wekî em jî dikarin merivne usa bin. Çiqas wede derbaz dibe ku em riya Xwedêda diçin, haqas hê zef em gerekê milûk bin (Metlk. 8:13). Firqî tune em çi derecada nin, ew yek ku em riya Xwedêda diçin îda bona me qedirekî gelek mezin e. Em gerekê qîmet kin ewê yekê, û berdewam kin hemû tiştî bikin, seva heta-hetayê bi milûktiyê tevî Xwedê rê herin.