Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Çaxê Em Xwestina Yehowa Tînin Sêrî, Em Kerema Distînin

Çaxê Em Xwestina Yehowa Tînin Sêrî, Em Kerema Distînin

“Em qayîl in!”. Ev gilî min mêrê min, birê min û jina wî tevayî got çaxê me cabdariya teze stand. Lê gelo çira me ev cabdarî qebûl kir, û Yehowa bona vê yekê ça em kerem kirin? Pêşiyê were ez derheqa biçûktaya xwe wera gilî kim.

EZ Sala 1923-da şeherê Hêmswortêda (Înglîstan) hatime bûyînê. Birê min ji min mestir bû, navê wî Bob bû. Bavê min durûtî rêlîgiyada didît, û ew yek ber çevê wî reş bû. Çaxê ez weke 9 salî bûm, çend kitêb ketine destên wî kîjana ku qelptiya rêlîgiya eşkere dikirin. Ewî çi ku xwend, gelek dilê wî girt. Çend sal derbaz bûn, û kesekî derê mala me xist. Ev Bob Atkînson bû, ewî pê fonografê gotara nivîsandî ya Rûtêrford bira mera vêxist. Me fem kir ku ew yek ji wê komê ye, kîjanî ev kitêb derxistine yên ku bavê min xwend! Dê-bavê min Atkînsonra gotin, wekî ew her êvar tevî me şîvê bixwe û caba gelek pirsên me bide, kîjan ku Kitêba Pîrozva girêdayî bûn. Ewî em teglîfî civînê kirin ku mala birakî meda derbaz dibû, û çend kîlomêtra ji me dûr bû. Em derbêra qayîl bûn. Wede şûnda Hêmswortêda civateke biçûk saz bû. Zûtirekê berpirsiyarê mihalê hate civata me, û me wî teglîf kir ku mala meda bimîne. Me usa jî pêşengên ku nêzîkî me dijîtin, teglîfî ser nanxwarinê dikir. Xeberdana tevî wan gelek baş ser min hukum bû.

Hingê malbeta me bîznêsek destpêkir, lê bavê min birê minra got: “Hergê tu dixwazî bibî pêşeng, emê wî şixulî bihêlin”. Bob qayîl bû, û ew 21 saliya xweda ji mal çû û pêşengtî destpêkir. Du sal şûnda, çaxê ez 16 salî bûm, ez hatime kifşkirinê ça pêşeng. Şemî û Ledê min tevî xûşk-bira xizmet dikir, lê rojên din heçî zef min tenê xizmet dikir pê belgê şedetîkirinê û fonografê. Yehowa ez kerem kirim, û min tevî jinikekê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ew ruhanîda gelek zû pêşda diçû. Gelek ji neferên wê jî axiriyêda hatine nava rastiyê. Paşî salekê, ez tevî Mêrî Hênşêl ça pêşengê mexsûs hatime kifşkirinê şaristana Çêşîrêda.

Hingê Şerê Hemdinyayê yê II diçû, û jinara ferman didan, ku bona şer alîkariyê bidin. Xizmetkarên rêlîgiyên din aza dikirin ji vê yekê, û lema em difikirîn ku wê me jî aza kin, çimkî em xizmetkarên hertim bûn. Lê dîwan qayîl nebû ku me aza kin, lema ser mehekê ez kirime kelê. Salek şûnda, çaxê ez îda bûme 19 salî, du cara min dane dîwanê, çimkî min piştgiriya şer nedikir, lê dîwanê ez herdu cara jî aza kirim. Wan derecada, min fem kir ku ruhê pîroz alî min dikir û ku Yehowa destê min digirt, min qewî dikir û dişidand (Îşa. 41:10, 13).

HEVALXIZMETKARÊ TEZE

Min û Artûr Mêtyûs sala 1946-da hev nas kir. Ew sê meha kelêda bû çimkî neçû şer, û paşî vê yekê ew çû Hêmswortê bal birê xwe Dênîs, yê ku pêşengê mexsûs bû, seva tevî wî xizmet ke. Ewana biçûktayêda ji bavê xwe derheqa Yehowa pêhesiyabûn, û çaxê Artûr 17 salî bû ew hate nixumandinê, lê Dênîs 16 salî. Wede şûnda Dênîs hate kifşkirinê Îrlendêda, û Artûr bê hevalxizmetkar ma. Dê-bavê min ecêbmayî diman ku ew gedê cahil ça merîfet e û ça bi dil û can xizmet dike. Lema wana ew teglîf kirin, seva mala meda bimîne. Çaxê min teseliya dê-bavê xwe dikir, paşî nanxwarinê min û Artûr firaq dişûştin. Axiriyêda me destpêkir hevra binivîsin. Sala 1948, Artûr dîsa ser 3 meha kete kelê. Sala 1949-da meha Çileyê me hev stand. Nêta me ew bû ku xizmetiya hertim nehêlin. Wedê hêsabûnê em dixebitîn, me êmîş top dikir. Me perê xwe bi aqilayî xerc dikir û pê kerema Yehowa me xizmetiya xwe nehîşt.

Hêmswortêda, hine wede şûnda paşî zewaca me (sala 1949)

Weke salek şûnda, em hatine kifşkirinê li Îrlenda Bakûrê, pêşiyê şeherê Armayêda, û paşê şeherê Niyûrîyêda. Herdu şeherada jî meriv heçî zef Katolîk in. Wan ciyada rêlîgiyên din hiz nedikirin, û lema me wêderê gelek fesal û bi serwaxtî xizmet dikir. Civîn derbaz dibûn mala xûşk-birakî me ku jin-mêr in. Mala wana ji mala me 16 kîlomêtr dûr bû. Weke 8 meriv dihatine civînê. Cara em mala wanda şev diman, û ser pola radizan. Paşê şebeqê wana teştêke mezin mera datanîn û me tevayî dixwar. Ez gelek şa me ku niha li wêderê gelek Şede hene.

“EM QAYÎL IN!”

Birê min û jina wî Lotî, Îrlenda Bakûrêda îda ça pêşengên mexsûs xizmet dikirin, û sala 1952-da em her çar çûne Belfastê ser civata mezin. Birakî me bi dil û can em tevî Prîs Hyûs kîjan ku hingê xizmetkarê fîlîala Brîtanyayê bû, teglîfî mala xwe kirin. Êvarekê me tevayî şêwir dikir derheqa bûklêta teze bi navê “Riya Xwedê Hizkirin e” (God’s Way Is Love). Ev bûklêt hate derxistinê îlahî bona merivên Îrlendê. Hyûs bira gilî dikir ku ça çetin e dilê merivên Katolîk bikirin, yên ku Îrlendayêda dijîn. Kîderê bira diman, ji wan mala berî wan didan û keşîşa nav cimetê didan wekî miqabilî xûşk-birên me derên. Prîs got: “Mera jin û mêr lazim in, avtoyên kîjana ku hene, seva nav temamiya welat kampaniya mexsûsda kar bikin, dêmek bûklêta bela kin”. * Me ça ev yek bihîst, derbêra me got: “Em qayîl in!”. Ev gilî we xwend destpêka serhatiya minda.

Tevî pêşenga ser motorsîklêta barkêş

Dublînêda hebû xûşkeke amin ku gelek sala nava rastiyêda bû, û timê hazir bû ku pêşeng mala wêda bimînin. Navê wê Ma Rûtland bû. Me hine hûr-mûrê xwe firot û hine wede mala wê xûşkêda man. Paşê em her çar pê motorsîklêta barkêş ya Bob, çûn avto bigerin. Me avtoke xebitandî dît û kirîn. Lê ji me tu kesî nikaribû bajota, lema me ji xweyê avtê hîvî kir û ewî mera avto anî. Vê êvarê Artûr ser nivîna rûniştibû û dida ber çevê xwe ku yançi avtoyê dajo. Şebeqa din çaxê ewî dixwest avto ji garajê derxista, mîsyonêrek bi navê Mîldrêd Wîlêt hate bal me (axiriyêda ew bû jina Con Bar). Ewê ajotin zanibû! Ewê me hîn kir ku çawa avtê bajon, û em îda hazir bûn ku herin!

Avta me û traîlêr

Paşê me xwera cî digeriya seva bimînin. Mera gotin ku fesal bin seva traîlêrêda bijîn, çimkî merivên miqabil dikarin traîlêrê bişewitînin. Lema me xwera mal digeriya, lê me qe malek jî nedît. Vê şevê em her çar avtêda razan. Roja din, me tenê traîlêreke biçûk dît kîderêda nivînê duqetî hebû. Ev traîlêr bû mala me. Ecêb e, lê qe çetinayên me seva vê traîlêrê tune bûn, çimkî me ew dida sekinandinê karxanên wan merivada yên ku gelek heyf bûn. Me 16 heta 24 kîlomêtir dûr xizmet dikir. Çaxê me îda cîkî din traîlêra xwe dida sekinandinê, em dîsa vedigeriyane ciyê pêşiyê seva merivên wêderêra mizgîniyê gilî kin.

Me teseliya hemû mala kir ku Îrlenda aliyê başûr-rohilatêda bûn, û dikarin bêjin çetinayên me gelek hindik bûn. Me 20 000 bûklêt bela kir û me fîlîala Brîtaniyêra nivîsî hemû navên wan meriva, kêra mizgînî hewas bû. Ew keremeke mezin e ku niha wêderê bi seda Şedên Yehowa hene.

VEDIGERINE ÎNGLÎSTANÊ, PAŞÊ SKOTLENDAYÊ

Wede şûnda em hatine kifşkirinê Londona başûrêda. Çend heftî derbaz bûn, ji fîlîala Brîtanyayê Artûrra têlêxistin û gotin hela ew dikare roja din destpêke şixulê berpirsiyartiyê bike. Bona wî şixulî, em heftêkî hatine hînkirinê, û paşê em çûne Skotlendayêda seva berpirsiyartiyê bikin. Wedê Artûr hindik bû ku gotarên xwe hazir ke, lê ew hazir bû xizmetiyêda her tiştî bike, hergê jî ew yek çetin be. Mesela wî gelek ez dişidandim. Me gelek hiz kir vê kifşkirinêda xizmet kin. Pêşiya vê kifşkirinê, me çend sala xizmet dikir cûre-cûre ciyada, lê şixulê berpirsiyartiyêda kerem bû ku em nava gelek xûşk-birada bûn.

Sala 1962-da Artûr teglîfkirin stand ku here Mekteba Gîled, kîjan ku dehe meha derbaz dibû. Ev safîkirin nehêsa bû. Ez nikaribûm tevî wî biçûma, çimkî ez nehatibûme teglîfkirinê, lê me safî kir ku wê rast be hergê Artûr here. Ez bê hevalxizmetkar mam, lema dîsa ez şandime Hêmswortê ku çawa pêşengê mexsûs xizmet kim. Salek şûnda çaxê Artûr vegeriya, wî ça berpirsiyarê nehiyê kifş kirin û em cabdar bûn bona Skotlenda, Înglîstana bakûrê û Îrlenda Bakûrê.

KIFŞKIRINA TEZE ÎRLENDÊDA

Sala 1964-da, Artûr Îrlendêda ça xizmetkarê fîlîalê kifş kirin. Min gelek hiz dikir xizmetiya berpirsiyartî, lema ez hinekî berxwe diketim derheqa xizmetiya Beytelêda. Lê min zanibû ku hergê ez qebûl kim vê kifşkirinê ya ku dilê min nayê, Yehowa wê ese me kerem ke. Beytelêda min cûre-cûre şixul dikir, mesele şixulê ofîsî, pêçandina edebyeta, xwarinçêkirin, û hevdan. Cara me usa jî şixulê berpirsiyarê nehiyê jî dikir, û usa nav temamiya welat em rastî gelek xûşk-bira dihatin. Ewê yekê û ruhanîda pêşdaçûyîna wan meriva yên ku Kitêba Pîroz hîn dibûn, heleqetiya orta xûşk-birên Îrlendêda qewî kir. Ew rastî jî kerem e!

QEWIMANDINEKE MEXSÛS BONA ŞEDÊN YEHOWA

Cara pêşiyê Dublînêda sala 1965-da civata mezine hemdinyayê derbaz bû. * Rast e gelek çetinayî hebûn, lê yeke civata mezin gelek rind derbaz bû. Bi temamî 3 948 meriv hatin û 65 hatine nixumandinê. Xweyên wan mala, kîjanada 3 500 xûşk-birên meye ji cûre-cûre welata mabûn, nemekê razîbûnê standin. Lê xweyên malê gelek payê xûşk-bira didan bona rabûn-rûniştina wane baş. Ewê yekê bona Îrlendê kareke mezin anî.

Artûr Nêytan Nor silav dike çaxê tê ser civata mezin (sala 1965)

Artûr elam dike derheqa derxistina kitêba “Serhatiyên Kitêba Pîroz” ser zimanê Gaêlîk (sala 1983)

Sala 1966 Îrlenda bakûrê û başûrê ketine bin rêberiya fîlîala Dublînê. Ew yektî gelek mexsûs bû, çimkî vê giravêda meriv seva polîtîkê yan jî rêlîgiya hevra diketine şer-dewa. Em gelek şa dibûn ku geleka yên ku berê Katolîk bûn, hatine nava rastiyê û xizmet dikirin tevî wan xûşk-bira ku berê Protêstant bûn.

GUHASTINA MEZIN Û KIFŞKIRINA TEZE

Sala 2011-da emirê me bi temamî hate guhastinê, çaxê fîlîala Brîtaniyê û Îrlendayê, bûne yek û em hatine kifşkirinê Beytela Londonêda. Hingê ez gelek berxwe diketim bona sihet-qewata Artûr. Nexweşiya wî hebû bi navê Parkînson. Sed heyf, malxê min 20 Gulanê sala 2015 mir.

Paşî mirina wî, ez gelek dilşkestî bûm, dêprêsiya min hebû û dilteng bûm. Artûr timê kêleka min bû, ez gelek bîra wî dikim! Lê wan tengasiyada, ez hê nêzîkî Yehowa bûm. Dilê min germ dibe çaxê ez pêdihesim ku çiqas wî hiz dikirin. Min nemek stand ji xûşk-birên Îrlendê, Brîtanyayê, û hela hê Dewletên Yekbûyî jî. Ev nemek, û usa jî berdiliya Dênîsê birê Artûr, jina wî Mavîs û qîzên birê minî mezin Rût û Cûdî, usa alî min kirin ku ez ne jî dikarim pê giliya bêjim.

Rêzek ji Kitêba Pîroz ku gelek alî min kir, ev heye Îşaya 30:18. Li wêderê tê gotinê: “Yehowa bi sebir hîviyê ye, wekî qebûlkirina xwe wera nîşan ke, û ew wê rabe seva ku rema xwe wera bide kifşê. Çimkî Yehowa Xwedêyê heqiyê ye. Hemûşk ku hîviya wî ne bextewar in”, (DT). Ev gilî gelek dilê min rihet dikin ku Yehowa bi sebir hîviyê ye, wekî hemû çetinayên me kuta ke û dinya tezeda şixulên usa bide me ku em lezetê bivînin.

Gava ez difikirim ser jîyîna me, ez divînim ku Îrlendêda Yehowa ça rêberiya şixulê mizgîniyê kir û ça ew şixul kerem kir! Ew bona min qedirekî mezin e ku min jî wî şixulîda kar kir. Belê, bêşik çaxê em xwestina Yehowa tînin sêrî, em kerema distînin.

^ abz. 12 Binihêrin kitêba “Hersalî” ya sala 1988, rûp. 101-102.

^ abz. 22 Binihêrin kitêba “Hersalî” ya sala 1988, rûp. 109-112.