Dîna Xwe Bidin ser Pirseke Lape Ferz
“Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Hêrî Jorin tenê tu yî” (ZEB. 83:18, DT).
1, 2. a) Kîjan pirseke lape ferz ser her tiştîra ye? b) Çiqas ferz e rind fem bikin evê pirsê?
ÎRO seva gelek meriva pere tiştekî lapî ferz e. Ewana difikirin çawa dewletî bin, hinek jî hebûka xwera dilerizin. Hene merivên usa ku bona wan lape ferz e malbeta wan, sihet-qewata wan, yan jî nêt-meremên wan.
2 Lê heye pirseke lape ferz ku ser her tiştîra ye, ew heye pirsa piştgiriya serwêrtiya Yehowa. Hiş-aqilê me gerekê timê ser vê yekê be, ku çawa piştgiriya hukumetiya Xwedê bikin. Lê hene tişt kîjan ku dikarin hiş-aqilê me birevînin û em bîr kin derheqa vê pirsê. Besa xeberê, em dikarin bikevine heyra şixulên herrojî. Yan jî çaxê em kul-derda dikişînin ev pirsa ferz dikare ji hişê me derê. Lê hergê bona me diha ferz e piştgiriya Yehowa bikin, emê çetinayada sebir kin û hê nêzîkî Yehowa bin.
ÇIRA EW PIRSEKE LAPE FERZ E?
3. Şeytan çi buxdan avîte serwêrtiya Xwedê?
3 Şeytan derheqa îzina serwêrtiya Yehowa buxdan gilî kir. Ewî got wekî yançi Yehowa serwêrê xirab e û ew tiştên baş Destp. 3:1-5). Ewî usa jî got, ku yançi tu meriv bi dil Xwedêra amin nîne, û gava ew bikevine tengasiya, wê Xwedê çawa serwêrê xwe qebûl nekin (Îb. 2:4, 5). Lema jî Yehowa wede da, wekî gişk pê çevê xwe bivînin ku bêy serwêrtiya Xwedê jîyîn gelek çetin e.
ji me vedişêre. Şeytan usa jî got wekî yançi hergê meriva xwexa ser xwe serwêrtî bikirana, ewana wê hê bextewar bûna (4. Çira pirsa derheqa serwêrtiya Xwedê gerekê bê safîkirinê?
4 Yehowa zane, wekî çi ku Şeytan got hemû tişt derew e. Wekî usa ne, çira Xwedê wede da Şeytan ku giliyên xwe îzbat ke? Çimkî caba vê pirsê her kesî dikeve, ça meriva usa jî milyaketa. (Bixûne Zebûr 83:18.) Adem û Hêwayê hukumetiya Yehowa ber tiştekî hesab nekirin, û paşî wan jî hebûn kesên usa ku miqabilî serwêrtiya Xwedê derketin. Lema jî hinek dikarin bikevine şikê û bawer kin ku Mîrê-cina rast e. Seva ku nav temamiya gerdûnêda edilayî hebe, ev pirs gerekê bê safîkirinê. Û gava bê îzbatkirinê wekî serwêrtiya Yehowa yê herî baş e, wî çaxî îda gişk wê bijîn bin serwêrtiya wîye qencda û temamiya gerdûnêda wê edilayî hebe (Efes. 1:9, 10).
5. Ça em dikarin aliyê serwêrtiya Yehowa bigirin?
5 Zûtirekê wê bê îzbatkirinê wekî serwêrtiya Xwedê rast e, lê serwêrtiya Şeytan û meriva wê bê hildanê. Serwêrtiya Xwedê bi saya Padşatiyê, wê nêta xwe bîne sêrî û merivên amin wê îzbat kin ku meriv dikare bi aminî piştgiriya serwêrtiya Xwedê bike (Îşa. 45:23, 24). Bêşik, hûn dixwazin nava wan merivada bin, usa nîne? Seva em aminiya xwe xwey kin, lazim e em fem bikin, wekî çiqas ferz e piştgiriya serwêrtiya Xwedê bikin.
PIŞTGIRIYA SERWÊRTIYA XWEDÊ JI EMIRÊ ME FERZTIR E
6. Çiqas ferz e wekî bê îzbatkirinê ku tenê Yehowa ye xweyîhukum?
6 Ya lape ferz ew e, ku bê îzbatkirinê wekî tenê Yehowa ye xweyîhukum. Ew yek diha ferz e, ne ku emir û bextewariya me. Lê gelo ew tê hesabê wekî Yehowa me hiz nake û emirê me bona wî qîmet nîne? Tu car na! Lê em ji ku zanin vê yekê?
7, 8. Emê çi karê bistînin gava îzina serwêrtiya Xwedê bê îzbatkirinê?
7 Yehowa meriva qayîm hiz dike. Ew usa me qîmet dike ku Kurê xwe qurban kir seva em jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhn. 3:16; 1 Yûhn. 4:9). Hergê Yehowa sozên xwe derheqa axiriyê neyne sêrî, giliyên Şeytan wê rast derên, ku yançi Xwedê tiştên baş ji me vedişêre û ku ew serwêrê xirab e. Hin jî merivên ku miqabilî Xwedê ne, wê qerfa sozên Yehowa bikin bi wan giliya: “Ka ew sozê hatina wî? Bavêd me emirê Xwedê cî anîn çûn, lê her tişt hê ji wextê efirandina dinyayêda usa mane” (2 Pet. 3:3, 4). Lê Yehowa xweyê sozên xwe ye. Gava ku îzina serwêrtiya wî bê îzbatkirinê, wî çaxî merivên guhdar wê xilaz bin. (Bixûne Îşaya 55:10, 11.) Belê, serwêrtiya Yehowa ser hîmê hizkirinê ye. Lema em gerekê tu car dudilî nebin, ku ew wê timê xizmetkarên xweyî amin hiz bike û qîmet ke (Derk. 34:6).
8 Rast e pirsa lape ferz ew e ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin, lê ew nayê hesabê wekî emirê me ber
çevê Xwedê qîmet nîne. Em gerekê rast binihêrin ser vê pirsa ferz û ser emirê xwe, çimkî usa emê bikaribin bi temamî piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin.ÎBO NIHÊRANDINA XWE ÇA GUHAST?
9. Şeytan çi şer avîte Îbo? (Binihêre şiklê ewlin.)
9 Em gerekê rast fem bikin ku çira pirsa derheqa serwêrtiya Yehowa gerekê bê safîkirinê. Kitêba Îboda ew yek zelal tê kifşê. Li wêderê em pêdihesin, wekî Şeytan got ku hergê Îbo bikeve tengasiyên giran û biçerçire, ew wê pişta xwe bide Xwedê. Û ewî Xwedêra got, wekî Îbo biçerçirîne. Yehowa ew yek nekir, lê îzin da Şeytan ku ew xwexa Îbo bicêribîne, û got: “A vay heçî tiştên wî yên hene, di destê teda ne”. (Bixûne Îbo 1:7-12.) Hine wede derbaz bû, û Îbo berdestiyên xwe, hebûna xwe, û deh zarên xweyî delal unda kir. Şeytan usa ew bela anî serê Îbo, ku bê kifşê yançi xwexa Xwedê ew bela anî serê wî (Îb. 1:13-19). Paşî vê yekê, Şeytan Îbo nexweş xist bi nexweşiya gelek giran (Îb. 2:7). Kula wî besî wî nîbû, jina wî û sê hevalên wî yên ku hindava wî helal nîbûn, bi giliyên xwe dilê wî hê zef êşandin (Îb. 2:9; 3:11; 16:2).
10. a) Îbo ça aminiya xwe Xwedêra îzbat kir? b) Çida Îbora şîretkirin lazim bû?
10 Axiriya vê yekê çi bû? Çi ku Şeytan şer avîte Îbo, derew derketin. Îbo tengasiyada pişta xwe neda Xwedê (Îb. 27:5). Lê wî wedeyî hine fikirên nerast ketine hişê Îbo. Ew gelek kete heyra xwe û heqiya xwe. Ewî hela hê dewa jî dikir ku gerekê bizanibe çira usa hate serê wî (Îb. 7:20; 13:24). Hergê em xwe daynin dewsa Îbo, dibeke em bikaribin wî fem kin. Lê Xwedê dît wekî Îbora şîret lazim e, çimkî ew nerast difikirî. Lê gelo ça Yehowa wî şîret kir?
11, 12. Yehowa alî Îbo kir wekî çi fem ke?
11 Ev giliyên ku Xwedê Îbora got, nivîsar in kitêba Îboda serê 38-41. Lê tu cîkî nenivîsar e wekî Xwedê Îbora meniya kul-derdên wî dibêje. Hin jî nêta Yehowa ew nîbû ku xwe heq derxe û Îbora şiroveke ku çira ew diçerçire. Dewsê Xwedê alî wî kir, wekî ew fem ke ku ber Xwedê ew çiqas biçûk e û ku tiştên diha ferz hene ne ku problêmên wî. (Bixûne Îbo 38:18-21.) Giliyên Xwedê alî Îbo kirin wekî nihêrandina xwe rast ke.
Îb. 42:1-6). Belê, şîretkirina Yehowa baş hukum bû ser Îbo. Pêşiya wê yekê, Elîhû jî Îbo şîret kir, wekî ew rast bifikire (Îb. 32:5-10). Îbo şîretên Yehowa qebûl kir, û Yehowa dît ku Îbo fikirên xwe guhast. Paşî vê yekê, Yehowa merivên dinra got ku ew Îbo qebûl dike, çimkî ew wedê kul-derda Xwedêra amin ma (Îb. 42:7, 8).
12 Gelo em dikarin bêjin, wekî şîretkirina Yehowa sert bû, çimkî Îbo haqas derd dît? Na, Xwedê qe sert nîbû û ne jî Îbo usa fikirî. Rast e ewî kul-derdên giran dît, lê axiriyêda ewî razîbûna xwe da kifşê Xwedêra. Ewî hela hê jî got: “Ez xwe biçûk divînim û di xwelî û tozêda tobe kirinêda me!” (13. Şîretkirina Yehowa wê çida kêrî Îbo bihata paşî tengasiyên wî?
13 Çaxê kul-derdên Îbo xilaz bibûn jî, dîsa ew şîretên Yehowa kêrî wî dihatin. Yehowa xilaziya emirê Îbo hê zêde kerem kir û wede derbaz bû, dîsa “heft law û sê qîzên wî jî bûn” (Îb. 42:12-14). Rast e Îbo ew zarên xwe hiz dikir, lê ewî bîra wan zarên xwe jî dikir yên ku ji destê Şeytan hatine kuştin. Dibeke ewî ne jî bîr dikir ew hemû çetinayên xwe ku ewî dît. Hergê jî Îbo axiriyêda meniya cefê xwe pêhesiya, yeke dibeke wîra bi temamî femdarî nîbû ku çira Xwedê hîşt, wekî ew kul-derdên usa giran bivîne. Lê ew çi jî bifikiriya, yeke ewî şîretên Xwedê bîra xweda xwey dikir û ser difikirî. Û ewê yekê wê alî wî bikira ku nihêrandina rast xwey ke û usa jî berdiliyê bistîne (Zeb. 94:19).
14. Em çi dikarin hîn bin ji mesela Îbo?
14 Em jî dikarin nihêrandina xwe rast kin û berdiliyê bistînin hergê ser serhatiya Îbo bifikirin. Yehowa ew serhatî xwey kir “bona hînbûna me . . . , wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me” bawer bin (Rom. 15:4, ÎM). Gelo em çi dersê hîn dibin ji serhatiya Îbo? Dersa pêşin ew e: Em gerekê usa nekevine heyra tengasiyên xwe, ku pirseke lape ferz bîr kin, dêmek piştgiriya serwêrtiya Yehowa. Xêncî vê yekê, em gerekê bişêkirînin wî qedirî ku em dikarin piştgiriya serwêrtiya Xwedê bikin, û mîna Îbo wedê tengasiyên giranda jî jêra amin bimînin.
15. Çi kar e hergê em tengasiyada Xwedêra amin dimînin?
15 Serhatiya Îbo me dilgerm dike, çimkî dide kifşê ku aminiya me badîhewa nîne. Hin jî hergê em kul-derda dikişînin, ew nayê hesabê ku Yehowa Metlk. 27:11). Çaxê em sebir dikin û qewî dimînin, dilê Yehowa şa dibe, û hin jî baweriya me bona axiriyê hê qewî dibe. (Bixûne Romayî 5:3-5.) Serhatiya Îbo îzbat dike, wekî Yehowa “çiqasî îsaf û rem e!” (Aqûb 5:11). Belê, em gerekê qe dudilî nebin ku Yehowa wê hin me xelat ke û hin jî hemûşka yên ku piştgiriya serwêrtiya wî dikin. Zanebûna vê yekê wê alî me bike “her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin” û şabûna xwe unda nekin (Kols. 1:11).
me qebûl nake. Xêncî vê yekê, em wedê tengasiya dikarin Yehowara nîşan kin, wekî em piştgiriya hukumetiya wî dikin (BÎR NEKIN LAPE FERZ ÇI YE
16. Çira lazim e em bîr nekin ku çiqas ferz e piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin?
16 Belê, dîna me gerekê ser vê yekê be, ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin. Lê wedê tengasiya hêsa nîne hiş-aqilê xwe daynin ser vê yekê. Cara çetinaya biçûk dikare mera gelek mezin bê kifşê hergê em timê difikirin ser vê çetinayê. Lema jî wedê çetinaya ferz e timê bînin bîra xwe, ku çiqas ferz e piştgiriya serwêrtiya Xwedê bikin.
17. Hergê em timê nava şixulê Yehowada nin, ew yek çida alî me dike?
17 Hergê em timê nava şixulê Yehowada nin, ew yek wê alî me bike wekî em bîr nekin pirsa lape ferz. Were meselekê şêwir kin. Xûşkeke me navê kîjanê Rênê ye, êşa kronîk dikişand, însûltê lêxistibû, û hin jî reqa wê hebû. Heta ku ew nexweşxanêda bû, ewê şedetî dida xebatçiya, nexweşa û usa jî wan yên ku dihatine nexweşxanê. Carekê çaxê Rênê dîsa kete nexwaşxanê ser du heftiya û nîv, ewê 80 siheta şedetî da. Hela hê ber mirinê jî Rênê tu car bîr nedikir pirsa lape ferz, dêmek piştgiriya serwêrtiya Yehowa. Ewê timê piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikir û evê yekê edilayî dida wê.
18. Ça mesela xûşkekê dide kifşê ku em karê distînin, çaxê piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin?
18 Her roj em rastî çetinaya tên, û wî çaxî jî em dikarin piştgiriya hukumetiya Yehowa bikin. Xûşkek bi navê Cênîfêr sê roja aêroportêda ma, çimkî wedê firînê egle bû. Yek pey yekê ew firîn egle dikirin. Cênîfêr tenê bû û vestiya bû. Wî çaxî ewê hêsa dikaribû gune xwe xwe bîne û bikeve heyra xwe. Lê ewê Xwedêra dua dikir, seva mêrxasiyê bide wê, wekî wan merivara mizgîniyê gilî ke yên ku halê wêda bûn. Gelo axiriya vê yekê çi bû? Ewê gelekara şedetî da û gelek edebyet jî bela kir. Cênîfêr gilî dike: “Min texmîn dikir wekî vê çetinayêda Yehowa min kerem kir û qewat da min seva navê wî rûmet kim”. Belê, hiş-aqilê wê ser qirara Yehowa bû.
19. Çida cimeta Xwedê cude dibe ji dînên qelp?
19 Cimeta Xwedê berêda piştgiriya serwêrtiya Yehowa dike. Û ev yek wana cude dike ji dînên qelp. Lema jî were em timê aliyê xweda hemû tiştî bikin wekî berdewam kin piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin.
20. Hergê em piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin, em çida dikarin bawer bin?
20 Bawer bin ku Yehowa qîmet dike vê yekê, ku hûn piştgiriya serwêrtiya wî dikin û bi aminî wîra xizmet dikin, hela hê wî çaxî jî gava rastî çetinaya tên (Zeb. 18:25). Gotara dinda emê şêwir kin ku çira gerekê piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin û ça em dikarin evê yekê bikin.