We Zanibû?
Arxêolojî ça îzbat dike, ku Belşatsar serwêrê Babîlonê bû?
GELEK sala krîtîkosên Kitêba Pîroz digotin, wekî Belşatsar Padşa, besa kîjanî kitêba Daniyêlda tê kirinê, tu car tune bûye (Dan. 5:1). Wana ew yek digot, çimkî arxêoloja tu tişt nedidîtin ku îzbat kirina, wekî ew padşa rastî hebûye. Lê sala 1854-da tiştekî mexsûs qewimî. Ew çi bû?
Vê salê konsûlê Brîtanî, C. G. Têylor, şeherê berê Ûrda, ku îro Îraqa başûrê ye, avayên hilşyayî lêkolîn dikir. Wêderê birca mezinda ewî çend kevir dît, ku ji heriya sor çêkirî bûn. Ser wan kevirên ku dirêjaya wan weke 10 santîmêtir e, nivîsarên kolayî hene. Ser kevirekî dua nivîsî bû, kîderê dihate gotinê, wekî Nabonîd Padşa û kurê wîyî mezin Belşatsar, dirêj bijîn. Hela hê krîtîkos jî qayîl bûn, ku nivîsara ser vî kevirî eşkere îzbat dike, ku Belşatsar hebû.
Lê Kitêba Pîroz dibêje, ku Belşatsar usa jî padşa bû. Lê vê yekêra jî krîtîkos qayîl nîbûn. Mesele, qirna 19-da, zandarekî înglîz Wîlîam Talbot nivîsî, wekî hinek dibêjin ku Bel-sar-ûssûr [Belşatsar] wedekê tevî bavê xwe Nabonîd padşatî dikir. Lê îzbatkirina vê yekê tune ye”.
Ew pirs zelal bû, çaxê nivîsarên ser kevirên mayîn eyan kirin, wekî bavê Belşatsar, Nabonîd, cara bi sala paytextêda nîbû. Lê heta ew wêderê nîbû, dewsa wî kê bû? “Ensîklopêdiya Brîtanîda” tê gotinê: “Çaxê Nabonîd ji şeher der bû, ewî textê xwe û nîvê zef ordiya xwe, dida kurê xwe Belşatsar”. Lema jî Belşatsar wî wedeyî ça serwêrê Babîlonê bû. Arxêoloj û zandarê ziman, Alan Mîlard, got wekî logîkî ye ku “Kitêba Daniyêlda ser Belşatsar tê gotinê ‘padşa’”.
Femdarî ye, bona xizmetkarên Xwedê îzbatkirin xwexa Kitêba Pîroz e, ku kitêba Daniyêlda înformasiya rast e û ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê (2 Tîmt. 3:16).