Bîr Nekin Xerîbara Qenciyê Bikin
“Mêvanhiziyê bîr nekin” (ÎBRN. 13:2).
1, 2. a) Îro merivên xerîb rastî çi çetinaya tên? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Kitêba Pîroz çi şîretê dide Mesîhiya, û îro emê kîjan pirsa şêwir kin?
SÎ SAL pêşda, Osê, [1] yê ku hingê Şedê Yehowa nîbû, ji welatê xwe Ganayê, derbazî Ewropayê bû. Ew dike bîra xwe: “Min texmîn kir ku heçî zef meriv hindava minda heyf nîbûn. Xêncî wê yekê, klîmat jî bona min ecêb bû. Çaxê ez ji aêraportê derketim û min cara pêşiyê emirê xweda sur-serma texmîn kir, ez giriyam”. Osêra usa jî çetin bû ziman hîn be, lema salekê zêdetir ewî nikaribû xebatê xwera bivîne. Û çimkî ew ji mal dûr bû, ewî gelek bîra mala xwe dikir, û xwe tenê texmîn dikir.
2 Hela bifikirin hergê hûn welatê xerîbda bûna, weyê ça bixwesta ku meriv hindava weda ça bûna? Hergê hûn biçûna Oda Civatê û wêderê we bi dil û can slav kirana, û dîna xwe nedana vê yekê, hela hûn çi milet in, hûnê çiqas şa bûna, usa nîne? Kitêba Pîroz Mesîhiyên rast şîret dike: “Mêvanhiziyê bîr nekin” (Îbrn. 13:2). Xebera orîjînal ku hatiye welgerandinê ça “mêvanhizî”, raste-rast tê hesabê “qencîkirin xerîbara”, dêmek xelqêra. Were em şêwir kin wan pirsa: Gelo Yehowa ça dinihêre ser xerîba? Çira dibeke mera lazim be ku nihêrandina xwe hindava wan biguhêzin? Em ça dikarin alî merivên xerîb bikin, wekî ewana civatêda xwe texmîn kin ça nava neferên mala xweda?
YEHOWA ÇA DINIHÊRE SER XERÎBA?
3, 4. Li gora Derketin 23:9, cimeta Xwedê gerekê ça bûna hindava xerîba, û çira?
3 Çaxê Yehowa cimeta xwe ji dîltiya Misirê aza kir, ewî wanra qanûn da. Xwedê bi wan qanûna Îsraêlî şîret dikirin, wekî ewana qenc bin hindava necihûyên ku tevî wan bûne yek û ji Misirê derketin (Derk. 12:38, 49; 22:21). Xerîb gelek car rastî çetinaya dihatin, lema Yehowa bona wan xem dikir. Mesele, îzina xerîba hebû, wekî paşî topkirina zeviyê, çi ku dima ewana xwera top kin (Qan. Kah. 19:9, 10).
4 Yehowa ne ku temî da Îsraêliya wekî qedirê xerîba bigirin, lê ewî dixwest wekî ewana dilşewat bin hindava wan. (Bixûne Derketin 23:9.) Îsraêlî “haş ji dilê xerîba” hebûn, çimkî berê xwexa xerîb bûn. Hela hê pêşiya dîltiya Misirêda jî, Misiriya hindava wan nebaş bûn, çimkî ewana ne ji miletê wan bûn û rêlîgiya wan jî ji hev cude dibû (Destp. 43:32; 46:34; Derk. 1:11-14). Îsraêliya zanibûn xerîbî çiqas çetin e. Û lema Yehowa dixwest wekî Îsraêlî ewê yekê bîr nekin, û hindava xerîba “mîna binelîyê welatê” xwe bin (Qan. Kah. 19:33, 34, PKM).
5. Çi wê alî me bike, wekî em mîna Yehowa binihêrin ser xerîba?
5 Yehowa nehatiye guhastin, dêmek ew îro jî xem dike derheqa xerîba. Û çaxê kesekî xerîb tê civata me, em gerekê wanra heyf bin (Qan. Dcr. 10:17-19; Malx. 3:5, 6). Seva ku halê xerîba fem kin, cara em gerekê bifikirin ku êwana dikevine çi çetinaya. Mesele, dibeke ewana zimanê teze hê fem nakin, yan jî diqewime merivê welatê xerîb qedirê wan nagirin. Belê, em gerekê timê bifikirin ku çida dikarin wanra qenciyê bikin û hindava wan şewat bin (1 Pet. 3:8).
EM GEREKÊ ÇA SER XERÎBA BINIHÊRIN?
6, 7. Çi dide kifşê wekî Mesîhiyên qirna yekêda, ser xwe dixebitîn ku firqiyê nekine orta meriva?
6 Cihûya firqî dikirine orta xwe û miletên din. Lê Mesîhiyên qirna yekêda ser xwe dixebitîn, wekî çev nedine wan Cihûya. Roja Pênciyê Hesabê, sala 33 D.M., Mesîhiyên ku Orşelîmêda dijîtin, mêvanhizî dane kifşê hindava Mesîhiyên teze, yên ku ji cûre-cûre welata bûn (Kar. Şand. 2:5, 44-47). Ew qenciya wan nîşan kir, wekî wana rind fem dikir, ku çi tê hesabê xebera “mêvanhizî”, dêmek xerîbara qenciyê bikin.
7 Wî wedeyî çaxê civata Mesîhî hev zêde dibû, çetinayîk pêşda hat. Mesîhiya hêdî-hêdî destpêdikirin firqiyê bikine orta hevdu. Cihûyên ku Yûnanî xeberdidan, bîna xwe teng dikirin, çimkî Cihûyên Îbranî hindava jinebiyên wan nerastî dikirin (Kar. Şand. 6:1). Seva vê yekê, şandiya heft mêr bijartin, seva ewana binihêrin wekî tu kesî başqe nekin. Navê wan her heft mêra, navê Yûnaniya bûn. Diqewime şandiya lema ewana bijartin, çimkî dixwestin wekî civatêda firqiyê nekine orta hevdu (Kar. Şand. 6:2-6).
8, 9. a) Çira em gerekê xwe bicêribînin, hela em firqiyê dikine orta merivada yan na? b) Em gerekê çi ji dilê xwe derxin? (1 Pet. 1:22)
8 Dibeke em texmîn nakin, lê yeke eyd-qeyd, yanê kûltûra me, gelek ser me Rom. 12:2). Xêncî vê yekê, dibeke em dibihên ku çawa merivên dor-berê me, mesele cînar, heval-xebatkar, yan hevalên mektebêda, miletên din nimiz dikin û qerfê xwe wana dikin. Lê gelo em dikevine ber bayê wan? Em ça xwe didine kifşê, çaxê kesek qerfa miletê me dike, yan edetên me?
hukum dike (9 Hebû wede çaxê Petrûsê şandî firqî dikire orta miletê cihû û necihû, lê hêdî-hêdî ew hîn bû, ku ewî xeysetî kokêva nav xwe derxe (Kar. Şand. 10:28, 34, 35; Galt. 2:11-14). Hergê em jî texmîn dikin ku em dilê xweda firqiyê dikine orta meriva, em gerekê ser xwe zef bixebitin, wekî ewî xeysetî ji dilê xwe derxin. (Bixûne 1 Petrûs 1:22.) Lê çi dikare alî me bike? Em gerekê bîra xweda xwey kin ku firqî tune em çi milet in, em gişk jî gunekar in û tu kes ji me hêjayî xilazkirinê nîne (Rom. 3:9, 10, 21-24). Lema jî çira em gerekê hesab kin, wekî em ji kesekî çêtir in? (1 Korn. 4:7) Em gerekê çev bidine nihêrandina Pawlos, yê ku anî bîra Mesîhiya, wekî ewana îda “xelq û xerîb” nînin, “lê . . . neferêd mala Xwedê” (Efes. 2:19). Hergê em ser xwe bixebitin wekî firqiyê nekine orta mileta, mera diha hêsa be ku bibine merivê nû (Kols. 3:10, 11).
ÇAWA QENCIYÊ BIKIN XERÎBARA
10, 11. Bowaz ça da kifşê nihêrandina Yehowa ser xerîba?
10 Bowaz çev da Yehowa, çaxê hindava Rûta xerîb heyf bû. Were şêwir kin ku çida ew yek hate kifşê. Çaxê Bowaz çû zeviya xwe, wekî binihêre ça nandirûn tê kirinê, wêderê ewî Rût dît, ya ku xerîb bû û ji Mowabê hatibû. Ewî dîna xwe dayê, ku Rût ça dixebite û diçerçire seva ji erdê bermayî top ke. Pêşiya topkirinê, Rût ji xebatçiya îzin xwestiye, lê bi rastiyê seva vê yekê, ewê dikaribû qe îzin nexwesta jî. Çaxê Bowaz derheqa vê yekê pêhesiya, ewî merdanî da kifşê û îzin da wê, ku hela hê nav qewşada jî top ke. (Bixûne Rût 2:5-7, 15, 16.)
11 Çi ku qewimî paşî vê yekê, dide kifşê wekî Bowaz bi rastiyê xem dikir seva Rût, û fem dikir halê wê ça xerîb. Ewî Rût teglîf kir ku tevî cariyên wî be, wekî mêrên ku zeviyêda dixebitîn, jêra xirabiyê nekin. Ewî hela hê jî xem kir wekî xwarin û ava vê êpêce hebe, çawa cem xebatçiyên wî. Xêncî vê yekê, Bowaz wê bêhurmet nedikir, lê qedirê wê digirt û ber dilê wêda diçû (Rût 2:8-10, 13, 14).
12. Hergê em qenc bin hindava xerîba, ew yek wê çi karê bide wan?
12 Bowaz Rûtra qencî kir, çimkî ew amin bû hindava xasiya xwe Naomî, lê tenê ew menî nîbû. Bowaz ecêbmayî ma ku Rût, ya ku ji miletê xerîb bû, bû xizmetkara Yehowa. Bi rastiyê qenciya Bowaz eyankirina hizkirina Yehowa bû hindava vê jinikê, kîjan ku cî-sitar “bin perê” Xwedayê Îsraêlîda dît (Rût 2:12, 20; Metlk. 19:17). Îro jî, hergê em qenc in hindava “hemû meriva”, ew yek wê alî wan bike ku rastiyê qebûl kin û texmîn kin ku çiqas zef Yehowa wana hiz dike (1 Tîmt. 2:3, 4).
13, 14. a) Çira em gerekê Oda Civatêda, merivên xerîb bi dil û can silav kin? b) Çi dikare alî we bike ku aza nêzîkî wan bin?
13 Çaxê em bi dil û can silav dikin xerîbên ku têne Oda Civata me, bi vê yekê em wanra qenciyê dikin. Diqewime me dîna xwe da wekî merivên xerîb ku teze hatine welatê me, şerm dikin û xwe başqe dikin. Yan jî, dibeke miletên din wana nimiz dikin, çimkî ewana ne miletê wan in û cûrekî mayîn hatine mezinkirinê. Lema pêşiyê em gerekê wana germ silav kin û pêbihesin derheqa halê wan. Hergê ser zimanê we heye “JW Language ”, hûn dikarin li wêderê hine xeber hîn bin, wekî ser zimanê wanî dê, wana silav kin. (Bixûne appFîlîpî 2:3, 4.)
14 Dibeke hûn şerm dikin nêzîkî wan meriva bin, yên ku ne ji miletê we ne. Seva hûn aza nêzîkî wan bin, hûn dikarin derheqa xwe wanra tiştekî gilî kin. Zûtirekê hûnê bivînin ku rast e hûn hinek ji hev cude dibin, lê gelek tiştada hûn mîna hev in. Bi rastiyê, her miletekîda çawa tiştên baş hene, usa jî kêmasî hene.
BIRA EWANA XWE USA TEXMÎN KIN ÇAWA MALA XWEDA
15. Çi dikare alî me bike wekî fem kin halê xerîba, yên ku teze hatine welata me?
15 Seva ku alî merivên din bikin, wekî ewana civatêda xwe texmîn kin çawa mala xweda, pirseke usa bidine xwe: “Hergê ez welatê xerîbda bûma, minê bixwesta ku meriv hindava min çi cûreyî bûna?” (Met. 7:12) Bi sebir bin hindava wan, çimkî wanra çetin e welatê xerîbda bijîn. Serê-sêrîda, dibeke em bi temamî fikirên wan yan kirên wan fem nekin, çimkî em ji hev cude dibin. Lema em gerekê dewa nekin ku ewana bêne ser qeydê me, lê ewana çi cûreyî ne usa wana qebûl kin. (Bixûne Romayî 15:7.)
16, 17. a) Em ça dikarin nêzîk bin tevî merivên ji miletê din? b) Civata xweda em çida dikarin alî xerîba bikin?
16 Hergê hûn hê zêde pêbihesin derheqa welat û edetên merivên xerîb, hûnê tevî wan hê hêsa xeberdin. Wedê qulixkirina tevî malbetê, hûn dikarin lêkolîn bikin derheqa edetên wan, yên ku têne civata me. Usa jî hûn dikarin hê nêzîkî wan bin, çaxê wana teglîf kin mala xwe ser nanxwarinê. Yehowa “dergehê baweriyê” ber hemû mileta vekir. Were em jî çev bidine wî, û derê mala xwe vekin bona xerîba, yên ku tevî me Xwedêra qulix dikin (Kar. Şand. 14:27; Galt. 6:10; Îb. 31:32).
Metlk. 3:27).
17 Hergê em tevî malbetên êmîgranta, dêmek xerîba, wede derbaz kin, wî çaxî emê wana hê rind fem kin, û him jî qîmet kin vê yekê ku ewana çiqas cefa dikişînin seva layîqî edetên me bijîn. Dibeke em bivînin ku wanra alîkarî lazim e seva zimanê teze hîn bin. Em usa jî dikarin alî wan bikin, wekî ewana xwera xebatê yan cî-sitarê bivînin. Alîkariya we dikare ser emirê wan xûşk-bira gelek baş hukum be (18. Merivên xerîb îro ça dikarin çev bidine Rût?
18 Belê, merivên xerîb çiqas dikarin hemû tiştî dikin seva layîqî edetên welatê teze bijîn. Vê yekêda Rût meseleke baş e. Ya ewlin, ewê qedirê edetên welat girt, çaxê îzin xwest ku bermayî top ke (Rût 2:7). Ew ne difikirî ku ew yek jêra dikeve, yan jî ku yên din borcdar in jêra tiştekî bidin. Ya duda, ewê timê razîbûn dida kifşê, seva qenciyên ku jêra dikirin (Rût 2:13). Çaxê yên xerîb xwe usa didine kifşê, xûşk-birên civatêda û merivên din jî wê diha qedirê wan bigirin.
19. Çi meniyê me hene ku merivên xerîb qebûl kin?
19 Em gelek şa ne wekî Yehowa hemû merivara mecalê dide wekî mizgîniya wî pêbihesin, û ew yek heye qenciya wîye mezin. Hine xerîb dibeke welatê xweda nikaribûn Kitêba Pîroz hîn bin, yan herine ser civata, lê welatê dinda dikarin bêne ser civata. Gelo ew yek me hêlan nake wekî alî wan bikin, ku ewana xwe xerîb texmîn nekin? Dibeke em dewletî nînin û aliyê perada nikarin alî wan bikin, lê çaxê em wanra qenciyê dikin, bi vê yekê hizkirina Yehowa hindava wan eyan dibe. De were timê çev bidine Xwedê, û bi dil û can xerîba qebûl kin (Efes. 5:1, 2).
^ [1] (abzasa 1) Nav hate guhastinê.