Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dinya tije ye bi kul-derda. Gelo Xwedê ye neheq?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo Xwedê kul-derda tîne ser me?

Hûnê çi bêjin?

  • Belê

  • Na

  • Dibeke

Kitêba Pîroz dibêje:

“Heşa ku Xwedê xerabiyê bike û Yê ku hêza wî têra her tiştî dike, neheqiyê pêk bîne!” (Îbo 34:10). Hemû zûlmî û çerçirandin, çi ku em divînin, ne ji Xwedê ne.

Dîsa çi em dikarin pêbihesin ji Kitêba Pîroz?

  • Şeytan Mîrê-cina, “serwêrê vê dinyayê” heye sebebê kul-derdên me (Yûhenna 14:30).

  • Meriv bijartina nerast dikin, lema jî zulmî û kul-derd têne serê wan (Aqûb 1:14, 15).

Kutasiya kul-derda wê bê?

Hinek meriv bawer dikin ku bende dikare bi qewata xwe kul-derda bide hildanê. Hinek jî difikirin ku halê dinyayê aliyê başda wê îda neyê guhastinê. Lê hûn çi difikirin?

Kitêba Pîroz çi dibêje?

Xwedê wê kul-derda bide hildanê. “Îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:3, 4).

Dîsa çi em pêdihesin ji Kitêba Pîroz?

  • Xwedê wê Îsa bide xebatê, seva ku kul-derda bide hildanê, sebebê kîjanî ku Mîrê-cina ye (1 Yûhenna 3:8).

  • Merivên baş wê li ser erdê edilayêda û herheyî bijîn (Zebûr 37:9-11, 29).