KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE
Ez Hîn bûm, Qedirê Jina û Qedirê Xwe Bigirim
-
SALA BÛYÎNÊ: 1960
-
WELAT: FRANSA
-
BERÊ: NARKOMAN BÛ Û HINDAVA JINADA BÊ QEDIR BÛ
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Ez di Fransayêda bakûra-rohilatêda, mihala Mulhaûsêda hatime bûyînê. Ew mihal bi zulmiya xwe eyan bû. Tê bîra min ça zarotiya minda, orta malbeta timê şer-dew bû. Di malbeta meda, qedira jina nedigirtin û mêr jî wana nimiz dikirin. Ez usa hatime hînkirinê, wekî jin gerekê tenê xwarinê çêke, û miqatî mêr û zara be.
Zarotiya min hêsa nîbû. Çaxê ez dehe salî bûm, bavê min ji bo îçkevexwarinê mir. Pênc sal derbaz bûn, birê minî mezin xwe kuşt. Wê salêda, min pê çevê xwe dît, ku çawa ji bo şer-dewê malbetekê, merivek hate kuştinê. Ev yek gelek li ser min hukum kir. Neferên malbeta min, ez hîn kirim ku çawa bidime xebatê kêr û sîlhe, seva ku xwe biparêzim. Hingê cahiltiya xweda, min bedena xwe bi tatûa neqiş kir û destpêkir îçkê vexwim.
Çaxê ez 16 salî bûm, min her roj weke 10-15 butil, bîra (ava ceh) vedixwer û zûtirekê destpêkir narkotîkê jî bidime xebatê. Seva ku deyna dadim, min hesin difrotin û dizî dikir. 17 saliya xweda ez îda ketim kelê. Bi temamî ji bo dizîkirinê û şer-dewa, ez 18 cara hatime dîwankirinê. Ji vana sê cara ez kelêda rûniştim û 15 cara jî ez hatime sînorkirinê, dêmek hine tişt bona min qedexe bûn, mesele ez ji bajêr nikaribûm derketama.
20 saliya xweda, halê min hê xirab bû. Min rojê 20 lib marîxûana dikişand, usa jî hêroyîn û tiştên dine bêqanûnî dida xebatê. Çend cara hindik dima ez bimirama ji bo gelek kişandinê. Min destpêkir narkotîka bifroşim û lema jî ber destê min, timê kêr û sîlha hebûn. Carekê min xwest mêrikekî gule kim, lê ew birîndar nebû! Çaxê ez 24 salî bûm, diya min mir û hêrsa min hê zêde bû. Merivên ku derva min didîtin, derbazî riya din dibûn seva ku ji min birevin. Ji bo şer-dewa ez gelek cara polîsxanêda bûm yan jî nexweşxanêda, kîderê ku birînên min didrûtin.
28 saliya xweda, ez zewicîm. Û hemikî min qedirê jina xwe nedigirt. Min lê bêhurmet dikir û dikuta. Çawa cotê-zewicî, me tu tişt tevay nedikir. Ez difikirîm, ku wê bes be, hergê ez gelek tiştên biha, ku min dizî, wêra bidim. Paşê nişkêva tiştek qewimî. Jina min destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be. Hema paşî hînkirina xweye pêşin, ewê cixare terikand. Ewê usa jî nexwest hilde perên mine diziyê û hemû tiştên biha yê xemilandinê, paşda da min. Ez gelek hêrs ketim. Ez miqabilî wê yekê bûm, ku ew Kitêba Pîroz hîn be.
Çaxê min cîxarê dikişand, min dûyê cixarê li ser çevê wê berdida. Min usa jî ber hemûya qerfê wê dikir.Êvarekê çaxê ez serxweş bûm, min agir mala xwe xist. Jina min ez û qîza meye pênc salî ji agir xilaz kirin. Çaxê ez hatim ser hişê xwe, îsafa min ez diçerçirandim. Ez kûraya dilê xweda difikirîm, wekî Xwedê wê tu cara min nebaxşîne. Giliyê keşîşekî kete bîra min, yê ku gotibû wekî hemû merivên zulm wê bikevne cenimê. Hela hê doxdira mine psîxiyatrî jî gote min: “Îda tu tişt wê alî te neke! Tu hêjayî baxşandinê nînî”.
KITÊBA PÎROZ ÇA JÎYÎNA MIN GUHAST:
Paşê em derbazî mala dê-bavê jina min bûn. Çaxê Şedên Yehowa hatine cem jina min, ez ji wana pirsîm, “Xwedê dikare hemû gunên min bibaxşîne?” Ewana ji Kitêba Pîroz mira nîşan kirin 1 Korintî 6:9-11. Vê derê tê gotinê derheqa rabûn-rûniştandina ku ber çevê Xwedê reş e. Li wir nivîsar e: “Û ji we hinek usa bûn”. Ew gilî gelek dilê min girtin û min dane bawerkirinê, wekî ez dikarim bême guhastinê. Şedên Yehowa mira îzbat kirin, ku Xwedê min hiz dike û nîşan kirin 1 Yûhenna 4:8. Ez gelek hêlan bûm û paşê min xwest ku ewana tevî min heftiyê du cara hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kin. Min destpêkir herim ser civatên wan û min Yehowara dua dikir.
Nava mehekêda min safî kir narkotîkê û îçkê bihêlim. Zûtirekê ev yek xirab li ser bedena min hukum kir! Êvara ez diçerçirîm ji bo xewnên xof, serêşê, tevizok min digirt û gelek tiştên din jî. Lê wî wedeyda min usa jî texmîn dikir, wekî Yehowa destê min digirt û min qewî dikir. Min xwe mîna Pawlosê şandî texmîn dikir, kîjanî got: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13). Wede şûnda min karibû kişandina tûtûnê jî bidime sekinandinê (2 Korintî 7:1).
Kitêba Pîroz ne ku tenê alîkarî da min seva ku jîyîna xwe bikime bin kontrolê, lê jîyîna malbeta min jî baş bû. Nihêrandina min hindava jina min hate guhastinê. Min destpêkir hê zêde qedirê wê bigirim û giliyên usa bidime xebatê ça “ji kerema xwe” û “zef razî me”. Ez usa jî bûme bavekî baş seva qîza xwe. Salek şûnda paşî hînbûna Kitêba Pîroz, min çev da jina xwe, jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kirim û hatime nixumandinê.
ÇI KAR MIN STAND:
Prînsîpên Kitêba Pîroz jîyîna min xwey kirin. Hela hê neferên mala min, yên ku ne Şedên Yehowa ne, dibêjin ku ezê zûdava bimirama ji bo îçkê û narkotîkê, yan jî kesek şer-dewada wê ez bikuştama.
Bi alîkariya hînkirinên Kitêba Pîroz, jîyîna mine malbetê bi temamî hate guhastinê. Bi vê yekê min fem kir, wekî cabdariya min ça mêr û bav, çida ne (Efesî 5:25; 6:4). Me îda destpêkir hemû tiştî tevay bikin. Niha ez fem dikim ku cabdariya jinê tenê çêkirina xwarinê nîne. Îro ez şa me piştgiriya wê bikim û tevî wê xizmet kim ça pêşengê hertim. Ez rûspiyê civatê me û di vê yekêda jina min jî piştgiriya min dike.
Hizkirin û dilremiya Yehowa Xwedê, gelek li ser jîyîna min hukum kirin. Ez timê dixwazim derheqa xeyset-hunurên wî gilî kim wan meriyara, yên ku halekî xirabda nin, çawa ku ez berê bûm. Ez zanim wekî qewata Kitêba Pîroz digihîjê, seva ku alî hemûya bike nêta jîyînê bivînin û bextewar bin. Kitêba Pîroz min hîn kir, meriya hiz bikim û qedirê jina û mêra bigirim. Ew him alî min kir, wekî qedirê xwe jî bizanibim.