Ça Xwedê Dinihêre ser Kul-Derdên Me?
Hinek meriv difikirin ku Xwedê telî-tengiyên me navîne û ne jî bona me xem dike.
DÎNA XWE BIDIN ÇI KITÊBA PÎROZ DIBÊJE
Xwedê hemû tiştî divîne û bona me xem dike
“Xudan dît ku xirabîya meriva li ser erdê zêde dibe . . . , û gelekî dilteng bû” (Destpêbûn 6:5, 6, PKM).
Xwedê wê hemû kul-derda kuta ke
“Belê hinekî şûnda nepakê betavebe, tê li cîyê wî bigerî û wî nebînî. Lê belê milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (Zebûr 37:10, 11).
Xwedê bona we çi qirar kiriye
“ ‘Ez rind zanim ew, çi ku min seva we qirar kiriye’ Yehowa dibêje. ‘Min edilayî seva we qirar kiriye, ne ku xezeba, seva ku hêviyê û axiriya baş bidime we. Û hûnê gazî min bikin û bên minra dua bikin û ezê we bibihêm’” (Yêremya 29:11, 12, DT).
“Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).