Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Gelo meriva rêlîgiya ji ber xwe derxistine?
HINEK MERIV BAWER DIKIN wekî meriv rêlîgiya ji ber xwe derxistine; yên din jî difikirin ku Xwedê bi saya rêlîgiyê me nêzîkî xwe dike. Lê hûn ça difikirin?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?
Heye rêlîgiyek ya ku “rast û bêqusûr e” li ber Bav Xwedêyê me (Aqûb 1:27). Rêlîgiya rast dêmek temiz, ji Xwedê ye.
DÎSA ÇI EM PÊDIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?
Seva ku dilê Xwedê xweş bên, rêlîgiya gerekê li ser hîmê rastiya Kitêba Pîrozda be (Yûhenna 4:23, 24).
Rêlîgiya ku li ser hîmê fikirên meriya ye, bêkêr e. (Marqos 7:7, 8).
Gelo lazim e, wekî em xwe li rêlîgiyekê bigirin?
HÛNÊ ÇI BÊJIN?
Erê
Na
Dibek
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE:
“Û bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin” (Îbranî 10:24, 25). Xwedê dixwaze wekî xizmetkarên wî, çawa koma terbet, tevay bicivin.
DÎSA ÇI EM DIKARIN PÊBIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?
Ewên ku tevay Xwedê dihebînin, gerekê baweriyêda yek bin (1 Korintî 1:10,11).
Endemên rêlîgiyê ku Xwedê qebûl dike dibine biratiya hemdinyayê (1 Petrûs 2:17).