Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Alîsa

Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: Li Tirkyeyê

Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: Li Tirkyeyê

MESÎHIYÊN QIRNA yekêda aliyê xweda her tişt dikirin, seva “mizgîniya Padşatiyê” bigihîje gelek meriva (Met. 24:14). Hinek ji wan seva vê yekê hela hê çûbûne welatên xerîbda jî. Besa xeberê, Pawlosê şandî çû wî cîyî, kîderê ku Tirkyeya îroyîn e. Li wêderê wedê rêwîtiya xweye mîsyonêrtî, ewî bi xîret mizgînî bela dikir. * Paşî weke 2 000 sala, sala 2014-da, Tirkyeyêda bona belakirina mizgîniyê dîsa kampanya mezin destpêbû. Lê gelo çira ev kampanya hate sazkirinê? Û kê nava vê kampanyayêda bû?

“EV ÇI DIQEWIME?”

Tirkyeyêda 2 800 zêdetir mizgînvan hene, lê hejmara meriva wêderê 79 mîlyon e. Ev tê hesabê wekî ji weke 28 000 meriva 1 mizgînvan e. Belê, ça tê kifşê şixul gelek e, lê mizgînvan hindik in û pêra nagihînin gelek merivara mizgîniyê bela kin. Û nêta vê kampanyê hema ev bû ku wedekî kinda gelek meriv mizgîniyê pêbihesin. Weke 550 mizgînvan ku ser zimanê Tirkî xeber didin, ji welatên mayîn hatin Tirkyeyê û wedê kampanyê tevî mizgînvanên wêderê xizmet dikirin. Gelo ev kampanya çi kar anî?

Şedetiya mezin hate dayînê. Civateke Stembolê nivîsî: “Çaxê meriva em didîtin, wana ji me dipirsîn: ‘Wira civata weye mezine mexsûs derbaz dibe? Em we, Şedên Yehowa, hemû ciya divînin!’” Civatekê jî, ji şeherê Îzmîrê nivîsî: “Mêrikek ku ciyê taksiyada dixebitî, nêzîkî rûspiyê civata wê mihalê bû û ji wî pirsî: ‘Ev çi diqewime? Ça ez divînim, we şixulê xwe hê mezin kiriye?’” Belê, ev kampanya kete çeva!

Stêfên

Xûşk-birên ku ji welatên xerîb hatin, ji vê kampanyê şabûneke mezin standin. Stêfên, yê ku ji Denmarkê ye, got: “Her roj, min wan merivara mizgînî gilî dikir, yên ku qe derheqa Yehowa nebihîstibûn. Min bi rastiyê merivara navê Yehowa dida naskirinê”. Jan-Dêvîd ku ji Fransayê ye, nivîsî: “Me ser kûçekê bi siheta xizmet dikir. Ew usa baş bû! Heçî zef meriv derheqa Şedên Yehowa nizanibûn. Dikarim bêjim, wekî ber her derîkî, me tevî xweyê malê xeber dida, vîdêo nîşan dikir, û edebyet jî dihîşt”.

Jan-Dêvîd (ortêda)

Nava du heftiyada, 550 mizgînvan ku seva kampanyê hatibûn Tirkyeyê, weke 60 000 edebyet bela kirin! Belê, evê kampanyayê rastî jî şedetîke mezin da.

Mizgînvan hê xîret bûne. Ev kampanya mexsûs, gelek baş hukum bû ser xûşk-birên Tirkyeyê. Gelek ji wana xwera nêt danîn xizmet kin ça xizmetkarên hertim. Û bi rastiyê, nava 12 mehada paşî vê kampanyê, hejmara pêşenga li Tirkyeyêda ser 24 selefa zêde bû.

Şîrîn

Ev xûşk-birên ku ji welatên xerîb hatibûn, gilî kirin ku çawa ev kampanya ser xizmetiya wan hukum bû çaxê ewana vegeriyan welatên xwe. Şîrîn, xûşkeke ji Almanyayê, nivîsî: “Xûşk-birên ji Tirkyeyê neformal gelek hêsa xizmet dikirin. Lê min şerm dikir û lema minra çetin bû neformal mizgîniyê bela kim. Lê spas vê kampanya mexsûsra, usa jî mesela xûşk-bira û gelek dua alî min kirin, ku min karibû evê yekê bikim. Min hela hê mêtroyêda jî derheqa mizgîniyê tev meriva xeber dida û belavok jî bela dikirim! Niha ez îda şerm nakim ça berê”.

Yohanês

Yohanês yê ku ji Almanyayê ye, got: “Ez seva xizmetiya xwe, xwera dersa hîn bûme. Xûşk-birên Tirkyeyê çiqas dikaribûn gelek merivara derheqa rastiyê gilî dikirin. Wana tu mecal bernedidan. Min jî xwera nêt danî ku çev bidime wan, çaxê vegerim Almanyayê. Û niha ez hê zêde merivara mizgîniyê bela dikim, ne ku berê”.

Zeynep

Zeynep ku ji Fransayê ye, giliyên usa got: “Ev kampanya gelek ser xizmetiya min hukum bû. Ev alî min kir ku hê mêrxas bim û hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînim”.

Mizgînvan diha nêzîkî hev bûne. Hizkirin û yektî orta xûşk-birên ji cûre-cûre welata, gelek wana dilgerm kir. Jan-Dêvîd besa kîjanî me jorê kir, got: “Me mêvanhiziya xûşk-bira ‘tem kir’”. Paşî wan giliya ewî usa got: “Wana em ça heval û neferên xwe qebûl kirin. Deriyên mala wan bona me vekirî bûn. Min zanibû wekî em biratiya hemdinyayê ne, û ev yek min gelek car edebyetên meda jî xwendiye. Lê wedê vê kampanyê, min cara pêşin pê çevê xwe ev yek dît. Ez hê firnaq bûm ku ez jî nav cimeta Yehowada me, û min wîra spas dikir bona vî qedirê mezin”.

Klêr (ortêda)

Klêr ku ji Fransayê ye, got: “Firqî tune em ji kîjan welatî bûn, mesele Denmarkê, Fransayê, Almanyayê, yan jî Tirkyeyê, em hemûşk jî malbetek bûn. Tê bêjî Xwedê sînorên orta milet û welata temiz kir”.

Stêfanî (ortêda)

Stêfanî ji Fransayê got: “Evê kampanyayê em hîn kirin, wekî ne ku edet yan zimanek me dike yek, lê hizkirina me hindava Yehowa”.

KAR PAŞÎ KAMPANYAYÊ

Gelek xûşk-birên ji welatên mayîn xwestin derbazî Tirkyeyê bin, seva ku alîkariyê bidine wî şixulê mezin, kîjan ku gerekê hê pêşda here. Gelek îda derbaz bûne, û bi rastiyê ewana gelek qîmet in û hêjayî paya ne.

Besa xeberê, komekêda ku ji 25 mizgînvana ye û ji şeher dûr e, gelek sala wêderê tenê rûspîk bû. Lê bidine ber çevê xwe ku xûşk-bira çiqas şabûn çaxê sala 2015-da, şeş mizgînvan ji Almanyayê û Nîdêrlandê derbazî vê komê bûne seva alîkariyê bidin.

XIZMETKIRIN KÎDERÊ KU HEWCETÎ HEYE

Lê gelo mizgînvan ku ser hine wede derbazî Tirkyeyê bûne, çi dibêjin derheqa jîyîna wêderê? Belê, hêsa nîne welatê xerîbda bijîn, lê çaxê bona alîkariyê derbaz dibin, ewana gelek kerema distînin. Dîna xwe bidine hineka çi gotin:

Fêdêrîko

Fêdêrîko birakî ku zewicî ye, 41 salî ye, ji Îspanyayê derbazî Tirkyeyê bûye, dibêje: “Ez dewletî najîm, û ev yek alî min dike wekî diha zef wedê xwe xerc kim bona tiştên lapî ferz”. Ev bira yên din jî hêlan dike ku gaveke usa bavêjin. Ew dibêje: “Ese, evê gavê bavêjin. Çaxê tu derbazî welatê xerîb dibî seva ku alî meriva bikî Yehowa nas kin, bi rastiyê tu xwe didî destên wî. Û tu pê çevê xwe divînî ku Yehowa çiqas bona te xem dike”.

Rûdî

Rûdî birakî ji Nîdêrlandê, ku zewicî ye, 57 salî ye, dibêje: “Em eşq-şa ne wekî wî cîyî xizmet dikin, kîderê ku cara pêşin em merivara rastiyê gilî dikin. Çaxê em divînin ku dilê meriva çiqas şa dibe gava ewana rastiyê qebûl dikin, em şabûneke mezin distînin”.

Saşa

Saşa, ku 42 salî ye û zewicî ye, ji Almanyayê derbaz bûye, dibêje: “Her gav çaxê ez xizmet dikim, ez rastî wan meriva têm, yên ku cara pêşin rastiyê dibihên. Ez gelek bextewar im ku dikarim wan merivara derheqa Yehowa bêjim”.

Atsûko

Atsûko, birê me zewicî ye ku 36-salî ye ji Japonyayê, gilî dike: “Berê min gelek dixwest ku Harmegedon zû bê. Lê çaxê ez derbazî Tirkyeyê bûm, min fem kir ku çira Yehowa hê sebir dike û hîviyê ye, û ez ji wî gelek razî me. Gava ez destê Yehowa wî şixulî hemdinyayêda divînim, ez hê zêde dixwazim nêzîkî wî bim”.

Alîsa, xûşk ji Ûrisêtê, dibêje: “Xizmetkirin Yehowara vî cûrê xizmetiyêda, alî min kir ku bi temamî tem kim qenciya wî” (Zeb. 34:8). Ew zêde dike: “Yehowa ne ku tenê Bav e bona min, lê usa jî Dostê minî nêzîk e, û cûre-cûre derecada ez wî hê rind nas dikim. Emirê min bi şabûnê, bi qewimandinên hewas û bi kerema tije ye!”

“DÎNA XWE BIDINE ZEVIYA”

Bi saya vê kampanya mexsûse Tirkyeyêda, mizgînî gihîşte gelek meriva. Lê yeke dîsa hene ciyên usa, kîderê ku mizgînî hê nehatiye belakirinê. Mizgînvanên ku derbazî Tirkyeyê bûne seva alîkariyê bidin, her roj rastî merivên usa tên, yên ku tu car derheqa Yehowa nebihîstine. Lê hûn dixwazin cîkî usada xizmet kin? Hergê erê, em we hêlan dikin: “Çevêd xwe vekin û dîna xwe bidine zeviya ew çawa zer bûne” (Yûhn. 4:35). Hûn dikarin alîkariyê bidin wan deştada, kîjan ku “zer bûne”? Hergê erê, xwera nêt daynin û nêta xwe bînin sêrî. Û evê yekê bîr nekin: Çaxê hûn alîkariyê bidin seva mizgînî bigihîje “heta serê dinê”, hûnê gelek û gelek kerema bistînin! (Kar. Şand. 1:8)

^ abz. 2 Binihêrin broşûra bi navê “Binihêrin Erdê Baş”, rûp. 32-33.