Rêberiya Rast û Nerast: Pirsa Rastî Kîjana Em Tên
Hergê tu dixwazî herî cîkî nenas, tuyê çi bikî?
1. Tuyê herî wî alî ku bi texmîna te rast e.
2. Tuyê pey wan meriva herî, ku bi texmîna te rê zanin.
3. Teyê rêberiyên bi îtbar bida xebatê, mesele yên usa ça GPS yan xerîte, yan jî teyê tevî hevalê xwe şêwira xwe bikira, yê ku rê rind zane.
Hergê em du mêtodên pêşin bidine xebatê, diqewime emê bigihîjine cîkî, lê wê ne ew cî be kîjan ku me dixwest. Lê hergê em mêtoda sisiya bijbêrin, emê îda dudilî nebin ku emê ese bigihîjine wî cî, ku me dixwest.
Emirê me mîna rêwîtiyê ye, û em bawer in ku emê bigihîjine axiriya baş. Emê bigihîjine vê axiriyê yan na, vê yekêva girêdayî ye, ku emê ser hîmê kîjan rêberiya safîkirina bikin.
Hine safîkirinên me ser temamiya emirê me hukum nakin, lê hene safîkirinên usa, yên dikarin ser temamiya emirê me hukum kin. Ev safîkirin didine kifşê nihêrandina me ser hîmê wan tişta, çi ku rast e û çi ku nerast e. Safîkirinên wî cûreyî dikarin çawa baş, usa jî xirab hukum kin ser me û ser wan kesa, kîjana em hez dikin. Hine ji wan safîkirina ew in:
Sêks û zewac
Helalî, xebat û pere
Çawa zarên xwe mezin kin
Çawa xwe hindava meriva bidine kifşê
Çawa bawer bin ku safîkirinên we hindava wan pirsa, wê axiriya baş çawa wera usa jî malbeta wera bîne?
Pirsa rastî kîjana em tên: Çi wê alî min bike safîkirina ser hîmê vê yekê bikim, çi rast e û çi nerast e?
Vê jûrnalêda wê bê şirovekirinê, wekî Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa vê yekê ku çi rast e û çi nerast e, usa jî ça ev jûrnal dikare alî we bike.