RIYA KU DIBE BERBI BEXTEWARIYÊ
Hêvî
“Min edilayî seva we qirar kiriye, ne ku xezeb, seva ku hêviyê û axiriya baş bidime we”. (Yêremya 29:11, DT)
“HÊVÎ . . TIŞTEKÎ FERZ E, BI ALÎKARIYA ÇI JÎ DIKARIN HELEQETIYA BAŞ TEVÎ XWEDÊ ÇÊKIN. Ev usa jî alî mêriv dike, wekî alt ke bêhêviyê, tenêbûnê û tirsê”; Kitêba “Hope in the Age of Anxiety”.
Kitêba Pîroz jî dibêje, ku çiqas ferz e wekî hêviya me hebe. Lê usa jî ev me şîret dike, ku badîheva xwe nexapînin bi hêviya pûç. Zebûra 146:3-da usa tê gotinê: “Bi serokan û bi mirovên ku nikarin we xelas bikin bawer nebin!” Dewsa ku baweriya xwe meriya bînin, ku yan çi wê me xilaz kin, wê baş be îtbariya xwe Efirandarê xwe bînin, qewata kîjanî ku digihîjê hemû sozên xwe bîne sêrî. Lê gelo ewî çi soz daye me? Werên em şêwir kin.
ZULMÎ WÊ KUTA BE; YÊN RAST WÊ JI EDILAYA HERHEYÎ LEZETÊ BISTÎNIN: “Belê hinekî şûnda nepakê betavebe . . . Lê belê milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” tê gotinê Zebûra 37:10, 11. Lê rêza 29 dibêje: “Rastê li erdê . . . her-heyê wê . . . bijîn”.
KUTAKIRINA ŞERA: “[Yehowa] şera dide sekinandinê, her çar qulbêd dinyayê, tîr-kevana dişkêne, rima hûr-hûrî dike û mertala bi êgir dişewitîne” (Zebûr 46:8, 9).
NEXWEŞÎ, ÇERÇIRANDIN Û MIRIN WÊ ÎDA TUNE BE: “Konê Xwedê nava merivada ye! . . . Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:3, 4).
XWARINA HERKESÎ WÊ TÊR TIJE BE: “Bila li ser rûyê erdê genim zêde bibe û bilindiya wê li ser serê çiyanra bavêje” (Zebûr 72:16, DO).
SER TEMAMIYA DINYAYÊRA WÊ SERWÊRTÎK HEBE, KÎJANÎDA WÊ PADŞA ÎSA BE: “Bona ku hemû neteweyan gelan û zimanan jêra qûlitiyê bikin, jêra serwerî û mezinahî û qiraletî hate dayîn; serweriya wî serweriyek ku wê derbas nebe û abadîn be û qiraletiya wî qiraletiyek ku xerab nabe” (Daniyêl 7:14).
Çima em dikarin baweriya xwe wan soza bînin? Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî îzbat kir ku dikare padşatiyê bike. Ewî nexwaş qenc dikirin, belengaz têr dikirin û hela hê mirî jî radikirin. Lê ya lape ferz hînkirinên wî bûn, çimkî prînsîp diketne navda, çi ku wê alî meriya bikirana, wekî herheyî û yektiyêda tevayî bijîn. Îsa usa jî pêxembertî dikir derheqa qewimandinên ku wê wedê meda biqewimin, û çi ku eyan dikin rojên paşine wê dinya zulm.
PÊŞIYA KU ROJÊN EDIL BÊN, TIŞTÊN ECÊBMAYÎ WÊ BIQEWIMIN
Îsa pêxembertî kir, ku rojên paşin ne ku wê bi edilayî û bêxofî bin, lê ewî got ku wê lap cûrekî din be! Ewî zelal kir, ku “axiriya vê dinyayê wê çawa be”. Dêmek ku wê şer, kêmasiya xwarinê, xelayî-celayî û erdhejê bibin (Metta 24:3, 7; Lûqa 21:10, 11; Eyantî 6:3-8). Îsa usa jî got: “Ji dest zêdebûna neheqiyê hizkirina geleka wê sar be” (Metta 24:12).
Eşkere ye ku hizkirina meriya hemû aliyava sar bûye. Derheqa wê yekê nivîskarekî din jî yê Kitêba Pîroz nivîsî. 2 Tîmotêyo 3:1-5-da, em dixûnin, ku “rojêd axiriyêda”, meriv wê xwehiz bin, perehiz û rihetîhiz. Ewana wê pozbilind bin, zulm, û xwenegirtî bin. Malbetada wê dilsarî hebe, û zar jî ne gora dê-bavada bin. Him jî durûtiya rêlîgiya, wê ça tişteke normal qebûl kin.
QEWIMANDINÊN ECÊBMAYÎ ÎZBAT DIKIN, KU EVA DINYA DIRÊJ NAKIŞÎNE. Ev qewimandin usa jî îzbat dikin, ku Padşatiya Xwedê wê zûtirekê rihetiyê bîne ser erdê. Wedê gilîkirina bona rojên axiriyê, Îsa dîsa derheqa tiştekî pêxembertî kir: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).
Ev mizgînî ça şîret e bona wan meriya, yên ku xirabiyê dikin, û hêviya baş e bona merivên rast, çimkî wana dide bawerkirinê ku keremên sozdayî, wê zûtirekê bêne sêrî. Lê hûn dixwazin hê zêde derheqa wan kerema pêbihesin? Hergê belê, ji kerema xwe dîna xwe bidine rûpêla paşine vê jûrnalê.