RIYA KU DIBE BERBI BEXTEWARIYÊ
Nêta Jîyînê
MERIV HEMÛ ALIYAVA MEXSÛS IN; EM DIKARIN BINIVÎSIN, ŞIKILA NEQIŞ KIN, TIŞTEKÎ SAZ KIN, Û EM USA JÎ DIFIKIRIN DERHEQA PIRSÊN GIRÎNG JÎYÎNÊVA GIRÊDAYÎ: Çima gerdûn heye? Em ji ku hatine? Nêta jîyînê çi ye? Li axiriyê çi hîviya me ye?
Hinek meriv ji wan pirsa dûr in û difikirin wekî çetin e cabên wan pirsa bivînin. Yên din dibêjin ku bêkêr e ser wan pirsa bifikirin, çimkî jîyîn bi saya êvolûsiyayê pêşda hatiye. Zandarê terîxiyê û bîolojiyayê bi navê Wîlîam Provîn dibêje: “Tu Xwedê û tu nêta jîyînê tune. Tu hîmê norma tune, lema jî nêta jîyînê jî tune”.
Hene yên usa jî ku dibêjin, wekî nerast e bifikirin, ku yan çi nêta tu tiştî tune, tenê ji bo wê yekê, ku dest me nayê tiştekî biguhêzin. Ewana tên ser vê nêtê, ku gerdûna meda hemû tişt ciyê xweda ne, çimkî bi saya qanûnên matematîkêye rastva tê rêberîkirinê. Ewana ecêbmayî dimînin, ku çawa tebyetêda hemû tişt cîvar û bi kamiliyê saz kiriye. Zandar hela hê dixebitin, ku anegorî sazkirina tebyetê, mêxanîzmên vî cûreyî çêkin. Xêncî wê yekê her roj ewana îzbat dibin, ku dîzayna tebyetêye usa çetin û ecêb, bi qewata xwe pêşda nehatiye, lê pey wê yekê Sazkarekî bîlan sekiniye.
Şêwirkirina wî cûreyî, hine meriva hêlan kiribû, wekî nihêrandina xwe êvolûsiyêva girêdayî biguhêzin. Dîna xwe bidine du meselên jêrê gotî:
DOXDIR-NÊYROLOG ALÊKSÊYÎ MARNOV. Ew dibêje: “Çaxê ez diçûme mektebê û zaningehê, hemû ciya min hîn dikirin derheqa atêîzmê û êvolûsiyayê. Hergê kesek Xwedê bawer dikir, wî hesab dikirin, ça merivê nexwendî”. Di sala 1990-da ewî destpêkir nihêrandina xwe biguhêze.
“Ew şirowedike: “Min timê dixwest bi logîkî tişta lêkolîn kira, usa jî mejiyê meriva. Ev endemeke mûhîm, bi rastî jî bi dîsayna lape çetin gerdûnêda çêkiriye. Lê gelo mejû tenê seva vê yekê hatiye sazkirinê, ku zanebûnê û fereseta qazanç ke, û paşê bimire? Ev tişteke nelogîkî ye. Lema jî min destpêkir bifikirim: “Çima em dinê ketin? Nêta jîyînê çi ye?” Paşî fikirandinê, ez hatime ser wî nêtî, ku Efirandarê hemû tiştî gerekê hebûya”.
Pirsên jîyînêva girêdayî Alêksêyî hêlan kirin, destpêke Kitêba Pîroz lêkolîn ke. Wede şûnda, kulfeta wî, ya ku usa jî doxdir bû him jî atêîst, destpêkir Kitêba Pîroz lêkolîn ke, bi wê meniyê ku mêrê xwera îzbat ke, wekî ew nerast e! Niha ewana herdu jî qayîm Xwedê bawer dikin û li gora Nivîasarên Pîroz, fem dikin nêta Xwedê ya bona însanetê.
ZANDAR HWABÎ YÎN. Hwabî Yîn nava gelek salada fîzîkayê hîn dibû û lêkolîna tevê dikir.
Ew dibêje: “Çaxê em zandar tiştên tebyetê lêkolîn dikin, em timê cîwarbûneke mezin divînin, çi ku bi qanûnên rast tê rêberîkirinê. Ez timê difikirîm: “Gelo ev qanûn çawa çêbûn?” “Em zanin ku bi tebyetî kesek agirê firnê timê kontrol dike, wekî usa ne, lê kî cabdar e bona qanûnên germaya tevê kontrol ke?” Pey wedera min fem kir, ku cimle pêşine Kitêba Pîroz cabeke logîkî dide ser vê pirsê: “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin’” (Destpêbûn 1:1).
Wêra zelal bû, pirsên usa: Çawa şanên mejû dixebitin? Çawa tev, germayî û şewqê pêşda tîne? Xêncî tiştên ku Alêksêyî û Hwabî ji Kitêba Pîroz pêhesiyan, ev kitêb caba pirsên girîng jî dide. Mesele: Çima gerdûn heye? Çima ew bi qanûna tê rêberîkirinê? Çima em hene?
Derheqa erdê, Pirtûka Pîroz dibêje: “Xwedayê ku şikil daye dinê û wê afirandiye . . . wê li valahiyê neafirandiye, bona ku li se wê bête rûniştin” (Îşaya 45:18). Belê, armanca Xwedê bona erdê heye. Û ji gotara din wê bê kifşê, ku ev armanc girêdaye hêviya meva ya bona axiriyê.