Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

RIYA KU DIBE BERBI BEXTEWARIYÊ

Divînin Riya Bextewariyê

Divînin Riya Bextewariyê

TU XWE HESAB DIKÎ YEKÎ BEXTEWAR? Diqewime tê bêjî belê. Lê çi te bextewar dike? Malbeta te, xebata te, yan rêlîgiya te? Diqewime tu wê yekêva hizret î, çi ku wê te bextewar ke, mesele mektebê xilaz kî, xebatekî baş bivînî, yan jî avtê teze bikirî.

Gelek meriv xwe bextewar texmîn dikin, çaxê digihîjne nêtên xwe yan çaxê qazanç dikin tiştên ku wana dixwest. Lê çiqas wext bextewariya wan dikişîne? Gelek car bextewariya wan wedelû ye, û paşwextiyê jî ewana dilteng dibin.

Bextewarî ev heye hestê lezetstandinê û razîbûnê, ya ku dirêj dikişîne. Nava vê yekêda gelek hest dikevin, destpêbûyî ji lezetstandinê heta şabûna mezin, û meriv dixwaze wekî xilaziya wê yekê tune be.

Seva ku bextewar bijîn, eseyî nîne wekî hemû tiştên me hebin, lê dewsê em gerekê hîn bin razî bin bi tiştên ku cem me îda hene. Çaxê em dibêjin: “Ezê bextewar bim, hergê ev tişt cem min hebe, yan hergê ezê ewê bikim”, usa emê tu car nikaribin bextewar bijîn.

Werên em bextewariyê beramberî sihet-qewata baş bikin. Ça em digihîjne sihet-qewata baş? Em xwe li cûrê jîyînêye rast digirin, xwarina layîq dixwin, meşq dikin û tiştên din, çi ku dest dide wekî em saxlem û bextewar bin. Anegorî wê yekê em dikarin bêjin, wekî bextewarî ji tiştekî tê. Dêmek çaxê em rast dijîn û prînsîpên kêrhatî didine xebatê, ev yek dest dide, ku em bextewar bin.

Çi prînsîp yan xeyset alîkariyê didin, ku em bextewar bin? Tiştên jêrê gotî roleke ferz digirin:

  • RAZÎBÛN Û MERDANÎ

  • SIHET-QEWAT Û XWEGIRTIN

  • HIZKIRIN

  • BAXŞANDIN

  • NÊTA JÎYÎNÊ

  • HÊVÎ

Kitêbeke lap xweyîqedirda ya ku bi bîlaniyê tije ye, usa tê gotinê: “Xwezî bi wan ku riya wan paqij e” (Zebûr 119:1, ÎM). Werên em niha şêwir kin.