Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hînkirinên Xwedê ku Hêviyê Didine Me

Hînkirinên Xwedê ku Hêviyê Didine Me

Xwedê soz daye wekî zûtirekê jîyîna me wê bi temamî bê guhastinê. Ewê hemû kul-derda bide hildanê û însanetê ji jîyîna ser erdê lezetê bistîne (Zebûr 37:11). Em çira dikarin baweriya xwe vî sozî bînin? Çimkî “Xwedê ne însan e ku derewa bike” (Jimar 23:19). Dîna xwe bidin çend tiştên xweş ku Efirandar wê bona me bike.

Xwedê wê Koka Merivên Xirab Bîne

“Heger nepak mîna şînayê bigihîjin, hemûyên neheqîyê dikin, gul din, yek e ewê heta-hetayê gever bin” (ZEBÛR 92:7).

Çawa em gotara pêşiya vêda pêhesiyan, îro çiqas diçe halê dinyayê diha xirab dibe. Lê em gerekê ecêbmayî nemînin, çimkî Kitêba Pîrozda 2 Tîmotêyo 3:1-5-da hatibû pêxembertîkirinê ku “rojên axiriyêda” meriv wê xirabiyêda pêşda herin. Lê rojên axiriya çi? Rojên axiriyê ya vê dinya zulm û merivên xirab. Zûtirekê Xwedê wê qira wan meriva bîne, yên ku naxwazin bêne guhastinê û xirabiyê bihêlin. Paşê, tenê merivên qenc, yên ku gura Xwedê dikin, wê xilaz bin û ser erdê bijîn. “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).

Xwedê wê Qira Mîrê-cina Bîne

“Xwedêyê edilayiyê zûtirekê wê serê Mîrêcin binê nigên weda bipelêxe” (ROMAYÎ 16:20).

Gava Mîrê-cina, cinên wî û hemû merivên xirab qir bin, erd wê bi edilayê tije be. Efirandarê me soz dide: “Yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîxa 4:4).

Xwedê wê Nexweşî û Mirinê Bide Hildanê

“Konê Xwedê nava merivada ye! . . . Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (EYANTÎ 21:3, 4).

Kul-derd û nexweşî wê kuta bin, çimkî Xwedê wê hemû ziyan ku Mîrê-cina, Adem, Hêwa û gunekariya me mera aniye, bide hildanê. Hela hê mirin jî wê îda “tunebe”. Merivên ku Xwedê hiz dikin û gura wî dikin, wê heta-hetayê bijîn. Lê ewana wê kîderê bijîn?

Efirandarê Me wê Erdê Bike Cinet

“Wê çol û deşta ziha şa bibe, wê berî dilgeş bibe, wek gula kulîlk bide” (ÎŞAYA 35:1, ÎM).

Gava Xwedê koka xiraba bîne, erd wê geş û şîn be! Erd wê bibe cîkî xweş, bi baxçên bedew û berên erdê wê têr-tije bin (Zebûr 72:16). Ava okyanûsa, gola û çema wê zelal û temiz bin, û bi cûre-cûre mesiya tije bin. Hela hê giliyên “xirabkirina tebiyetê” yan jî “qirêjayî” dibeke emê îda bîr kin jî! Meriv wê xwexa xwera mala ava bikin û têda bijîn. Û tu car îda merivên bêmal, birçî û kesîb wê tune bin (Îşaya 65:21, 22).

Xwedê wê Miriya ji Mirinê Rake

“Hemû . . . ji mirinê rabin” (KARÊN ŞANDIYA 24:15).

Hûn dixwazin dîsa merivên xweyî delal ku mirine, bivînin? Xwedêyê himzor wê wana vegerîne jîyînê, dêmek wê ji mirinê rake, bona jîyîna Cineta ser erdê. Hûnê wana nas kin, û ewana jî wê we nas kin. Bidine ber çevê xwe, ku hingê şabûna nigê we wê erd negire! Lê çira em gerekê vê hêviyêda dudilî nebin? Çimkî Kitêba Pîrozda hene meselên wan meriva û zara, yên ku ji mirinê rabûn û vegeriyane cem neferên xwe. Xêncî vê yekê, Îsa gelek cara miriya ji mirinê ber çevê gelek meriva sax dikir (Lûqa 8:49-56; Yûhenna 11:11-14, 38-44).