Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Gelo gunê me dikarin bêne afûkirinê?
Çawa Kitêba Pîrozda tê gotinê her meriv gunekar e. Neqedandîbûna merivê pêşin Adem, derbazî me hemûya bû. Lema jî em carna tiştên nerast dikin û axiriyê diqewime poşman dibin. Kurê Xwedê Îsa Mesîh, emirê xwe da bona gunên me. Bi saya qurbana wî me mecala baxşandinê stand. Ew yek pêşkêşa ji Xwedê ye (Bixûne Romayî 3:23, 24).
Hine meriv gunê giran kirine û cem wan pirs pêşda tê, ku Xwedê wê wana bibaxşîne? Xebera Xwedê usa dibêje: “Xûna Îsayê Kurê wî wê me ji hemû guna paqij ke” (1 Yûhenna 1:7). Yehowa bi dil û can dibaxşîne hela hê gunên giran jî, hergê meriv xwe diguhêze û gunê xwe dide rûyê xwe (Bixûne Îşaya 1:18).
Çi em gerekê bikin wekî bêne baxşandinê?
Hergê em dixwazin ku Yehowa Xwedê me bibaxşîne, em gerekê derheqa wî pêbihesin, rêyên wî fem bikin, şîretên wî qebûl kin û temiyên wî bînin sêrî (Yûhenna 17:3). Yehowa xwe paş naxe ji wê yekê, ku bibaxşîne wan meriva yên ku tobe dikin û dixwazin bêne guhastinê (Bixûne Karên Şandiya 3:19).
Çetin nîne baxşandinê ji Xwedê bistînin. Yehowa zane sistbûnên me çida ne. Ew yekî qenc e û dilrem e. Gelo hizkirina wî te hêlan nake, ku hê zêde pêbihesî derheqa wê yekê, ça tu dikarî pê kirên xweye rast dilê wî şa kî? (Bixûne Zebûr 103:13, 14).