XEBERDANA LI SER HÎMÊ KITÊBA PÎROZ
Em Çira Êvara Bîranîna Mirina Îsa Derbaz Dikin?
Jêrê mesele hatiye dayînê ku ça tevî meriya xeberdanê destpêkin. Bide hesabê xwe wekî Şedeke Yahowa, navê wê Zînê ye, ew xeber dide tevî kesekî navê kîjanê Zerê ye.
“VÊ YEKÊ BONA BÎRANÎNA MIN BIKIN”
Zînê: Roj baş Zerê. Ez gelek şa bûn çaxê min tu dîtî li ser Êvara Bîranîna Îsa. a Tu çi dişirmîş dibî derheqa vê civatê, te xweş hat?
Zerê: Erê min xweş hat. Lê wêderê çi dihate gotinê heçî zef min fem nekir. Ez zanim wekî meriv cejina bûyîna Îsa derbaz dikin, û usa jî saxbûna wî wedê pasxê, lê min tu car nebihîstiye ku kesek roja mirina wî derbaz ke.
Zînê: Ez tevî te qayîl im, çimkî temamiya dinyayêda cejina sala teze û pasxa belabûyî ne. Lê Şedêd Yahowa hesab dikin, wekî gelek ferz e ku derbaz kin bîranîna mirina Îsa. Hergê wedê te heye, ezê bi dil û can tera şirovekim meniya wê yekê.
Zerê: Belê, kerem ke.
Zînê: Ez tera kin bêjim. Şedêd Yahowa roja mirina Îsa derbaz dikin, çimkî Îsa xwexa ew temî da şagirtêd xwe. Were em binihêrin çi qewimî şeva pêşiya mirina Îsa. Te qe bihîstiye derheqa wê şîva mexsûs kîjan ku Îsa tevî şagirtêd xwe derbaz kir?
Zerê: Tu derheqa Şîva Paşine mexsûs dibêjî?
Zînê: Erê. Ew usa jî tê navkirinê ça Şîva Xudan. Ser wê şîvê Îsa temiyêd konkrêt da şagirtêd xwe. Tu dikarî bixûnî Lûqa 22:19 kîderê ku giliyêd Îsa nivîsar in?
Zerê: Erê ezê bixûnim. “Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: ‘Eva bedena min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna min bikin’”.
Zînê: Zef razî me. Hela binihêre xilaziya vê rêzê Îsa çi temiyê dide: “Vê yekê bona bîranîna min bikin”. Pêşiya ku temî bida şagirtêd xwe, wekî ewê yekê bîra xweda xwey kin, ewî zelal wanara şirovekir ku çi gerekê bîra xweda xwey kin. Ewî got wekî wê emirê xwe bona peyçûyêd xwe bide. Ew fikir usa jî di Metta 20:28-da tê kifşê. Li wir tê gotinê: “Çawa ku Kurê Însan nehatiye ku jêra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike û emirê xwe bide, ku geleka bikire”. Ewa çend menî ne ku çira Şedêd Yahowa top dibin û derbaz dikin Êvara Bîranîna mirina Îsa, wekî bînine bîra xwe ku Îsa bû qurban. Mirina wî, dikare emir bide wan yêd ku gura wîda nin.
ÇIRA KIRÎN LAZIM BÛ?
Zerê: Min jî bihîstiye wekî mirina Îsa dikare emir bide me, lê rast bêjim min fem nedikir ça mirina Îsa dikare emir bide me.
Zînê: Rast e ew yek gelekara nefemdarî ye, çimkî têmaya derheqa qurbanbûna Îsa çetin e. Lê ew hînkirina ji Xwedêye lape ferz e. Wedê te heye em derheqa wê yekê jî xeber din?
Zerê: Belê, çend deqê min heye.
Zînê: Zef baş. Min hema teze derheqa wê têmayê lêkolîn kiriye, û ezê tera hêsa şirovekim.
Zerê: Kerem ke.
Zînê: Seva em fem bikin çira kirîn lazim bû, were em bînine bîra xwe, çi qewimî baxçê Adenêda çaxê Adem û Hêwayê gune kirin. Vê yekêda Romayî 6:23 wê alî me bike. Kerema xwe tê bixûnî?
Zerê: Belê ezê bixûnim: “Çimkî maşê gune mirin e, lê pêşkêşa Xwedê jîyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa”.
Zînê: Zef razî me. Niha were em wan giliya şirovekin. Hela dîna xwe bide van giliya: “Maşê gune mirin e”. Ewa ev qeyde ye çi ku Xwedê destpêbûna terîxiya însanetêda kifş kiribû, maşê yan jî heqê gune ew heye mirin. Serê-sêrîda, meriv bê gune bûn. Adem û Hêwa qedandî bûn, lema jî zarêd wan gerekê bê gune bibûna. Ew tê hesabê ku mirin jî gerekê tunebûya. Adem û Hêwa, usa jî hemû rikinyata wan gerekê heta-hetayê bextewar bijîtana. Lê ça em divînin, ew hemû tişt usa ne qewimî.
Zerê: Çimkî, Adem û Hêwayê dara qedexekirî xwarin erê?
Zînê: Rast e. Bi wî kirê xwe wana gura Xwedê nekirin, dêmek gune kirin. Wana xwexa jibart ku bibine gunekar ne ku qedandî. Ewê bijartinê ne ku tenê Adem û Hêwayêra axiriya xirab dianî, lê usa jî hemû rikinyata wanra.
Zerê: Bi vê yekê tu çi dixwazî bêjî?
Zînê: Niha bi meselê tera bêjim. Tu hiz dikî bipêjî?
Zerê: Belê. Ez petinê gelek hiz dikim.
Zînê: Hesab ke ku tawa teye teze heye seva nanpetinê. Lê pêşiya ku têda nan bipêjî, tawe ji destê te ket û teviya. Tu ça dişirmîş dibî çaxê nanê te bipije, wê forma vê çi cûreyî be? Wê vî cûreyî nîbe ça ku forma tawa te?
Zerê: Erê lê ça.
Zînê: Usa jî Adem û Hêwa, çaxê wana safî kir gura Xwedê nekin, ewana bûne gunekar û neqedandî, bi wê yekê ça bêjî ewana teviyan dêmek dêfêkt sitandin. Çimkî pêşiya ku zar wanra bibûna, wana gune kir lema jî zar wanra bi “defêktê” bûn, dêmek neqedandî hatine bûyînê. Xebera “gune” ne ku tenê tê hesabê kirin, lê usa jî tê hesabê hal, çi ku gihîşte me ça mîrat. Raste min û te tiştekî xirab nekiriye, lê hê em dinê neketibûn, ji bo gunekirina Adem û Hêwayê gune û mirin ça mîrat derbazî me bûn. Çawa me xwend ji Romayî 6:23, maşê gune mirin e.
Zerê: Ew nerastî ye. Çira gerekê bona gunê wan temamiya dinyayê biçerçire?
Zînê: Tu rast î, ew yek nerastî ye! Li wir dîsa hê zêde tişt heye. Xwedê bi heqiya xweye kamil safî kir, ku Adem û Hêwa gerekê bimirin ji bo gunê xwe. Lê Xwedê zureta wan dêmek em, bê guman nehîştiye. Xwedê bona me xem kir, wekî em wî halê xirabda nemînin. Hema bi qurbanbûna Îsa ew problêm safî bû. Were em dîsa carekê binihêrin Romayî 6:23. Paşî giliyê “maşê gune mirin e” di rêzêda tê gotinê: “Lê pêşkêşa Xwedê jiyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa”. Bi wê yekê qurbana Îsa mecalê dide ku em ji dîltiya mirinê û gune xilaz bin. b
KIRÎN HEYE PÊŞKÊŞA GIRÎNG JI XWEDÊ
Zînê: Wê rêzêda dîsa tiştek heye û ez dixwazim dîna te bidime ser.
Zerê: Hela ew çi ye?
Zînê: Binihêre wira lêkirî ye: “Pêşkêşa Xwedê jiyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa”. Hela dişirmîş be hergê Îsa çerçirî ye û emirê xwe bona me daye, lê çira seva kirînê nivîsar e “pêşkêşa Xwedê”, ne ku pêşkêşa “Xudanê me Mesîh Îsa”? c
Zerê: Ez nizanim.
Zînê: Xwedê xwexa Adem û Hêwa efirandin û wana eynî miqabilî Xwedê gune kirin. Hilbet dilê Xwedê gelek êşiya, wekî zarêd wîye ewlin ser erdê miqabilî derketin. Lê Yahowa derbêra wê yekêra çarek kir. d Ewî safî kir wekî efirînekî wîyî ruhanî bê ser erdê, bijî ça kesê qedandî, û bibe qurban. Bi wê yekê kirîn hate dayînê, lema jî ew pêşkêşa ji Xwedê ye. Xêncî vê yekê dîsa menîk heye ku çira kirîn tê hesabê pêşkêşa Xwedê. Tu qe dişirmîş bûyî, Xwedêra derdekî ça bû çaxê kurê wî kuştin?
Zerê: Na, ez derheqa wê yekê dişirmîş nebûme.
Zînê: Ez heyata weda divînim tiştêd lîstikê bona zara, dêmek zarêd we hene.
Zerê: Erê, qîz û kurekî min heye.
Zînê: Ça xweyî zar, deqekê bifikire, Yahowa bavê Îsa çi derd dît çaxê Îsa kuştin. Hela bide ber çevê xwe, Xwedê çi halîda bû çaxê jorva didît, ku ça kurê wî digirin, pê dikenin, û dikutin? Yan jî çaxê bav divîne ku kurê vî ser stûnê dardakirine û ew bi cefa dimire?
Zerê: Rastî jî, hilbet ew jî gelek diçerçirî. Ez tu car derheqa wê yekê nefikirîme!
Zînê: Erê usa ne, bi rastiyê em nikarin rast bêjin ku Xwedê wê demê çi ser xwe texmîn dikir. Lê em zanin wekî hestêd Xwedê hene û usa jî zanin ku çira ewî hîşt ew hemû tişt biqewime. Ev yek rind hatiye şirovekirinê di Yûhenna 3:16-da. Tu dikarî bixûnî?
Zerê: Belê. “Çimkî Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe”.
Ew kirîna ku me xilaz dike dide kifşê hizkirina pir mezin.
Zînê: Zef razî me. Dîna xwe bidê, ew rêz ça destpêdibe: “Çimkî Xwedê usa dinya hiz kir”. Hema menî hizkirina Xwedê ye. Hizkirinê Xwedê hêlan kir, ku kurê xwe şande ser erdê, kîjan ku gerekê seva me bimira. Ew kirîn tê hesabê qurbana ji hizkirina pir mezin. Û lema jî Şedêd Yahowa her sal top dibin, wedê Êvara Bîranîna mirina Îsa Mesîh. Me xeberdaneke hewas derbaz kir, usa nîne?
Zerê: Rastî jî gelek hewas bû. Zef ji te razî me, seva wê xeberdanê.
Qe pirsêd we hebûne ku we xwestiye caba wan bistînin? Dixwazî bizanibî Şedêd Yahowa çi bawer dikin? Hergê erê, çaxê rastî Şedêd Yahowa têyî wan bipirse. Ewana wê bi dil û şa tevî te xeber din.
a Şedêd Yahowa salê carekê top dibin bona bîranîna mirina Îsa ku bû qurban. Îsal ew roj wê derbaz be Îniyê 3 Nîsanê.
b Di wê rûbrîkayêda, têmaya dinda wê bê şirovekirinê, ku ça Îsa bûye qurban bona gunê hemûşka, û em çi gerekê bikin wekî qurbana Îsa mera karê bîne.
c Ça em ji Kitêba Pîroz zanin Xwedê û Îsa kesê başqe ne. Hê gelek elametiyê zêde binihêrin di kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, serê 4. .
d Binihêrin Destpêbûn 3:15.