Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | XWEDÊ ÇA DINIHÊRE SER ŞER?

Nihêrandina Xwedê ser Şer Qirna Yekêda

Nihêrandina Xwedê ser Şer Qirna Yekêda

Qirna yekêda, cimeta Cihû diçerçirandin û dizêrandin. Bêşik, wana jî mîna kal-bavên xwe timê Xwedêra dua dikirin, seva ku ew wana ji zêrandina Împêrya Romê xilaz ke. Paşê ewana derheqa Îsa pêhesiyan. Gelo ew wê bibûya Mesîhiyê sozdayî, derheqa kîjanî hatibû pêxembertîkirinê? Ecêbmayî nîne, ku geleka “tirê ewê Îsraêlê aza ke” ji Romaya, yên ku ewana dizêrandin (Lûqa 24:21). Lê azabûna wan nehat, û dewsê sala 70 D.M. ordiya Romaya hat, û Orşelîm û paristgeha wê hilşandin.

Lê gelo çira Xwedê bona Cihûya şer nekir mîna berê? Yan jî çira Xwedê wanra ne got ku şer bikin, seva ku xwe ji zêrandinê aza kin? Gelo menî ew bû ku nihêrandina Xwedê ser şer hatibû guhastin? Na. Cimeta Cihû hatibû guhastin. Wana Kurê Xwedê Îsa çawa Mesîh înkar kirin (Karên Şandiya 2:36). Lema jî, ewê cimetê heleqetiya xweye mexsûs tevî Xwedê unda kir (Metta 23:37, 38).

Miletê Cihû xweykirina Xwedê unda kirin, û îzina wan tune bû şer bikin, çimkî Xwedê îda piştgiriya wan nedikir. Çawa ku Îsa pêxembertî kir, keremên Xwedê ji cimeta Îsraêl derbazî cimeta teze bûn. Kitêba Pîroz ewê cimetê usa nav dike, “Îsraêla Xwedê” (Galatî 6:16; Metta 21:43). Ew cimet Mesîhiyên rûnkirî bûn, Îsraêla Xwedêye ruhanî. Eyan e ku çira qirna yekêda wanra hate gotinê: “Niha hûn gelê [cimeta] Xwedê ne” (1 Petrûs 2:9, 10, ÎM).

Mesîhiyên qirna yekê bûne “cimeta Xwedê”. Lê gelo Xwedê bona wana şer kir, seva ku wana ji zêrandina Romaya aza ke? Yan gelo Xwedê îzin da wan ku ewana miqabilî dijminên xwe şer kin? Na, Xwedê usa ne kir. Lê çira? Çawa ku têma dinda hate kifşê, çaxê Xwedê safî dikir ku gerekê şer bibe, ewî xwexa safî dikir ku ew şer kengê bibe. Lê Xwedê bona Mesîhiyên qirna yekêda şer nekir, û ne jî îzin da wan ku ewana bikevine nava şera. Eyan e, ku qirna yekêda hê ew wede nîbû ku Xwedê seva zulmiyê û zorbetiyê şer bike.

Çawa cimeta Xwedêye berê, ew Mesîhiyên qirna yekêda hîviyê bûn, ku Xwedê xilaziya zulmiyê û zorbetiyê bîne. Û wî çaxî Xwedê wanra negot ku ewana xwexa herin şer bikin miqabilî dijminên xwe. Ew yek tê kifşê ji wan tiştên ku Îsa Mesîh hîn dikir. Mesele, ewî peyçûyên xwe hêlan nedikir ku herine şer, lê dewsê ewî wanra got: “Dijminêd xwe hiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin” (Metta 5:44). Çawa hatibû pêxembertîkirinê, qirna yekêda Orşelîm gerekê bihata hilşandinê bi destê ordiya Romaya. Lê Îsa şagirtên xwera negot ku ewana bimînin û şer bikin, lê ewî wanra got ku ewana gerekê ji şeher birevin. Û wana usa jî kir (Lûqa 21:20, 21).

Pawlosê şandî bi rêberiya Xwedê nivîsî: “Heyfê hilnedin, . . . çimkî nivîsar e: ‘Heyfhildan destê min e, ezê heyfê hilînim, Xudan dibêje’” (Romayî 12:19). Pawlos ew gilî wekilandin, kîjan ku Xwedê çend qirne pêşda gotibû di kitêba Qanûna Kahîntiyê 19:18-da û Qanûna Ducarî 32:35-da. Çawa di têma derbazbûyîda em pêhesiyan, wedê berê Xwedê heyfa cimeta xwe hildida, bi vê yekê ku alî wan dikir seva ewana miqabilî dijminên xwe şer bikin. Giliyên Pawlos didine kifşê, ku nihêrandina Xwedê ser şer nehate guhastin. Di qirna yekêda jî, nêta Xwedê derheqa şer ew bû, ku heyfa cimeta xwe hilde û xilaziya zorbetiyê û zulmiyê bîne. Û çawa berê, Xwedê xwexa safî dikir ku kêngê ew şer bibûya û gerekê şer bikira.

Eyan e, ku Xwedê nedigote Mesîhiyên di qirna yekêda, ku herin şer bikin. Lê gelo îro Xwedê meriv kifş kirine ku herin şer bikin? Yan jî niha ew wede ye ku Xwedê bikeve nava şixulê xizmetkarên xwe û dewsa wan şer bike? Xwedê çawa îro dinihêre ser şer? Têma xilaziyêda di vê rêza gotarada, emê caba wan pirsa pêbihesin.