Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | XWEDÊ ÇA DINIHÊRE SER ŞER?

Nihêrandina Xwedê ser Şer Roja Îro

Nihêrandina Xwedê ser Şer Roja Îro

Roja îro jî meriv diçerçirin. Gelek meriv gazî Xwedê dikin û difikirin gelo xilazbûn wê bê yan na. Gelo Xwedê dengê wan dibihê? Û gelo Xwedê ça dinihêre li ser wan yên ku dixwazin bi şera tengasiya bidin hildanê? Gelo Xwedê wê yekêda alî wan dike?

Şerê Harmegedon wê xilaziya hemû şera bîne

Rast ew e ku Xwedê tengasiya meriva divîne û ew bona wê yekê tiştekî dike (Zebûr 72:13, 14). Di Xebera xweda, dêmek Kitêba Pîrozda Xwedê soz dide ku yên tengasiyêda nin wê “bide hêsakirinê”. Lê ev wede wê kengê bê? “Gava Xudan Îsa tevî milyaketêd xweye zor ji ezmênva . . . xuya be, wekî heyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gura Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin” (2 Têsalonîkî 1:7, 8). Îsa wê axiriyêda xuya be û Kitêba Pîroz evê rojê nav dike “şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê” û usa jî Harmegedon (Eyantî 16:14, 16).

Bona wî şerê ku axiriyêda wê bibe, Xwedê wê meriva nede xebatê, lê Kurê xwe Îsa Mesîh û milyaketa, seva ku miqabilî zulmiyê şer bikin. Ewana wê xilaziya hemû tengasiya bînin (Îşaya 11:4; Eyantî 19:11-16).

Heta roja îro jî, nihêrandina Xwedê li ser şer nehatiye guhastinê. Ew tenê bona wê yekê şera qebûl dike ku xilaziya zorbetiyê û zulmiyê bîne. Lê ji terîxiyê eyan tê kifşê ku tenê îzina Xwedê heye safî ke kengê şer bibe û şer bike. Ça em pêhesiyan, Xwedê îda safî kiriye ku axiriyêda şer bibe, seva ku zulmiyê û zorbetiyê bide hildanê. Û ew wê evê yekê bi saya Kurê xwe Îsa Mesîh bike. Dêmek ew hemû şer ku îro diqewimin Xwedê qebûl nake, dixwazî ew şer bi nêtê baş bin jî.

Werên binihêrin meselekê: Bidine ber çevê xwe du bira destpêdikin şer dikin çaxê bavê wan malda nîne. Ewana şerê xwe didine sekinandinê û bavê xwera têlê dixin. Ji wan yek dibêje ku yê din destpêkir şer bike, lê yê din dibêje ku ewî destpêkir. Herdu jî bavê xwera şikiyata dikin, û her yek ji wan bawer dike ku bav wê piştgiriya wî bike. Lê paşê çaxê bav guh da herda jî, ewî wanra got ku şer nekin û hîviya wî bin, heta ku ew bê mal û evê problêmê safî ke. Ew du bira hine wede hîviyê disenin, lê paşê dîsa destpêdikin şer dikin. Çaxê bav tê mal, ew ji wan herda jî razî nîne, û wana ceza dike çimkî wana gura wî nekir.

Îro serwêrên ku tevî hev şer dikin, gelek car piştgiriyê ji Xwedê dixwazin. Lê Xwedê şerên îroyînda piştgiriya tu kesî nake. Dewsê ew di Xebera xwe Kitêba Pîrozda, eyan dibêje: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin”, û “Heyfê hilnedin” (Romayî 12:17, 19). Hin jî, Xwedê mera eyan kiriye ku em gerekê bi sebir hîviya wî bin, çaxê ew di Harmegedonêda me xilaz ke (Zebûr 37:7). Lê çaxê meriv hîviya Xwedê nînin, dewsê xweda guman in û bi serê xwe şera dikin, Xwedê ji wan razî nîne û şerên usa qebûl nake. Harmegedonêda Xwedê wê hêrsa xwe bide kifşê û nav temamiya dinyayê hemû şera bide hildanê (Zebûr 46:9; Îşaya 34:2). Dêmek, Harmegedon ew heye şer, kîjan ku wê xilaziya hemû şera bîne.

Xilaziya şera ew keremeke ji gelek keremên Padşatiya Xwedê. Îsa derheqa vê Padşatiyê xeberda di duada, kîjan ku gelekara nas e: “Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:10). Padşatiya Xwedê ne ku tenê wê şera bide hildanê, lê ewê kokêva kuta ke meniya şera, dêmek zulmiyê a (Zebûr 37:9, 10, 14, 15). Ecêbmayî nîne ku peyçûyên Îsa gelek hîviya keremên Padşatiya Xwedê bûn (2 Petrûs 3:13).

Lê gelo em çiqas wext gerekê hîviyê bin ku Padşatiya Xwedê hemû tengasiyê, zorbetiyê, û zulmiyê kuta ke? Pêxembertiyên Kitêba Pîroz eyan didine kifşê ku em dijîn xilaziya wê dinyayê, dêmek “rojêd axiriyêda” (2 Tîmotêyo 3:1-5). b Zûtirekê, bi saya Padşatiya Xwedê rojên axiriyê wê xilaz be bi şerê Harmegedonê.

Çawa îda hate gotinê, ewê ku di wî şerê xilaziyêda bêne kutakirinê wê ew bin, yên ku naxwazin “gura Mizgîniya Xudanê me Îsa” bikin (2 Têsalonîkî 1:8). Lê bînin bîra xwe, ku Xwedê mirinê tu kesîra naxwaze, û hela hê yên zulimra jî (Hezeqêl 33:11). Ew “naxwaze tu kes unda be” di şerê Harmegedonêda. Û lema Xwedê pêşiya ku ew roj bê, xem dike ku mizgîna derheqa Îsa Mesîh hemû miletara “nav temamiya dinyayê” bê belakirinê (2 Petrûs 3:8, 9; Metta 24:14; 1 Tîmotêyo 2:3, 4). Belê, bi saya şixulê belakirina mizgînê ku Şedên Yahowa dikin, mecala meriva heye ku Xwedê nas kin, mizgîna derheqa Îsa qebûl kin, û bivînin vê jîyînê kîderê ku îda şer wê tune bin.

a Padşatiya Xwedê wê usa jî dijminê însanetê, dêmek mirinê kuta ke. Çawa ku di gotarêda ser rûpêla 32 hatiye gotinê, Xwedê wê gelek meriva sax ke û usa jî gelek ji wan meriva yên ku temamiya dinêda ji bo şera mirine.

b Bona hê zêde înformasiya derheqa rojên axiriyê, binihêrin serê 9 ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, yê ku Şedên Yahowa neşir kirine.