Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 4

Ça Şixulên Malê Bînin Sêrî?

Ça Şixulên Malê Bînin Sêrî?

1. Çira roja îroyîn çetin e şixulê malê bînin sêrî?

 “HALÊ dinyayê yê niha derbaz dibe” (1 Korintî 7:31, ÎM). Rast e ew gotin 1 900 sal pêşda hate nivîsarê, lê tê bêjî hema bona rojên me ye! Roja îroyîn her tişt tê guhastinê, îlahî jîyîna malbetê. Çi ku 40 yan 50 sal pêşda layîq û qeyde bû, îro dikare ne layîq û ne jî qeyde be. Lema jî roja îroyîn dikare çetin be şixulê malê bînine sêrî. Lê hergê em guh didin şîretên ji Nivîsarên Pîroz, ew yek wê alî me bike hêsa şixulê malê bînin sêrî.

BI BÎLANÎ PERA XERC KIN

2. Ji bo çi xemên malbetê dikarin zêde bin?

2 Roja îroyîn gelek meriv dişirmîş dibin, wekî bes nîne tenê bona hewcên her rojî xem bikin, mesele bona xwarinê, kinca û tiştên din. Çimkî dinyayêda gelek tiştên teze derdixin û wana usa rêklam dikin, wekî meriv dixwaze bikire. Lema jî bi mîlyona dê-bav şev û roj dixebitin, wekî tiştên teze qazanc kin. Ewana mecbûr dibin, hela hê ser du xebata jî bixebitin, seva ku deynê xwe dadin. Lê hene yên usa ku dixwazin wekî hema xebateke wan hebe, ku bikaribin ebûra xwe bikin, çimkî gelek çetin e xebatê xwera destxin. Rast e roja îroyîn gelek çetin e, wekî neferên malê ebûra xwe bikin, lê prînsîpên ji Xebera Xwedê dikare alîkariyê bide wan wê yekêda ça yole herin.

3. Pawlosê şandî derheqa kîjan prînsîpê digot û xebitandina wê prînsîpê, ça dikare alî malbetê bike?

3 Pawlosê şandî jî rastî çetinayên pereva girêdayî hat. Çaxê ewî ber wê yekê teyax dikir, ewî xwera dersek hilda, derheqa kîjanî ewî nema xweda hevalê xwe Tîmotêyora nivîsî. Pawlos got: “Me tu tişt neaniye dinê û emê nikaribin tu tiştî jî bibin. Lê kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin” (1 Tîmotêyo 6:7, 8). Bi rastiyê, bona malbetê xêncî kinc û xwarin, dîsa gelek tiştên din jî lazim in. Mesele, lazim e cî-sitara wan hebe, zara bişînin mektebê, bivine bal hekîma û gelek tiştên din. Lê ew prînsîp derheqa kîjanî Pawlos nivîsî, bi rastiyê jî kêrhatî ye. Çimkî, hergê em qazanc kin wan tişta çi ku mera bi rastiyê lazim e, ne ku wan tişta çi ku em dixwazin wekî bal me hebe, emê bikaribin emirê xwe hêsa kin.

4, 5. Çaxê pêşda hesabê her tiştî dikin, ew yek çi karê dikare malbetêra bîne?

4 Em dikarin pêbihesin derheqa prînsîpeke din jî, ya ku Îsa bi meselê gilî kir. Ewî got: “Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesêb, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na?” (Lûqa 14:28). Îsa dibêje derheqa wê yekê, ku çiqas baş e pêşda derheqa her tiştî bifikirin û xwe hazir kin. Serên mayînda emê bivînin, wekî ça ew prînsîp dikare alî wan cahila bike, yên ku dixwazin bizewicin. Paşî dewatê ew prînsîp dikare kêrhatî be, hergê malbetêda şixulkariyê tevî hev bikin. Usa jî wê gelek baş be pêşda hesaba bikin, dêmek tevî hev bişêwirin derheqa xercên malbetê. Ew mêtod wê alî neferên malê bike, têderxin hela çiqas pere ewana dikarin xerc kin ser tiştên her rojî, yan bona heftêkî.

5 Hine welatada seva ku bikaribin xwe li wê mêtodê bigirin, lazim e nêtê daynin pêşiya xwe. Mesele, pera deynî hilnedin seva wê yekê, ku wan tişta bikirin çi ku ne eseyî ye. Lê hine welatada jî diqewime lazim be fesal bin û nedin xebitandinê kartên krêdîtê (Metelok 22:7). Usa jî dibek lazim be miqabilî xwestinên dilê xwe şer kin, seva bi kêfa dilê xwe, yanê jî leze-lez tişta nekirin, lê dişirmîş bin hela ew yek wê kêrî wan bê yan na. Usa jî wê baş nîbe hergê pera xerc kin ser lîstikên xumarê, cixarê û ser gelek îçke vexwarinê çi ku pêşberî qanûna Xwedê diçe, û xêncî wê yekê bona sihet-qewatê nebaş e (Metelok 23:20, 21, 29-35; Romayî 6:19; Efesî 5:3-5).

6. Kîjan rastiyên ji Xebera Xwedê, dikarin dil bidine ber wan meriva, yên ku tunebûnêda dijîn?

6 Lê çi em dikarin bêjin derheqa wan meriva, yên ku tunebûnêda dijîn? Ewana dikarin dilgerm bin, çaxê bibihên wekî tunebûn wedelû ye. Zûtirekê dinya tezeda Yehowa wê ne ku tenê tunebûnê hilde, lê usa jî hemû zulmiya ku merivara ziyanê tîne (Zebûr 72:1, 12-16). Lê hergê Mesîhiyên amin tunebûnêda dijîn ewana yeke dilteng nabin, çimkî baweriya xwe sozên Yehowa tînin: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim”. Lema jî merivê amin bi baweriyê dikare bêje: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim” (Îbranî 13:5, 6). Wan rojên çetinda Yehowa her mecal dide xebatê, seva ku alîkariyê bide xizmetkarên xwe, kîjan ku bi prînsîpên wî dijîn û şixulê Padşatiya wî emirê xweda datînin ciyê pêşiyê (Metta 6:33). Xizmetkarên Xwedê dikarin qayîl bin tevî gotinên Pawlosê şandî: “Ez her aliyîda û her halîda ser vê surê vebûme û hîn bûme ku razî bim, heger têr bim, heger birçî, yan hebûnêda bim yan jî tunebûnêda. Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:12, 13).

ŞIXULÊ MALÊ PAREVEKIN

7. Kîjan şîreta Îsa dikare kêrhatî be bona malbetê?

7 Nêzîkî roja mirina xwe Îsa got: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Metta 22:39). Gelek ferz e evê şîretê malbetêda bidine xebatê, seva ku hêsa bikaribin şixulê malê bînin sêrî. Lê gelo kê ne hevalê meyî nêzîk kîjana em gerekê hiz bikin? Ew mêrê me ye, jin zarê me ne û dê-bavê me ne. Lê ça neferên malê dikarin bidine kifşê, wekî hevdu hiz dikin?

8. Dîsa kîjan derecada em dikarin hizkirinê neferên mala xwera bidine kifşê?

8 Her kes malbetêda gerekê şixulê xwe bike. Lema jî gelek baş e kengê zara hîn dikin, wekî ewana her tiştî daynin ciyê wî, dixwazî kinc be yan tiştên bona lîstikê. Rast e wede û qewat lazim e, wekî xwera bikin xeyset her şebeq cî-nivînê xwe hildin, lê ew yek alîkariya mezin e bona neferên malê. Carna diqewime malda hine tişt ciyê xweda nîbin, lê her kes gerekê xem bike, wekî mal hevdayî be û paşî nanxwarinê texte temiz be. Hergê meriv tembel e, pê xwestina xwe her tiştî dike, nerazî ye û naxwaze xwe bide cefê, ew yek xirab dikare ser her kesî hukum be (Metelok 26:14-16). Lê hergê meriv hertim hazir e û bi dil û can alîkariyê dide neferê xwe, ew yek şabûnê dike nava neferê malê. “Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike” (2 Korintî 9:7).

9, 10. a) Borcê jinê malbetêda çi ye û çida her kes dikare alîkariyê bide wê? b) Nihêrandina me ser şixulê malbetê gerekê çi cûreyî be?

9 Roja îroyîn malbet rastî gelek derecên xirab tên. Lê hergê her kes malbetêda dilşewat e hindava yên din û hizkirinê dide kifşê, wî çaxî tifaqiya malbetê dikare bê xweykirinê. Ça dibêjin, jin dîwarê hindur e. Ew pey zara dinihêre, malê dide hev, kinca dişo, bazara xwe dike û xwarinê çêdike. Hine welatada jin xêncî şixulê malê, çolêda jî dixebite û çi bêcer dike difroşe, yan jî bi cûrekî din alîkariyê dide malbeta xwe. Ji bo tunebûnê jin hewce dibe ji mal der jî bixebite. Ew yek diqewime hela wan welatada jî, kîderê neqeyde ye wekî jin ji mal der bixebite. Jin û dayîk yên ku borcê xwe tînin sêrî û haqas tişt dikin, hêjayî paya ne. Ewana mîna “kulfeta esil” in, derheqa kîjanê Kitêba Pîrozda nivîsar e. Ev jin şev û roj nav şixulê malêda ye û “nanê xweranedîtîyê ew naxwe” (Metelok 31:10, 27). Lê ew nayê hesabê wekî şixulê malê tenê ser stûyê jina ye. Gelo ew yek rast e çaxê mêr û jin paşî xebatê vedigerin mal û tenê jin destpêdike şixulê malê bike, lê mêrê wê û yên din malbetêda xwera hêsa dibin? Na, rast nîne. (Beramber kin 2 Korintî 8:13, 14.) Mesele, çaxê dê destpêdike xwarinê hazir ke, ewê gelek razî be hergê yên din alî wê bikin sfirê rast kin, malê bidine hev yan herine bazarê. Her kes dikare ji aliyê xwe tiştekî bike. (Beramber kin Galatî 6:2.)

10 Hinek dikarin usa bêjin: “Kîderê em dijîn qeyde nîne, wekî mêr şixulê malê bike”. Belê, diqewime usa ye, lê gelo lazim nîne ser vê yekê bifikirin? Kengê Yehowa Xwedê malbet saz kir, ewî neda kifşê wekî ew şixul gerekê tenê ser stûyê jinê be. Carekê çaxê Yehowa mliyaketên xwe şande bal Birahîmê amin, Birahîm xwexa xwarin hazir dikir bona wan mêvana û ber wan diçû dihat (Destpêbûn 18:1-8). Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe” (Efesî 5:28). Hergê xilaziya rojê mêr westiya ye û dixwaze hêsa be, dêmek femdarî ye, wekî jin jî westiya ye û ji mêr zêdetir dixwaze hêsa be (1 Petrûs 3:7). Wan derecada wê çiqas baş be, hergê mêr alî jina xwe bike û bi wê yekê hizkirinê bide kifşê? (Fîlîpî 2:3, 4).

11. Çida Îsa meseleke baş hîşt neferên malbetara?

11 Îsa meseleke baş hîşt, ku ça em dikarin dilê Xwedê û hevalên xwe şa kin. Rast e Îsa nezewicî bû, lê ewî meseleke baş hîşt ça bona mêra usa jî jin û zara. Îsa derheqa xwe usa digot: “Kurê Însan nehatiye ku jêra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike”, dêmek yên dinra karê bîne (Metta 20:28). Rastî jî çiqas bextewar in ew malbet, nihêrandina kîjana mîna ya Îsa ye!

GELO ÇIRA TEMIZBÛN FERZ E?

12. Yehowa ji xizmetkarên xwe hîviya çi ye?

12 Heye prînsîpeke din jî, kîjan alî neferên malê dike şixulê malê bînin sêrî. Ew yek 2 Korintî 7:1-da nivîsar e: “Xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin”. Ew meriv yên ku bi wan prînsîpa dijîn, qebûlkirina Yehowa distînin. Çimkî Yehowa dixwaze, wekî em wîra xizmet kin, pê “xwedênasiya rast û bêqusûr” (Aqûb 1:27). Hergê neferên malê guh bidine wan prînsîpa, ew yek wê gelek baş ser wan hukum be.

13. Çira gelek ferz e temizbûnê xwey kin?

13 Xebera Xwedê me dide bawerkirinê, wekî wedekî usa wê bê, ku nexweşî wê tune bin. Wî çaxî tu kes wê nebêje: “Ez nexweş im” (Îşaya 33:24; Eyantî 21:4, 5). Lê heta ew wede bê, îro her kes malbetêda dikare nexweş keve. Hela hê Pawlos û Tîmotêyo jî nexweş diketin (Galatî 4:13; 1 Tîmotêyo 5:23). Hekîmê zandar dibêjin, wekî tê standin ku pêşiya gelek nexweşiya bigirin. Gelek malbet dikarin xwe ji gelek nexweşiya xwey kin, hergê xwe temiz xwey kin, çawa ruhanîda usa jî fîzîkîda. De werên pêbihesin ça ewê yekê dikarin bikin. (Beramber kin Metelok 22:3.)

14. Çawa xweykirina normên namûsiyê, dikare malbetê ji nexweşiya xwey ke?

14 Ruhanîda temiz bin, tê hesabê xwe prînsîpên namûsiyê bigirin. Rind eyan e, wekî Xebera Xwedê piştgiriya wê yekê dike, ku prînsîpên namûsiyê temiz bêne xweykirinê. Çimkî Xwedê nefret dike heleqetiya sêksûal ya ku bê zewaca qanûnî ye. “Nexapin! Ne bênamûs, . . . ne zinêkar, ne qunde, ne kone. . . . Padşatiya Xwedê wê war nebe” (1 Korintî 6:9, 10). Em dijîn dinya usada, kîjan tije ye bi bênamûsiyê, lema jî gelek ferz e wekî Mesîhî normên namûsiyê xwey kin. Çimkî ew yek Xwedê xweş tê û neferên malê xwey dike ji nexweşiyên usa, ça SPÎD (EYDZÊ), sîfîlîs, klamîdiya û nexweşiyên dine giran, kîjan wedê heleqetiya sêksûal derbaz dibin (Metelok 7:10-23).

15. Meselê bînin, çawa em dikarin xwe ji wan nexweşiya xwey kin, kîjan dikare ji netemizaya fîzîkî pêşda bê?

15 Çaxê meriv “xwe ji hemû kirêtiya qalib” xwey dike, dêmek ew malbeta xwe ji hemû nexweşiyên din xwey dike. Meniya gelek nexweşiya ew e, çaxê meriv aliyê fîzîkîda temizbûnê xwey nake. Mesele, merivê ku cixarê dikişîne ziyanê ne ku tenê dide pişkê xwe, kincê xwe, yan hewayê, lê usa jî ziyanê dide merivên dor-berê xwe. Kişandina cixarê nexweşiyê nav merivada pêşda tîne. Her sal ji bo kişandina cixarê bi mîlyona meriv dimirin. Hela dişirmîş bin ser vê yekê, wekî bi mîlyona meriv wê nexweş neketana û zû nemiriyana, hergê xwe ji wan kirên xirab dûr xwey kirana!

16, 17. a) Kîjan şîreta Yehowa, Îsraêliya xwey dikir ji hine nexweşiya? b) Ça hemû malbetada dikarin bidin xebatê ew prînsîp, derheqa kîjanî tê gotinê Qanûna Ducarî 23:12, 13-da?

16 Dîna xwe bidin meseleke din. Weke 3 500 sal pêşda Xwedê qanûn da Îsraêliya, wekî ewana xizmetkirina xwe û emirê xwe baş kin. Qanûnêda çend şîret hatibûn dayînê seva temizbûnê, û ewê qanûnê cimeta Îsraêl ji nexweşiya xwey dikir. Yek ji wan şîreta ew bû, ku edeba xwe ji mal dûr çel kin, wekî ciyên ku meriv dijîn temiz bimîne (Qanûna Ducarî 23:12, 13). Rast e ew qanûna kevin e, lê bona rojên me jî kêrhatî ye. Îro meriv nexweş dikevin û dimirin, çimkî şîretên wê qanûnê naynin sêrî. a

17 Bi saya wan prînsîpa û şîreta ya ku Îsraêliyara hatibû dayînê, hemam û destav gerekê temiz bê xweykirinê û dêzînfêksîa gerekê bê kirinê. Firqî tune, hemam û destav malda ye yan derva ye, yeke gerekê temizayî bê xweykirinê. Hergê destavêda temizayê xwey nekin û vekirî bimîne, wêderê mêşê top bin, kîjan wê mîkroba bela kin ser hemû ciya û ser nan-xwarina me! Xêncî wê yekê, ça zar usa jî yên mezin paşî destavê gerekê destê xwe bişon. Hergê usa nekin, ser destê wan mîkrob dimînin. Bi gotina hekîmekî Firansî, destşûştin “ew tiştekî lapî ferz e bona sihet-qewata rûviya û mihandina xwarinê. Destşûştin usa jî xwey dike ji înfêksîên nava hewayê û ser desta”.

Temizbûnê xwey kin hê arzan rûdinê, ne ku pere ser dermana xerc kin

18, 19. Kîjan şîret wê alî me bike, temizbûnê xwey kin, hela mihelên kesîbda jî?

18 Rastî jî gelek çetin e temizayê xwey kin wan mihelada, kîderê meriv tunebûnêda dijîn. Merivekî ji miheleke usa, dibêje: “Çaxê hewa zef germ dibe û dibe qije-qija germê, wî çaxî çetin e şixul bikin û temizayê xwey kin. Ji bo firtonê her qul-bûcaxê malê tije toz dibe. . . . Şeherda û gundada meriv ji hev zêde û zêde dibin, ew yek jî dibe meniya gelek nexweşiya. Îda tu kes ecêbmayî namîne kengê divînin ku lûlê konalîzasîê vekirî ne, yan gemar topkirî nîne, destav qirêj e, mişk, kêzikên reş û mêş tije ne. Ew her tişt înfêksîa bela dike”.

19 Rast e mihelên usada gelek çetin e temizayê xwey kin, lê seva ku temizayî hebe hêja ye hinekî xwe bidine cefê. Sabûn, av û qewata me wê hê arzan ser me rûnê, ne ku dermanên bona sihet-qewatê û heqê nexweşxanê. Hergê hûn jî mihela kesîbda dijîn, çiqas dikarin usa bikin, wekî mal û heyata we temiz be û pey heywana pîsî û rêxa wan temiz kin. Hergê wedê sêzona baranê ber derê we dibe herî-çamûr, wê baş be texta yan kevira rast kin ber derî, wekî herî nekeve mal. Û wê baş be solê xwe ber derî bêxin. Usa jî ava vexwarinê gerekê temiz bê xweykirinê. Bi saya hesaba, her sal weke du hezar meriv nexweş dikevin û dimirin, ji ava qirêj û ji wê yekê ku temizayê xwey nakin.

20. Malbetêda kê gerekê xem bike bona temizayê?

20 Her kes malda gerekê temizbûnê xwey ke, çawa dê, bav, zar, usa jî mêvan. Kulfetek ji Keûnyayê, kîjan diya 8 zara ye, dibêje: “Her kes hîn bûye tiştekî bike”. Çaxê malda her tişt cîwar û temiz e, wî çaxî her kes hêjayî paya ye. Metelokeke Îspanyayêda usa tê gotinê: “Kesîb bî ew nayê hesabê qirêjok bî”. Firqî tune em maleke mezinda dijîn, biçûkda, kesîbda yan çadirada, temizbûn gelek ferz e bona sihet-qewata neferên malê.

PAYÎDAYÎN ŞABÛNÊ TÎNE

21. Bi saya gotinên ji Metelok 31:28, çi dikare alî malbetê bike, wekî ewana bextewar bin?

21 Kitêba Metelokda derheqa jina guhdar, usa nivîsar e: “Zarêd wê radibin xwezîya xwe wê tînin û malxê wê jî pesinê wê dide” (Metelok 31:28). Qe tê bîra we, cara paşin we kengê payê neferên mala xwe daye? Em bi rastiyê jî mîna şînkayê ne, kîjan biharêda şîn dibe, çaxê tev dide ser û baran dibare ew pêra-pêra gul dide. Em jî dixwazin, wekî me dilgerim kin û payê me bidin. Çaxê mêr payê jina xwe dide, bi wê yekê ew dide kifşê wekî lê qîmet dike. Ew usa jî dide kifşê wekî cefê wê û xemkirinên wê, ku bi hizkirin in, boş-betal nînin (Metelok 15:23; 25:11). Mêr jî dilgerim dibe, çaxê jina wî payê wî dide, seva xebata ku ew ji mal der û malda dike. Zar jî şa dibin çaxê dê-bav payê wan didin seva kirên wanî malda, mektebêda û civatêda. Bi rastiyê jî çend xeberê şîrin şabûnê dikine dil. Gelo çetin e bêjin: “Zef razî me”? Bi rastiyê çetin nîne, ew xeber malbet qewî dike.

22. Çi lazim e seva ku malbet qewî bê?

22 Hene gelek tişt çi dikare çetin ke borcê malbetê bînine serî, lê dîsa jî qewata me digihîjê ku bînine serî. Kitêba Pîrozda usa nivîsar e: “Bi serwaxtîyê mal tê çêkirinê û bîlantîyê tê qedîmkirinê” (Metelok 24:3). Bîlanî û zanebûn dikarin wî çaxî bistînin, çaxê her kes malbetêda dixebite ku pêbihese derheqa qirara Xwedê û vê bîne sêrî. Seva ku malbet bextewar be, hêja ye qewatê bidine xebatê!

a Elamkirinekêda ya Organîzasîona Hemdinyayê ya ku xem dike bona sihet-qewata meriva, tê gotinê, ku ça xwe xwey kin ji navçûyînê, ewa ew nexweşî ye, ji kîjanî gelek zar dimirin. Wêderê usa nivîsar e: “Hergê destav tune, gerekê ji mal û ji wî ciyî dûr kîderê zar dilîzin herine der, lap kêm 10 mêtr dûrî kaniya avê; edeba xwe çel kin”.