Pişta Rûpêla
MALBET tişteke lape kevin e dinyayêda, lê îro ew bin qe zi yêda ne, çimkî gelek çetinayî zewacêda hene. Mesele, gelek belabûyî ye xebitandina narkotîka, bênamûsî nava cahilada, hevqe tandin û zulmî nava malbetêda. Hin jî, îro gelek malbetên usa hene, ku tenê dê yan bav zara mezin dikin. Lema jî bal gelek meriva pirseke usa pêşda tê, gelo zewac wê bê xweykirinê yan na?
Gelo dibe usa ku nava neferên mal betêda hizkirin, xemkirin û pişt girî hebe? Belê, dibe, tenê hergê ew nefer zanin derheqa şîretên bextewariya malbetê. Ew şîret veşartî nînin. Wan şîreta meriv îda bi qirna didine xebatê û karê ji vê yekê distînin. Lê gelo ew çi şîret in? Vê kitêbêda bi navê “Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin”, hûnê pêbihesin derheqa wan şîreta. Xêncî vê yekê, vê kitêbêda hûnê pêbihesin derheqa wan mesela, kîjan ku wê nîşan kin ça ewan şîreta malbetêda bidine xebatê. Gelo hene merivên usa ku hewcê wan şîreta nînin?