KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE
Emirê Min Çiqas Diçû Hê Xirab Dibû
SALA BÛYÎNÊ: 1952
WELAT: DEWLETÊN YEKBÛYÎ
BERÊ: YEKÎ SERT Û HÊRS BÛ
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Ez Los Ancêlêsêda mezin bûme (Ştata Kalîfornya, Dewletên Yekbûyî), taxên usada kîderê ku qaçaxtî û xebitandina narkotîkayê belabûyî bûn. Malbetêda em şeş zar bûn, ez yê duda bûm.
Diya min em mezin dikirin ça endemên dêra êvangêlîsta. Lê cahiltiyêda min destpêkir bi du cûre emira bijîm. Roja Ledê min dêrêda kilam distiran, lê rojên din min tevî hevalên xwe wede derbaz dikir, me narkotîka dida xebatê û bênamûsî dikir.
Ez yekî gelek hêrs bûm û min nikaribû hêrsa xwe kontrol kira. Ez hazir bûm hemû tiştî ça çek bidime xebatê, seva ku serkevim. Hînkirinên dêrê alî min nedikirin. Min gelek car digot: “Rast e, heyfhildan destê Xwedêda ye, lê ez çekê wî me!” Salên 1960-da, gava ez mektebêda salên paşin hîn dibûm, ez ketime ber bayê koma polîtîkî bi navê “Pantêrên Reş”. Ev koma polîtîkî bi zorbetiyê bona mafê merivên çermereş şer dikir. Ez ketime nava koma polîtîkiye stûdênta, ku mafê bineliya diparast. Çend cara me meş derbaz dikir, û ji bo wê yekê wedelû mekteb dadidan.
Lê wan meşa hêrsa min neditemirandin, lema jî min destpêkir qaçaxtiyê bikim. Mesele, carekê min tevî hevalên xwe fîlma derheqa dîlên Afrîkî dinihêrî, ku berê Dewletên Yekbûyîda wana ça diçerçirandin. Em ji bo vê neheqiyê usa hêrs ketin, ku hema Oda sînemêda me hicûmî ser merivên çermesipî kir. Paşê em çûne taxa merivên çermesipî û ewana kutan.
Ez û birên min hê 20 salî jî nîbûn, ku em îda ça qaçaxên zulm nas bûn. Gelek çetinayên me tevî polîsa hebûn. Yek ji birên minî biçûk komeke qaçaxaye navdarda bû, û min gelek wede tevî wan derbaz dikir. Emirê min çiqas diçû hê xirab dibû.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:
Dê-bavê hevalekî min Şedên Yehowa bûn. Carekê ewana ez teglîfî ser civatê kirim û min safî kir herim. Wêderê min derbêra dîna xwe dayê ku Şedên Yehowa gelek cude dibin. Cem her kesî Kitêba Pîroz hebû û hemûşka wedê civatê ev vedikirin. Hela hê zar jî bi dersa derdiketin! Ez zendegirtî mam çaxê pêhesiyam wekî navê Xwedê heye, dêmek Yehowa, û min dît, wekî ewî navî bi azayî hildidin (Zebûr 83:18). Civatêda merivên ji cûre-cûre mileta hebûn, lê eyan bû ku ewana ji bo wê yekê firqiyê nakine orta hev.
Sêrîda min nedixwest tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bim, lê civatên wan min xweş dihatin. Carekê çaxê ez civatêda bûm, hevalên min çûne ser konsêrtê. Wêderê wana xortek qayîm kuta bûn ji bo wê yekê ku ewî nexwestibû kurtikê xweyî çermî bide wan, û ew xort mir. Roja din ewana derheqa vê yekê xeber didan û xwe qure dikirin. Wana hela hê dîwanêda jî derheqa vê kuştinê henek dikirin. Ji wana heçî zef kirine kelê ser temamiya emirê wan. Ez bi giliya nikarim şirovekim, ku ez çiqas şa bûm, wekî wê rojê ez tevî wan nîbûm. Hingê min safî kir jîyîna xwe biguhêzim û min destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim.
Ez rastî gelek nefretiyê hatibûm, lema jî ez zendegirtî mam çaxê min dît, ku Şedên Yehowa hindava hevda çi cûreyî ne. Mesele, çaxê Şedekî Yehowa ku çermesipî bû, çû welatekî din, ewî zarên xwe bal malbeteke çermereş hîşt, wekî miqatî wan bin. Usa jî malbeta çermesipî mala xweda gedekî çermereş qebûl kir, çimkî cî-sitara wî tune bû. Min dît, wekî Şedên Yehowa ev giliyê Îsa tînin sêrî, kîjan ku Yûhenna 13:35-da nivîsar in: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin”. Ez îzbat bûm wekî, rast e ewana ji cûre-cûre mileta ne, lê ça malbetek in.
Çaxê ez Kitêba Pîroz hîn dibûm, min fem kir, ku ez gerekê fikirên xwe biguhêzim û nefretiyê ji dilê xwe derxim. Min gerekê nihêrandina xwe biguhasta, wekî ne ku tenê zulmî nekira û edilayî xwey kira, lê usa jî ser jîyîna wî cûreyî ça ser emirekî lapî baş binihêriya (Romayî 12:2). Hêdî-hêdî ez dihatime guhastinê. Meha Çileyê, sala 1974-da ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa.
Min gerekê nihêrandina xwe biguhasta, wekî ne ku tenê zulmî nekira û edilayî xwey kira, lê usa jî ser jîyîna wî cûreyî ça ser emirekî lapî baş binihêriya
Hela hê paşî nixumandinê jî ez gerekê ser xwe bixebitiyama, seva ku zû hêrs neketama. Mesele, carekê wedê xizmetiya mal bi mal ez pey dizekî revîm, kîjanî ku ji ereba min radîo dizî. Gava ez îda nêzîkî wî dibûm, ewî radîo avît û revî. Çaxê min derheqa vê qewimandinê xûşk-birara gilî kir, rûspîkî pirs da min: “Stêfan, lê hergê te ew bigirta, teyê çi bikira?” Evê pirsê ez hêlan kirim ku kûr bifikirim û hê zêde ser xwe bixebitim, wekî edilayîhiz bim.
Meha Cotmehê, sala 1974-da min destpêkir ça pêşengê hertim xizmet kim û her meh min 100 sihet rastiya Kitêba Pîroz meriv hîn dikirin. Wede şûnda qedirekî mezin minra hate dayînê ku fîlîala serekeda ya Şedên Yehowa, Brûklînêda (Niyû York), xizmet kim. Sala 1978-da ez vegeriyam Los Ancêlêsê, seva ku miqatî diya xwe bim, çimkî ew nexweş bû. Du sal şûnda min Aranda xweye delal jintî stand. Arandayê alî min dikir miqatî diya xwe bim heta mirina wê. Wext şûnda ez û Aranda hatine teglîfkirinê ku mekteba Gîledêda hîn bin. Paşê em Panamayêda hatine kifşkirinê ça mîsyonêr, kîderê ku em heta niha xizmet dikin.
Paşî nixumandinê ez rastî gelek derecên çetin dihatim, kîderê ku ez dikaribûm zû hêrs ketama û şer kira. Ez hîn bûm xwe dûr bigirim ji wan meriya, yên ku hêrsa min radikirin, û usa jî hîn bûm derecên giran hêsa safî kim. Gelek meriv, usa jî jina min, payê min didin ku ez ça dikarim serî ji derecên vî cûreyî derxim. Ez xwexa jî ecêbmayî dimînim! Lê ez zanim, wekî ez ne ku bi qewata xwe hatime guhastinê, lê bi saya qewata Xebera Xwedê (Îbranî 4:12).
ÇI KAR MIN STAND:
Kitêba Pîroz alî min kir, ku nêta jîyînê bivînim û edilayîhiz bim. Ez îda meriya nakutim, lê dewsê alîkariya ruhanî didime wan. Min hela hê jî tevî dijminê xweyî mektebê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir! Paşî nixumandina wî, me çendekê malekêda dijît. Heta roja îro em hevalên nêzîk in. Min tevî jina xwe alî 80 meriva zêdetir kiriye ku Kitêba Pîroz hîn bin û bibine Şedên Yehowa.
Ez gelek ji Yehowa razî me, ku ewî alî min kir nêta jîyînê bivînim, hevalên rast qazanc kim û bextewar bim.