DERSA 02
Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me
Îro problêmên gelek meriya hene ji bo çi jî ewana dilteng dibin, diçerçirin û êşa dil dikişînin. Dibeke tu jî ketibûyî haleke usa. Diqewime tu nexweşiya giran ketî, yan jî merivê teyî nêzîk miriye û tu dilteng î. Dibeke cem te pirs pêşda tê: “Gelo jîyîna me wê aliyê başda qe bê guhastinê?” Kitêba Pîroz ser vê pirsê caba kêrhatî dide.
1. Kitêba Pîroz derheqa axiriyê çi hêviyê dide me?
Kitêba Pîroz ne tenê şirovedike ku nav temamiya dinyayê çira haqas çetinayî hene, lê usa jî dibêje ku ew çetinayî wedelû ne û zûtirekê wê kuta bin. Kitêba Pîroz “hêviyê û axiriya baş” soz dide (Bixûne Yêremya 29:11, 12.) Ew soz alî me dikin problêmên xweda sebir kin, nihêrandina rast xwey kin û nihada bextewar bin.
2. Kitêba Pîroz çi cûre axirî soz dide?
Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku “îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Bixûne Eyantî 21:4.) Ew çetinayî ji bo kîjana meriv hêviya xwe unda dikin, mesele kesîbbûn, nerastî, nexweşî û mirin wê îda tune bin. Kitêba Pîroz soz dide, ku meriv Cinetêda ser erdê wê ji emirê heta-hetayê şabûnê bistînin.
3. Tu ça dikarî bawer bî ku sozên Kitêba Pîroz wê bêne sêrî?
Gelek meriv hîviyê ne ku halê wan wê xweş be, lê ewana nikarin evê yekê sed selefî bawer kin. Lê Kitêba Pîroz hêviya me qewî dike. Çaxê em “nivîsarada kûr” dibin, baweriya me dişide (Karên Şandiya 17:11.) Wedê hînbûna Kitêba Pîroz tu dikarî hêsa têderxî, wekî çi ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê dibêje rast e yan na.
KÛR LÊKOLÎN KE
Wedê lêkolînê dîna xwe bide wan tişta, çi ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê soz dide û pêbihese ku ça hêviya ji Kitêba Pîroz îro alî meriya dike.
4. Kitêba Pîroz soz dide wekî emê heta-hetayê bê çetinaya bijîn
Dîna xwe bide sozên ku Kitêba Pîroz dide. Ji wana kîjan soz dilê te digire û çira?
Bixûne rêzên ji Kitêba Pîroz ku jêrê hatine dayînê û wan pirsa şêwir ke:
-
Tu ça difikirî, ew rêz dikarin karê bidine te? Lê malbet û hevalên te dikarin ji wan rêza karê bistînin?
Bide ber çevê xwe ku tu dinya tezeda nî, kîderê:
TU KES WÊ . . . |
HER KES WÊ . . . |
---|---|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
5. Hêviya ji Kitêba Pîroz dikare jîyîna me bextewar ke
Gelek meriv dilteng û sert bûne ji bo problêmên der-dorê xwe. Hinek ji wan jî gelek qewatê didine xebatê wekî halê xwe baş kin. Binihêrin ku ça ew sozê Kitêba Pîroz ku axirî wê baş be, îda îro alî meriva dike. Vêxe VÎDÊO û paşê wan pirsa şêwir ke:
-
Ça vîdêoda hate kifşê, Rafîka rastî çi neheqiyê hat?
-
Raste ew neheqiya ku ewê didît xilaz nebû, lê Kitêba Pîroz ça alî wê kir?
Hêviya ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê dide, dikare alî me bike ku dilteng nebin û hela hê nava çetinayada jî şabûna xwe unda nekin. Bixûne Metelok 17:22 û Romayî 12:12, û paşê wan pirsa şêwir ke:
-
Tu bawer dikî ku hêviya ji Kitêba Pîroz dikare jîyîna te bextewar ke? Çira?
HINE MERIV DIBÊJIN: “Çi ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê soz dide, nerêalî ye.”
-
Bi texmîna te çira ferz e tu xwexa lêkolîn bikî û îzbat bî ku sozên Kitêba Pîroz rast in?
TEMAMKIRIN:
Xebera Xwedê derheqa jîyîna baş, dîsa gelek sozên din dide. Ew yek îda niha hêviyê dide me û jîyîna me diha bextewar dike.
Wekilandin
-
Çira meriv hewcê hêviyê ne?
-
Kitêba Pîroz derheqa axiriyê çi dibêje?
-
Hêviya derheqa axiriyê ça îda niha dikare alî te bike?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Hê zêde derheqa qewata hêviyê pêbihese.
“Gelo Hêvî Dikare bi Rastî Alîkariyê Bide?” (“Hişyar Bin!”, 22 Nîsanê, 2004)
Pêbihese ku çawa hêviya derheqa axiriyê alî wan dike, yên ku bi nexweşiya kronîkî nexweş in.
“Nexweşiya Kronîkî; Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alîkariyê Bide?” (Gotara ji malperê)
Çaxê tu evê vîdêo miqamê binihêrî, bide ber çevê xwe ku tu û malbeta te Cinetêda nin û jîyîna xwera şa dibin.
Bixûne derheqa aktîvîstekî, kîjan ku gava derheqa hêviya axiriyê pêhesiya, jîyîna xwe guhast.
“Niha Ez Îda Nafikirim, ku Gerekê Dinyayê Biguhêzim” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tîrmehê, 2013)