Karên Şandiya 12:1-25

  • Aqûb tê kuştinê; Petrûs dikeve kelê (1-5)

  • Petrûs bi keremetî aza dibe (6-19)

  • Melek Hêrodes ceza dike (20-25)

12  Wan çaxa Hêrodes Padşa destpêkir pey hinekên ji civatê keve. 2  Ewî Aqûbê birê Yûhenna bi şûr da kuştinê. 3  Gava Hêrodes dît ku ev yek Cihûya xweş hat, ewî Petrûs jî da girtinê. (Ev yek rojên Cejina Nanê Şkevada* qewimî.) 4  Çaxê ewî Petrûs da girtinê û avîte kelê, ewî ferman da, wekî çar komên ji çar eskera dor bi dor nobedariya wî bikin. Hêrodes dixwest pey Cejina Derbazbûnêra wî derxe ber cimetê. 5  Gava Petrûs kelêda girtî bû, temamiya civatê bi dil û can seva wî Xwedêra dua dikir. 6  Şeva pêşiya ku Hêrodes ew derxista ber cimetê, Petrûs bi du zincîra girêdayî orta du eskerada razayî bû, nobedar jî ber derî sekinî bûn. 7  Nişkêva melekê Yehowa xuya bû, û wî ciyî kîderêda Petrûs bû, ronayê şewq da. Melek destê xwe kêleka Petrûs xist, ew hişyar kir û got: “Zû rabe!” Hingê zincîr vebûn û ji destên wî ketin. 8  Melek wîra got: “Kincên xwe li xwe ke û çarixên xwe bike nigên xwe”. Petrûs hema usa jî kir. Paşê melek jêra got: “Potê xwe li xwe ke û pey min were”. 9  Petrûs jî derkete derva û pey wî çû. Lê ewî fem nekir wekî tiştê ku melek dikir, bi rastî diqewimîn, ewî tirê ew dîtinok e. 10  Ewana ber nobedarên pêşin û yên dudara derbaz bûn û gihîştine dergehê hesin, kîjan ku dibire ber bajêr. Dergeh xwexa vebû û ewana derketine derva. Gava ewana hê kûçêra derbaz dibûn, nişkêva melek ji ber çevê Petrûs unda bû. 11  Hingê Petrûs fem kir çi qewimî, û got: “Niha ez bi rastî zanim, ku Yehowa melekê xwe şand, wekî min ji destê Hêrodes xilaz ke, û nehîşt wekî tiştên ku Cihû hîviyê bûn, bêne sêrî”. 12  Çaxê Petrûs ev yek fem kir, çû mala Meryemê, diya Yûhenna, kîjanîra Markos digotin. Wêderê gelek kes top bibûn û dua dikirin. 13  Gava ewî dergeh xist, keçikeke berdestî bi navê Roda derket ku bivîne hela ew kî ye. 14  Gava keçikê dengê Petrûs nas kir, usa şa bû ku dergeh venekir, lê revî kete hindurê malê, û got ku Petrûs ber dergeh e. 15  Wana wêra got: “Te hişê xwe unda kiriye!” Lê ew ser giliyê xwe dima. Hingê wana got: “Ew melekê wî ye”. 16  Lê Petrûs hê ber derî sekinî bû, û derî dixist. Gava wana derî vekir, ew dîtin û metal man. 17  Ewî bi destê xwe wanra nîşan kir, wekî dengê xwe nekin, û hûr bi hûr wanra gilî kir, ku Yehowa ew çawa ji kelê derxistiye, û wanra got: “Van hemû tişta Aqûbra* û birara bêjin”. Paşê ew derket çû cîkî din. 18  Gava sibeh safî bû, esker tevlihev bûn, çimkî nizanibûn ku Petrûs kîderê ye. 19  Hêrodes hemû dera ew digeriya. Çaxê ewî ew nedît, nobedar dane ber pirsa û ferman da, ku ewana bêne cezakirinê. Lê xwexa ji Cihûstanê çû Qeyseryayê û hine wext wêderê ma. 20  Hêrodes ser cimeta Sûr û Saydayê gelek hêrsketî bû. Lema jî ewana tevayî hatine bal wî, û Bilastoyê ku bona mala padşa cabdar bû, kişandine aliyê xwe, seva ew alî wan bike, wekî bona edilayê padşara xeber din. Çimkî welatê wan ji welatê padşa xwarin distand. 21  Rojeke kifşkirîda, Hêrodes kincên padşatiyê li xwe kirin, ser kursiya dîwanê rûnişt û cimetêra xeber da. 22  Hingê cimetê dikire qîrîn: “Ev dengê xwedê ye, ne ku yê meriva!” 23  Derbêra melekê Yehowa usa kir, ku ew nexweş ket, çimkî ewî rûmet neda Xwedê. Kurma ew xwar û ew mir. 24  Lê xebera Yehowa bela dibû, û hejmara kesên ku bawer dikirin, zêde dibû. 25  Gava Barnabas û Şawûl Orşelîmêda şixulê komekdayînê bi temamî anîne sêrî, vegeriyane Entakyayê, û Yûhennayê ku jêra Markos jî digotin, xwera birin.

Спартьн

Yan nanê bê hevîrtirşk.
Dêmek Aqûbê birê Îsa, aliyê dêda.