Li Gora Markos 1:1-45

  • Yûhennayê Nixumdar mizgîniyê bela dike (1-8)

  • Nixumandina Îsa (9-11)

  • Îsa aliyê Şeytanda tê cêribandinê (12, 13)

  • Îsa destpêdike Celîlêda mizgîniyê bela ke (14, 15)

  • Şagirtên pêşin (16-20)

  • Cin tê derxistinê (21-28)

  • Îsa Kepernahûmêda geleka qenc dike (29-34)

  • Îsa cîkî xewleda dua dike (35-39)

  • Merivê kotî qenc dibe (40-45)

1  Destpêka mizgîniya derheqa Îsa Mesîh, Kurê Xwedê: 2  Çawa ku kitêba Îşaya pêxemberda hatiye nivîsarê: “(Ez qasidê xwe pêşiya te dişînim. Ewê pêşiya te rê hazir ke.) 3  Beriyêda kesek bi dengê bilind dike gazî: ‘Riya Yehowa hazir kin! Riyên wî rast kin’”. 4  Yûhennayê Nixumdar* hate beriyê. Ewî merivara digot, wekî tobe kin û vê yekê bi nixumandinê nîşan kin, seva ku gunên wan bêne baxşandinê. 5  Temamiya Cihûstanê û hemû bineliyên Orşelîmê dihatine cem wî. Wana gunên xwe didane rûyê xwe, û ewî ewana Çemê Ûrdunêda dinixumandin.* 6  Kincên Yûhenna ji hiriya devê bûn û qayîşa ser pişta wî ji çerm bû. Ewî kulî û hingivê çolê dixwar. 7  Ewî usa digot: “Yê ku paşî min tê, ji min qewattir e, û ez nehêja me wekî qûz bim û çarixên wî bêxim.* 8  Min hûn bi avê nixumandin, lê ewê we bi ruhê pîroz binixumîne”. 9  Wan rojada, Îsa ji Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhenna Çemê Ûrdunêda hate nixumandinê. 10  Û hema ça Îsa ji avê derket, dît ku ezman vebûn û ruhê Xwedê mîna kevotkekê dakete ser wî. 11  Û dengek ji ezmana hat: “Tu yî Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike”. 12  Û derbêra ruh ew bire beriyê. 13  Îsa 40 rojî beriyêda nava terewilada bû, û aliyê Şeytanda dihate cêribandinê, lê meleka wîra berdestî dikirin. 14  Pey girtina Yûhennara, Îsa çû Celîlê mizgîniya Xwedê bela dikir 15  û digot: “Wext pêra gihîştiye. Padşatiya Xwedê nêzîk bûye. Tobe kin û baweriya xwe vê mizgîniyê bînin”. 16  Gava Îsa ber Bera Celîlê dimeşiya, ewî Şimhûn û birê wî Endrawis dîtin. Wana tor davîtine berê, çimkî mesîgir bûn. 17  Îsa wanra got: “Pey min werên, û ezê we bikime mesîgirên meriva”.* 18  Wana jî hema wê demê torên xwe hîştin û pey wî çûn. 19  Gava Îsa hinekî pêşda çû, ewî Aqûbê kurê Zebedî û birê wî Yûhenna dîtin. Ewana qeyîkêda bûn û torên xwe didirûtin.* 20  Derbêra Îsa gazî wan kir. Û wana jî bavê xwe Zebedî tevî xebatçiya* qeyîkêda hîşt û pey Îsa çûn. 21  Ewana çûne Kepernahûmê. Çawa ku roja Şemiyê hat, Îsa kete kinîştê* û destpêkir hîn ke. 22  Meriv ser hînkirina wî zendegirtî man, çimkî ewî ça yekî xweyîhukum ewana hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzana. 23  Hingê kinîştêda merivekî cinaketî hebû, û ewî kire qîrîn: 24  “Îsayê Nisretî, tu çi ji me dixwazî? Tu hatî qira me bînî? Ez rind zanim ku tu kî yî. Tu Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye!” 25  Lê Îsa sert ferman da wî û got: “Ker be û ji wî derkeve!” 26  Cin ew meriv vehejand, bi dengekî bilind kire qîrîn û ji wî derket. 27  Meriv gelek ecêbmayî man, destpêkirin hevra bişêwirin û bêjin: “Ev çi ye? Eva hînkirineke teze ye! Ew bi qewata Xwedê hela hê fermanê dide cina jî, û ewana jî gura wî dikin”. 28  Nav û dengê wî li temamiya herêma Celîlê zû bela bû. 29  Çaxê Îsa, Aqûb, Yûhenna, Şimhûn û Endrawis ji kinîştê derketin, çûne mala Şimhûn û Endrawis. 30  Xwesiya Şimhûn bi germa bilind nav nivînada bû, û derheqa vê yekê derbêra Îsara gotin. 31  Îsa çû bal wê, destê wê girt û lê rakir. Hingê germa wê danî, û ewê wanra berdestî kir. 32  Êvarê, gava ro çû ava, meriva hemû kesên nexweş û yên cinaketî anîne bal wî. 33  Temamiya cimeta bajêr ber dêrî top bû. 34  Îsa gelek merivên bi cûre-cûre nexweşiya qenc kirin û gelek cin jî derxistin. Lê ewî nedihîşt cin tiştekî bêjin, çimkî wana zanibû ku ew Mesîh e.* 35  Berbangê, gava hê terî bû, Îsa rabû çû cîkî usa, kîderê tu kes tune bû, û destpêkir dua bike. 36  Lê Şimhûn û yên ku tevî wî bûn, hemû dera Îsa digeriyan. 37  Gava wana ew dît, wîra gotin: “Gişk te digerin”. 38  Lê ewî wanra got: “Werên em herin cîkî din, nav bajarên der-dor, seva ku ez wêderê jî mizgîniyê bela kim, çimkî ez bona vê yekê hatime”. 39  Û Îsa çû nav temamiya Celîlê kinîştên wanda mizgînî bela dikir û cin derdixistin. 40  Wêderê yekî kotî hate bal Îsa, kete ser çoka û lavaya wî kir: “Hergê tu tenê bixwazî, tu dikarî min qenc kî”.* 41  Dilê Îsa ser wî şewitî, destê xwe dayê û gotê: “Ez dixwazim! Qenc be”. 42  Derbêra kotîbûn jê çû û ew qenc bû. 43  Pêşiya ku ew biçûya, Îsa sert temî li wî kir 44  û gotê: “Binihêre, tu kesîra tiştekî nebêjî, lê here xwe nîşanî kahîn ke, û çawa ku Mûsa temî daye, bona paqijbûna xwe qurbanê bide, wekî ew bona wan bibe îzbatiya qenckirina te”.* 45  Lê ew meriv ji wêderê çû û destpêkir hemû dera gilî ke, ku çi qewimî. Îsa îda nikaribû eşkere biçûya bajarekî, lema jî ew ji bajêr der, ciyên xewle dima. Lê yeke ji hemû dera meriv dihatine bal wî.

Спартьн

Dêmek ewê ku meriya bi avê dinixumîne. Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
Yan pêda dikire bin avê û derdixist.
Raste-rast “benên çarixên wî vekim”.
Yan alî meriva bikin wekî ewana bibine şagirtên Îsa Mesîh.
Dêmek hîvêz dikirin.
Yan “pala”.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Yan dibeke “wana zanibû ku ew kî ye”.
Raste-rast “paqij kî”.
Raste-rast “seva ku wanra bibe şedetî”.