Li Gora Markos 6:1-56

  • Îsa herêma xweda nayê qebûlkirinê (1-6)

  • Îsa rêberiyê dide Donzdeha bona xizmetiyê (7-13)

  • Mirina Yûhennayê Nixumdar (14-29)

  • Îsa 5 000 têr dike (30-44)

  • Îsa ser avêra dimeşe (45-52)

  • Îsa Cênîsartêda meriva qenc dike (53-56)

6  Îsa ji wêderê çû, gihîşte herêma xwe,* û şagirtên wî pey wî çûn. 2  Roja Şemiyê* ewî destpêkir kinîştêda* hîn ke, û gelekên ku guh didane wî, ecêbmayî man û digotin: “Gelo ev meriv haqas tişt ji ku zane? Çima ev serwaxtî wîra hatiye dayînê, û çima keremetên* usa bi destê wî têne kirinê? 3  Ne ew necar e, kurê Meryemê û birê Aqûb, Ûsiv, Cihûda û Şimhûn e? Ne hemû xûşkên wî nav meda dijîn?” Lema wana nexwest wî bawer kin.* 4  Lê Îsa wanara got: “Pêxember hemû ciya xweyîqedir e, xêncî bajarê xweda, nava merivên xwe û mala xweda”. 5  Lema jî ewî wêderê tu keremet nekirin, tenê destên xwe danî ser çend nexweşa û ew qenc kirin. 6  Îsa ecêbmayî ma ser vê yekê ku baweriya wan tune bû. Û ew li gundên der-dor digeriya û hîn dikir. 7  Hingê ewî gazî Donzdeha* kir, û ew dudu-dudu şandin û hukum da wan, ku ewana cina* derxin. 8  Û ewî temî da wana ku bona rêwîtiyê, xêncî şivdarê tu tiştî xwera nebin, ne nan, ne torbê xwarinê û ne jî kîskê pera.* 9  Ewî got ku çarixa pê kin û kirasê zêde xwera nebin. 10  Paşê ewî wanra got: “Gava hûn bikevine malekê, bal wan bimînin heta hûn ji wî ciyî herin. 11  Lê kîderê we qebûl nekin yan guh nedine we, gava hûn ji wêderê derkevin, toza nigên xwe dawşînin, wekî wanra bibe şedetî”.* 12  Hingê ewana çûn û xelqêra digotin, wekî tobe kin. 13  Û wana gelek cin derdixistin û gelek nexweş rûn dikirin û ewana qenc dikirin. 14  Hêrodes Padşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa bela bibû, û xelqê digot: “Yûhennayê Nixumdar* ji mirinê hatiye rakirinê, û lema jî dikare keremeta bike”. 15  Lê hine kesên din digotin: “Ew Êlyas e”. Û hineka jî digotin: “Eva pêxemberekî mîna pêxemberên berê ye”. 16  Lê gava Hêrodes ev yek bihîst, ewî got: “Yûhennayê ku min serê wî jêkir, ji mirinê rabûye”. 17  Pêşiya vê yekê Hêrodes xwexa meriv şandibûn, wekî Yûhenna bigirin, girêdin û bikine kelê. Ewî rûyê jina Fîlîpoyê birê xwe, Hêrodiyayêda ev yek kir, çimkî ew jintî standibû, 18  lê Yûhenna Hêrodesra digot: “Li gora qanûnê tu nikarî jina birê xwe bistînî”. 19  Lema Hêrodiyayê kîna wî girtibû û dixwest wî bide kuştinê, lê nikaribû. 20  Çimkî Hêrodes ji Yûhenna ditirsiya û ew ça merivekî rast û pîroz hesab dikir û diparast. Gava Hêrodes guh dida wî, tevlihev dibû û nizanibû çi bike. Lê dîsa jî wî xweş dihat guh bidê. 21  Lê rojekê mecal kete destê wê. Hêrodes roja bûyîna xwe, giregirara, serokên eskerara* û merivên Celîleyê herî nav-dengra sifre vekir. 22  Qîza Hêrodiyayê kete hundur û reqisî. Ev yek Hêrodes û mêvanên wî xweş hat, û padşa keçikêra got: “Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te”. 23  Ewî jêra sond xwar: “Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te, heta nîvê padşatiya xwe jî”. 24  Hingê keçik derket û ji diya xwe pirsî: “Ez çi bixwazim?” Ewê got: “Serê Yûhennayê Nixumdar bixwaze”. 25  Keçik jî leze-lez çû bal padşa û xwestina xwe jêra got: “Ez dixwazim wekî tu hema niha serê Yûhennayê Nixumdar ser siniyê bidî min”. 26  Padşa gelek xemgîn bû, lê ji bo sonda xwe û mêvanên ku ber sifrê rûniştî bûn, nexwest xwestina keçikê înkar ke. 27  Lema padşa derbêra nobedarek şand û ferman da, wekî serê Yûhenna bîne. Nobedar jî çû, kelêda serê wî jêkir, 28  û ser siniyê anî da keçikê. Ewê jî ev bir û da diya xwe. 29  Gava şagirtên Yûhenna ev yek bihîstin, hatin, cinyazê wî hildan û kirine tirbê. 30  Şandî vegeriyane bal Îsa û hemû tiştên ku wana kiribû û hîn kiribûn, jêra gilî kirin. 31  Îsa wanra got: “Were em herin cîkî xewle, wekî hûn hinekî hêsa bin”. Çimkî gelek meriv diçûn-dihatin, wedê wan tune bû xwarinê jî bixwin. 32  Hingê ewana bi qeyîkê çûne cîkî xewle, wekî tenê bimînin. 33  Lê meriva dît ku ewana diçin, û gelek derheqa vê yekê pêhesiyan. Ji hemû bajara xelq revîn û pêşiya wan gihîştine wêderê. 34  Çaxê Îsa ji qeyîkê peya bû, ewî elaleteke mezin dît, û dilê wî ser wan şewitî, çimkî ewana mîna pezên bê şivan bûn. Û ewî destpêkir gelek tişta wana hîn ke. 35  Lê çimkî îda dereng bû, şagirtên Îsa hatine bal wî û gotin: “Vira cîkî xikî-xwelî ye û îda dereng e. 36  Wana bişîne, bira herin gunda û ciyên der-dor, ku xwera xwarinê bikirin”. 37  Îsa wanra got: “Hûn xwarinê bidine wan”. Wana jî got: “Em gerekê herin bahê 200 dînarî nan bikirin û bidine wan?” 38  Îsa ji wan pirsî: “Hela çend nanên we hene? Herin binihêrin!” Çaxê wana nihêrî, gotin: “Pênc nan û du mesî hene”. 39  Îsa elaletêra got, wekî kom-kom ser çêrê rûnên. 40  Ewana jî bi 100 û bi 50 kesa kom-kom rûniştin. 41  Îsa ew pênc nan û du mesî hildan, li ezmên nihêrî û dua kir.* Paşê ewî nan ker kirin* û da şagirtên xwe, seva ku ewana merivara bela kin, û her du mesî jî hemûyara parevekir. 42  Hemûya xwar û têr bûn. 43  Û wana 12 sevet* tije bermayî top kirin, xêncî mesiya. 44  Kesên ku nan xwarin 5 000 mêr bûn. 45  Paşî vê yekê, derbêra Îsa şagirtên xwera got, wekî ewana bikevine qeyîkê û herin aliyê berêyî din, û derbazî Beytsaydayê bin. Lê xwexa wêderê ma, wekî xelqê verêke. 46  Çaxê ewî xatirê xwe ji xelqê xwest, hilkişiya ser çiyê, wekî dua bike. 47  Gava bû êvar, qeyîk nava berêda bû, lê Îsa hê wêderê tenê bû. 48  Gava Îsa dît ku şagirtên wîra zemet e bêrika bikişînin, çimkî ba miqabilî wan bû, ew nêzîkî serê sibehê* ser avêra meşiya û berbi wan çû. Lê usa hate kifşê, wekî ew dixwaze ber wanra derbaz be. 49  Çaxê wana dît ku Îsa ser avêra dimeşe, fikirîn: “Ev xeyal e!”, û kirine qîrîn, 50  çimkî wan hemûya ew dîtin, û tirs kete dilê wan. Lê Îsa derbêra wanra got: “Qewî bin! Ez im, netirsin!” 51  Hingê ew kete qeyîkê cem wan, û ba sekinî. Şagirt ser vê yekê zendegirtî man, 52  çimkî ewana mena keremeta derheqa nan jî hê fem nekiribûn. Dilê wan bona femkirinê hê hazir nîbû. 53  Gava ewana derbazî aliyê berêyî din bûn û gihîştine erdê Cênîsartê, lenger avîtin. 54  Lê çaxê ewana ji qeyîkê peya bûn, meriva derbêra Îsa nas kirin. 55  Û ewana revîne li temamiya herêmê, seva bineliyên wêderêra elam kin, û kesên nexweş nivînava* dibirine cem Îsa. 56  Û her gund, bajar û ciyên der-dorda kîderê ku Îsa diçû, meriva kesên nexweş dianîne meydana. Wana ji wî lava dikir, ku hema tenê destê xwe bidine rîşiyên kincê wî, û her kesê ku destê xwe didayê, qenc dibû.

Спартьн

Dêmek ew cî kîderê ku ew mezin bûye.
Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Raste-rast “kirên qewî”.
Raste-rast “ji bo wî likumîn”.
Dêmek 12 şandî.
Raste-rast “ruhên heram”.
Raste-rast “sifir”.
Dêmek cabdarî ji stiyê wan dertê.
Dêmek ewê ku meriya bi avê dinixumîne. Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
Dêmek “serhezarên eskera”.
Yan “şikirî da”.
Raste-rast “nan şkênandin”.
Yan “zembîl”.
Raste-rast “nobedariya çaraye şevê”. Dêmek siheta sisiya heta siheta şeşa serê sibehê.
Dêmek nivîna bona hilgirtina kesên nexweş.