Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Jorê aliyê çepê: Marek M. Berezowski/​Anadolu Agency via Getty Images; jêrê aliyê çepê: Halfpoint Images/​Moment via Getty Images; center: Zhai Yujia/​China News Service/​VCG via Getty Images; jorê aliyê rastê: Ismail Sen/​Anadolu Agency via Getty Images; jêrê aliyê rastê: E+/​taseffski/​via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Sala 2023: Saleke Xemgîniyê—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

Sala 2023: Saleke Xemgîniyê—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

 Sala 2023, qewimandinên nav temamiya dinyayêda, eyan didine kifşê, ku em dijîn “rojên axiriyêda”, çawa ku Kitêba Pîrozda tê gotinê (2 Tîmotêyo 3:1). Dîna xwe bidine vê yekê, ku Kitêba Pîrozda pêşda hatibû pêxembertîkirinê derheqa qewimandinên, ku roja îro diqewimin.

Kitêba Pîroz û qewimandinên hemdinyayê

 “Dengê şera û besa şera” (Metta 24:6).

  •   “Şer-dew nav temamiya dinyayêda çiqas diçe, diha zêde dibin”. a

 “Cî-ciya wê erdhej” bin (Markos 13:8).

  •   “Ji destpêka sala 2023, 13 erdhej nav temamiya dinyayê bi 7 magnîtûda qewimîn. Ji hemû hesaba, ev hejmareke lape mezin e nava salekêda”. b

 Binihêrin gotar “Erdhejên Mezin Tirkya û Sûryayêda”.

 “Tiştên xof û tirs” (Lûqa 21:11).

  •   “Dewrana germbûna gerdûnê xilaz bû; dewrana qije-qija gerdûnê hat”—Antonyo Gutêrrês, Sêkrêtarê sereke yê Miletên Yekbûyî. c

 “Xelayî-celayê” (Metta 24:7).

  •   “Sala 2023: Saleke bêguman bona wan, kê ebûra malbeta xwe dike”. d

 “Zemanên xirab wê bên” (2 Tîmotêyo 3:1).

  •   “Yek ji heyşt meriva ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçire”. e

Gelo sala 2024 wê çi biqewime?

 Tu kes nizane sala 2024 wê çi biqewime. Lê qewimandinên dinyayê îzbat dikin, ku zûtirekê Padşatiya Xwedê, dêmek serwêrtiya ezmanî, wê dewsa serwêrtiyên meriva bigire û hemû kul-derda û xemgîniyê bide hildanê (Daniyêl 2:44; Eyantî 21:4).

 Lê heta ku em hîviya vê rojê ne, em dikarin alîkariyê ji Xwedê bixwazin çaxê xemgîn dibin. Kitêba Pîrozda tê gotinê:

 “Gava ez tirsêda me, ez Teda guman im” (Zebûr 56:3).

 Em ça dikarin bidine kifşê, ku îtbariya xwe Xwedê tînin? Em we teglîf dikin hê zêde pêbihesin derheqa soza Kitêba Pîroz bona axiriyê, ku emê îda neçerçirin. Destpêkin kûrsa Hînkirinê ya bêpere, seva ku bivînin ça hûn û malbeta we dikarin karê bistînin ji sozên Kitêba Pîroz.

a Foreign Affairs, “A World at War: What Is Behind the Global Explosion of Violent Conflict?” by Emma Beals and Peter Salisbury, October 30, 2023.

b Earthquake News, “Year 2023: Number of Major Earthquakes on Course for Record,” May, 2023.

c United Nations, “Secretary-General’s Opening Remarks at Press Conference on Climate,” July 27, 2023.

d World Food Programme, “A Global Food Crisis.”

e World Health Organization, “World Mental Health Day 2023,” October 10, 2023.